• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê Sempozyuma Bîra Civakî û Travmayê dest pê kir

    Li Amedê Sempozyuma Bîra Civakî û Travmayê dest pê kir

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê me dîroka xwe dinivîse

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê me dîroka xwe dinivîse

    Nivîskar Şadiye Manap li Rihayê pirtûka xwe îmze kir

    Nivîskar Şadiye Manap li Rihayê pirtûka xwe îmze kir

    Rojnameger Abak û 2 kesên pê re hatin berdan

    Rojnameger Abak û 2 kesên pê re hatin berdan

    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê Sempozyuma Bîra Civakî û Travmayê dest pê kir

    Li Amedê Sempozyuma Bîra Civakî û Travmayê dest pê kir

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê me dîroka xwe dinivîse

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê me dîroka xwe dinivîse

    Nivîskar Şadiye Manap li Rihayê pirtûka xwe îmze kir

    Nivîskar Şadiye Manap li Rihayê pirtûka xwe îmze kir

    Rojnameger Abak û 2 kesên pê re hatin berdan

    Rojnameger Abak û 2 kesên pê re hatin berdan

    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Qersê tebek belav dibe: Divê beriya nexweşiyê sewal bên dermankirin

Serhat Toptaş - Sema Gezîcî / AW

7 MIJDAR 2026 - 09:54
Kategorî: MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Qers – Li Qersê û derdorê wê di van salên dawî de nexweşiya tebekê di nav dewaran de gelek belav bûye û zirarekê mezin dide sewal û xwediyên van. Beytar Mehmet Nurî Şener destnîşan kir ku gelek cureyên vîrusê hene ku dibin sedema tebekê û wiha got: “Divê hêj nexweşî negihije dewaran, werin dermankirin.”

Nexweşiya tebekê (şap) nexweşiyeke enfeksiyonê ya şewba vîral e û di van salên dawî de li Qersê û derdorê wê, di nav dewaran de belav bûye. Ji ber vê nexweşiyê hezaran zêdetir sewal mirine û yên mayî jî di bin xetereyeke mezin de ne. Heta niha tenê derziyek ji bo tebekê hatiye bikaranîn û xwediyên dewaran jî li ber vê nexweşiyê neçar in. Derziyên ku di demên borî de hatine lêdan, li hemberî serotîpa nû SAT-1 a ku li herêmê belav bûye, bêbandor mane. Divê hê nexweşî negiheştiye dewaran derzî bên lêdan ku dewar werin parastin. Vîrusa ku dibe sedema tebekê bi rêya têkiliya rasterast, tifa sewalan (salya), mîz, rûvî, şîr, ba û amûrên hevpar pir zû belav dibin. Ji ber belavbûna nexweşiyê li Qersê bazarên dewar, çend caran hatin girtin, li herêmê tevgera sewalên mezin û piçûk a şandina derve hat rawestandin.

Beytarên ku navçeya Dîgorê ya Qersê dixebitin û xwediyê dewaran li ser nexweşiya tebekê, pisgirêkên tên jiyîn û çareseriyê ji ajansa me re axivin.

‘Di şevekî de hemû dewarên min bi tebekê ketin’

Ayhan Taşdelen ku şeniyê navçeya Dîgorê ye û bi salane dewaran xwedî dike, da zanîn ku bi dehan dewarên wî ji ber nexweşiya tebekê mirin, tenê di şevekê de hemû dewarên wî bi tebekê ketine. Ayhan Taşdelen anî ziman ku wan û saziyên dewletê ji bo pêşîlêgirtina tebekê çi kiribin jî nebûye çareserî û wiha got: “Min jî weke xwediyê dewaran, ji ber vê nexweşiyê gelek zirar dît. Heta niha 3-4 çêlekên min ber avêtin û mirar bûn. Çiqas derman bê bikaranîn jî ev nexweşî çareser nabe. Em dixwazin ji vê nexweşiyê re çareseriyek bê dîtin. Beytar çi peşniyaran bikin em wan pêk tînin, lê dîsa jî nabe çare. Gelek dewarên min ji ber vê nexweşiyê seqet bûn. Heta niha nexweşiyêk bi vî rengî me nedîtiye. Bi qasî 34 dewarên min hene. Di şêvekê de hemû dewar bi vê nexweşiyê ketin û me nikarî bibin çêrandinê. Li gund jî hema bejê hezar dewar hene, ew jî di şevêkî de bi vê nexweşiyê ketin.”

‘Tenê ji bo 3-4 cureyên vîrusa tebekê derman heye’

Beytar Mehmet Nûrî Şener ê li navçeya Dîgorê dixebitê û ev çend sal in alikariya xwediyê dewaran dike û nexweşiyên sewalan derman dike, destnîşan kir ku gelek cureyên vîrusa tebekê hene. Mehmet Nûrî Şener anî ziman ku saziyên çandiniyê yên dewletê sewalan têne ji bo 3 û 4 cureyên vîrusa tebekê derman dikin û wiha pê de çû: “Nexweşiya tebekê her tim heye û weke enfeksiyonekê ye. Dem dem derdikeve û gelek jî cureyên wê hene. Vîrusa ku par li Îranê hatibû pir giran derbas bû û bandoreke mezin kir. Lê ya îsal hinek din siviktir derbas dibe. Saziyên çandiniyê ji bo 3 û 4 cureyên vê vîrusê derman çêdike, lê 185 cureyên wê hene. Dema rê li ber van cureyan neye girtin, nikarin rê li ber nexweşiyê jî bigirin. Îsal jî wisa bû û çareserî pêk nehat.”

Zirar û bandora tebekê

Di berdewama axaftina xwe de Nûrî Şener bal kişand ser bandora nexweşiya şebekê û ev tişt gotin: “Dema nexweşî bi sewalan dikeve di dev û lingên van de birîn derdikevin, nexweşî dilê van dixe, tayê wan bilind dibe û ji ber vê jî sewal ji xwarinê dikevin. Dema ku hefteyekî xwarin nexwin, pergela parastinê ya sewalan jî lawaz dibe û dimirin. Dermaneke wisa diyar jî nine, em bi antîbîyotikan hewl didin nexweşiyê derbas bikin. Weke nexweşiyeke şewbeya zehmet derbas dibe. Em tenê dikarin ji bo tayê wan bikeve an jî ji bo birînên wan derman bikin dermanan bikar tînin. Cihekî nexweşiya tebekê hebe, ez naxwazim biçim wê derê, ji ber ku derbasî me jî dibe û em jî dibin barkêşê wê. Gelek gund û qadên dewar tên firotin jî ji ber vê yekê ketin karantînayê.”

‘Berî ku sewal bi teqbekê bikevin, divê bên dermankirin’

Beytar Murat Ugur ê li Digorê dijî bal kişand ser cureyên vîrusa dibe sedema tebekê û da zanîn ku beriya nexweşî derbasî sewalan bibe, divê sewal bên dermankirin.

Etîket: beytarBeytar Mehmet Nûrî ŞenerBeytar Murat UgurMehmet Nûrî Şenersewalkar Ayhan TaşdelenSewalkarîtebek
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

30 COTMEH 2026
Li Kurdistanê koçberî: Wanî li Wanê nasekinin

Li Kurdistanê koçberî: Wanî li Wanê nasekinin

15 COTMEH 2026
Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

6 ÎLON 2026
Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

12 TÎRMEH 2026
Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

29 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne