• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê Sempozyuma Bîra Civakî û Travmayê dest pê kir

    Li Amedê Sempozyuma Bîra Civakî û Travmayê dest pê kir

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê me dîroka xwe dinivîse

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê me dîroka xwe dinivîse

    Nivîskar Şadiye Manap li Rihayê pirtûka xwe îmze kir

    Nivîskar Şadiye Manap li Rihayê pirtûka xwe îmze kir

    Rojnameger Abak û 2 kesên pê re hatin berdan

    Rojnameger Abak û 2 kesên pê re hatin berdan

    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê Sempozyuma Bîra Civakî û Travmayê dest pê kir

    Li Amedê Sempozyuma Bîra Civakî û Travmayê dest pê kir

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê me dîroka xwe dinivîse

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê me dîroka xwe dinivîse

    Nivîskar Şadiye Manap li Rihayê pirtûka xwe îmze kir

    Nivîskar Şadiye Manap li Rihayê pirtûka xwe îmze kir

    Rojnameger Abak û 2 kesên pê re hatin berdan

    Rojnameger Abak û 2 kesên pê re hatin berdan

    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Krîza aborî: Pere encax têrî çend rojan dike piştî wê birçîbûn

Abdullah Esen / AW

6 MIJDAR 2026 - 09:46
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Êlih-Welatiyên ku bi salan e teqawît bûne anîn ziman ku her roja diçe rewşa aboriyê li Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi xerabûnê ve diçe û teqawîtbûna li Tirkiyeyê wek birçîbûneke bi rezaletî pênase kirin û gotin ku pereyên digirin encax bi zorî têrî duh rojan dike lê piştî wê malbat birçî dimînin.

Rewşa aboriya kesên ku teqewît bûne li Kurdistanê ûTirkiyeyê gelek zehmet e û nikarin bi hêsanî debara xwe ya malê bikin. Ji ber ku krîza aboriyê mezin dibe û enflasyon bilind dibe, kêmbûna danûstendinê gelek bandorê li kesên teqewît dike. Teqewîtên ku mûçeyê herî kêm distînin, di aliyê dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên weke xwarin, vexwarin, kiriyên xaniyan û di aliyên kirîna dermanan de gelek zehmetî dikşînin. Her çiqas hikûmet daxuyaniyên sererastkirinê bide jî teqewît di nava krîzeke kûr a debare de ne.

Welatiyên teqawît ên Êlihê ji ajansa me re axivîn û gotin ku ew ji ber aboriyê jiyanek rezîl dijîn.

Hatine asta ku nikarin nanek jî bikirin

Faris Dogan ê 62 salî anî ziman ku dema di welatek de heq, hiqûq, edalet û wekheviyek tune be û bê kar bûn hebe, civak nikare debara xwe bike û wiha axivî: “Beriya 30 salan li gundan milet pez, çêlek xwedî dikirin û bi karê cotkariyê re mijûl dibûn, debara wan xweş dibû. Piştî wan salan nêzîkî 4-5 hezar gund li Kurdistanê hatin şewitandin û valakirin, milet li metropolan bê kar man. Êdî hatiye wê astê ku kesek nikare nanek jî bibe mala xwe. Beriya her tiştî divê di vê dewletê de heq, hiqûq û edalet bê avakirin û ev şerê navxweyî bê rawestandin. Dema ku aramî û aştî were dê ev şerê heyî jî bê rawestandin, dê ew pereyên ku ji şer re tê veqetandin, dê ji bo debara civakê bibe alîkariyek. Dê hemû bibin cihên kargehan ji bo civaka me û ew ê kesek nekeve xema debarê. Di vî 50 salî de di berîk û dilê mirovan de agir vêketiye. Em bi hêvî ne di vê pêvajoyê hin tişt rast bibin.”

‘Îro di vê desthilatê de kesek ku ne diz be tune ye’

Adîl Erîn ê 63 salî jî bi lêv kir ku ev pergal bi salan e pereyên vî gelî ji şer e xerc dike û got ku aboriya Tirkiyeyê bi şerê heyî hatiye vê astê û ev yek vegot: “Her teyareyek ku radibû dinyayek pere lê diçû. Budçeya dewletê ya ku hatibû veqetandin ne di cih de hatibû xerckirin. Ji ber vê ye ku aborî ketiye vê rewşê. Û gel jî gelek perîşan bûye. Îro kesekî teqewît distînin 23 hezar û 500 banotî. Ev pere encex têrî deh roja dike. Piştî bîst rojên din ew malbat dimînin birçî. Divê ev pergal bi lezgînî bê guhertin, da ku budçeya Tirkiyeyê bê rastkirin. Ji vî karî re mirovên rast hewce ne, ne yên diz. Îro mazot, benzîn û hemû amûrên sotemeniyê bi hev ve girêdayî ne. Dema van tiştan zem dixwin, hemû tiştên dinê jî jê bandor dibin. Heta esnaf ji xwe re mal ji cihên dûr tînin bi heqê rêya wî malê gelek pere li ser neqliyeyan didin. Îro di vê îktîdarê de kesekî ku ne diz be tune ye. Ev rewşa ku wisa xera dibe hemû bi dizî, talankirin û şêlandinê dibe. Dema ku kesekî li ser van tiştan bisekine dê her biçe ber bi başbûnê ve biçe û ew ê baweriya civakê jî mezin bibe. Berê qîmetek ji pereyan re hebû, kesek dixebitî dikaribû çend kesan xwedî bikira. Lê îro çend kes di malê de nexebitin nikarin debara xwe bikin.”

‘Kesên teqewît bi birçîbûnê re rûbirû dimînin’

Beşîr Bîlîr ê 72 salî da zanîn ku kesên teqewît ên ku mehê 30-40 hezar pere bikeve mala wan jî, bi birçîbûnê re rû bi rû dimînin û wiha qala şert û mercên zehmet ên teqewîtan kir: “Îro rewşa teqewîtan bi vî awayî ye. Teqewîtek îro distîne 23 hezar û 500 banot. Ev pere têrî mitbexa malekî nake. Teqewîtbûna li Tirkiyeyê em dikarin bêjin birçîbûneke bi rezaletî ye. Her ku diçe êdî kesek nikare debara xwe ya malê bike. Niha jî sotemeniya şewata erebeyan jî gelek buha bûye. Ne li gorî wijdana danûstendinê ye. Ew danûstendin ne di aliyê wijdanî de û ne jî di aliyê exlaqî de tê kirin. Bi rastî jî van qertên ku em bikar tînin jî gelek zehmetiyê didin me û êdî herkes bikar tîne. Wisa lê hatiye ku êdî kes nikare pere bi xwe re bigerîne. Serê mehê tê ez weke teqewîtek nikarin wî qertê xwe tişta ku min pê danûstendinê kiriye tijî bikim. Ne ez bi tenê hemû kesên ku teqewît bûne, di vê rewşê de ne.”

‘Ji welatên derve stendiye’

Herî dawî Muzafer Ezgî yê 59 salî jî bi bîr xist ku 50 salan şerekî dijwar ê çekdarî dihate meşandin û da zanîn ku di vî şerî de nêzîkî 2-3 trîlyon dolar hatiye xerckirin û wiha got: “Di vî şerî de nêzîkî 4-5 hezar gund hatin şewitandin û valakirin. Gelek mirov ji aliyê ajaldarî û cotkariyê ve xesarên mezin dîtin. Em dikarin bêjin ku li gelek deveran vê yekê qedandine. Heger koçkirina bajaran çêbûbe, di bajaran de gelek bê kar bû jî çêbû. Ev hemû bû barek ji bo aboriya mirovan. Em di wê baweriyê de ne ku dê di pêvajoyê de gelek tişt bên rastkirin. Yek jî wê aborî be.”

Etîket: Adîl ErînBeşîr BîlîrFaris Dogankrîza aborîMuzafer Ezgîteqawît
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

29 COTMEH 2026
Li dijî krîza aborî û sînordarkirina mafên bingehîn daketin kolanan

Li dijî krîza aborî û sînordarkirina mafên bingehîn daketin kolanan

18 COTMEH 2026
Zêdebûna dolar û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Kurdî jî dike

Zêdebûna dolar û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Kurdî jî dike

17 COTMEH 2026
Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Dikandarên Êlihê: Rewşa aboriyê bandoreke nebaş li me dike

Dikandarên Êlihê: Rewşa aboriyê bandoreke nebaş li me dike

12 TEBAX 2026
Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

12 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne