Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pankartên bi nivîsa “Dema Serkeftinê” hatin daliqandin û nivis hatin nivîsandin.
Li gelek bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Edene, Mersîn, Enqere, Wan Riha û Bidlîsê, li nuqteyên qelebalix pankartên ku li ser “Dema Serkeftinê” dinivîse hatin daliqandin. Her wiha li kolan û qadên van bajaran bi heman dirûşmê nivîs hatin nivîsandin.
Bi taybetî li navend û navçeya Xelîliyê ya Rihayê li ser pireyên bajêr pankart hatin daliqandin û kolanan nivîsê “Dema Serkeftinê” hatin nivîdandin. Her wiha Amedê, ciwanan li ser sûrên dîrokî yên bajêr pankart daliqandin.

















