Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê di salvegera desteserkirina şaredariyan de daxuyanî da û got ku divê êdî dawî polîtîkayên qeyim were.
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê ji ber salvegera tayînkirina qeyiman, li pêşiya Çand Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyim naçin” hat vekirin.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demir, Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli û gelek endamên partiyên siyasî û saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn.
Gulistan Sonuk di daxuyaniyê de got ku tayînkirina qeyiman derbeyek e û wiha axivî: “Êrîşên li ser Kurdan li Tirkiyeyê gelek krîz derxistin holê. Ji bilî qada siyasî û aborî, pirsgirêkên civakî jî afirandin. Di salên dawî de ev pirsgirêk hîn kûrtir bûn. Li dijî têkoşîna Kurdan û li dijî şaredariyên wan darbeyeke siyasî hat kirin. Her roj êrîşên li ser jin û ciwanan berdewam dikin. Ev du sal in bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk dimeşe. Abdullah Ocalan hewl da ku şer bi dawî bike û pirsgirêkê bîne ser zemînekî siyasî û hiqûqî. Pêngavên ku tu kesî xeyal jî nedikir, di sal û nîvekê de avêtin. Lê di nava van du salan de dewletê, dema ku em li gorî ruhê pêvajoyê yan jî pêngavên ku Kurdan avêtine dinêrin, pêngavên guncav neavêtin. Qeyim berdewam dike. Girtiyên di girtîgehan de nehatin berdan û pirsgirêk jî berdewam dikin.”
Gulistan Sonuk bal kişand ser qanûna ku di çarçoveya pêvajoyê de di Meclîsê de derketiye û bi bîr xist ku ji ber ku biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) hê nehatiye girtin, qanûn neketiye meriyetê. Gulistan Sonuk diyar kir ku ev rewş li gorî ruhê pêvajoyê nîn e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan dixwaze entegrasyoneke demokratîk pêk bîne. Lê entegrasyoneke demokratîk tenê bi dewleteke demokratîk, bi komkareke xwedî pergal pêkan e. Em li vir bang dikin; em bang dikin ku dest ji polîtîkayên qeyiman berdin. Ev pêvajo jî ji bo avêtina van pêngavan fersendek e. Rê li ber rehetkirina birînên ku bi salan e kûr bûne vekin. Komkareke demokratîk ji Amedê, ji Wanê derbas dibe. Em li bendê ne ku dewlet di çarçoveya pêvajoyê de pêngavan bavêje.”
Piştre Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Amedê Yunus Muratakan diyar kir ku tayînkirina qeyiman destwerdanek e li dijî vîna demokratîk a gelê ku li Kurdistanê dijî û wiha got: “Bi vê sepanê re vîna ku gelê Kurd li ser sindoqê nîşan daye nehatiye hesibandin, hevşaredarên gel hilbijartî ji wezîfeyê hatine dûrxistin û destwerdan li mafê gel ê hilbijartinê hatiye kirin.”
Piştî axaftina Yunus Muratakan daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
















