• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

    Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

    Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

    Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

    Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

    Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

    Dayikên Aştiyê bi Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêk anî

    Dayikên Aştiyê bi Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêk anî

    Di salvegera 4 Mijdarê de bang kirin: Biryarên DMMEyê pêk bînin

    Di salvegera 4 Mijdarê de bang kirin: Biryarên DMMEyê pêk bînin

    Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê: Em ê rê nedin talankeran

    Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê: Em ê rê nedin talankeran

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bakirhan û Hatimogullari: Hevalên me deryasayî di zindanan de ne

Stenbol / AW

4 MIJDAR 2026 - 16:38
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan serdana Fîgen Yuksekdag kir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî serdana Selahattîn Demîrtaş kir. Piştî serdanan li ber girtîgehan daxuyanî hate dayîn û hevserokan diyar kir ku hevalên wan siyasetmedar deryasayî di zindanan de girtî ne û bang kirin ku tavilê werin berdan. 

Di 4ê Mijdara 2016an de li dijî HDPê û siyasetmedarên Kurd êrişeke “derbeya siyasî” hate destpêkirin. Di çarçoveya vê derbeya siyasî de 9 siyasetmedar hatibîn girtin. Di qonaxa yekem a vê derbeya siyasî de hevserokên giştî yên berê yên HDPê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş jî di nav de gelek parlamenter hatibûn girtin.

Bi boneya salvegera 10emîn a darbeya 4ê Mijdarê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari li Girtîgêha Edîrneyê serdana Selehattîn Demirtaş kir. Hevserokê Giştî yê DEM Partîyê Tuncer Bakirhan jî li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandirayê serdana Fîgen Yuksekdag kir. Piştî serdanan hevserokan li ber girtîgehan daxuyanî da. Serokên giştî yên partiyên siyasî yên pêkhateyên DEM Partiyê, rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên DEM Partî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyan de de pankarta “Ji bo aştî û demokrasiyê azadî bo girtiyên siyasî” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Girtîgeha Kandirayê

‘Divê hemû girtiyên siyasî demildest werin berdan’

Tuncer Bakirhan li pêşiya Girtîgeha Kandirayê axivî û daxuyanî da. Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku îro salvegera 4ê Mijdarê ye û ev roj di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de rojeke reş û birîneke kûr e û wiha axivî: “Berî 10 salan, di 4ê Mijdara 2016an de, bi rakirina parêzbendiyan û girtina hevalên me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 10 parlamenterên me, darbeyeke siyasî li dijî demokrasiyê hate kirin. Ev birîna ku 10 sal berê hate vekirin, bi demê re mezin bû û hemû Tirkiye xist bin bandora xwe. Îro ne tenê siyasetmedarên Kurd û DEM Partiyî, lêbelê bi hezaran kesên ku fikrên xwe tînin ziman, rexne dikin û muxalefetê dikin ji Girtîgeha Kandirayê bigire heta hemû girtîgehên welêt bi neheqî di girtinê de ne. Di nava van 10 salên borî de hiqûq hat rawestandin û di warê edaletê de qelsiyek mezin çêbû. Niha li pêşiya me du rê hene: Em ê bitirs û tirsên borî bi rêbaza bêhiqûqiyê bidomînin, an jî em ê birînên borî bi hiqûqeke demokratîk derman bikin. Em aştiyeke ku tê de birînên borî bên dermankirin dixwazin. Pêvajoya aştiyê ji bo dermankirina van birînan e. PKKê xwe fesix kiriye û li sînorên Tirkiyeyê tu kampên ku ‘tehdîdê’ çêbikin neman. Niha divê gavên yekalî yên dîrokî bersivekê bibînin.

Di vê serdema ku em hewl didin serdema şer biqedînin. Divê pêşî Hevserokên me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî yên wekî Can Atalay, Selçuk Kozagaçlı, girtiyên Geziyê û Kobaniyê demildest werin berdan. Ev ne lutif e; ev deynê dewletê yê li hemberî hiqûqê ye. Divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û DMMEyê bê şert û merc bên cîbicîkirin û qeyûmên ku li şûna îradeya gel hatine danîn werin rakirin. Di heman demê de, divê rê li ber darizandina bêgirtî ya şaredar û rêveberên bajêr jî vebe. Bêyî azadiya raman, çalakî û rêxistinbûnê, em nikarin aştiyê qezenc bikin û demokrasiyê ava bikin. Ji ber wê em bi dengekî bilind dibêjin: Azadî ji bo hemû girtiyên siyasî!”

Girtîgeha Edîrneyê

EDÎRNE

‘Heya ku yek girtiyê siyasî hebe wê têkoşîna me bidome’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî pişti serdana Demîrtaş, li peşîya Girtîgeha Edîrneyê daxuyanî da.

Tulay Hatimogullari diyar kir ku piştî hevalan wan hatin girtin rejîmeke nû, ango ‘rejîma qeyiman’ li welat dest pê kir û wiha got: “Qeyim li Wanê û li gelek bajarên Tirkiyeyê hatin danîn. Li zanîngeh û cihên kar jî rejîma qeyûman xwe nîşan da. Ev yek ne tenê bi qadên Kurdan re sînorkirî ma, li hemû mûxalefetê belav bû. Ev rêbaz, ne tenê di dîroka HDP’ê de, lê li hemû mûxalefetê hat sepandin. Niha Serokê Şaredariya Stenbolê yê hilbijartî birêz Ekrem Îmamoglu û gelek şaredarên hilbijartî di girtîgehê de ne. Ev yek nîşan dide ku ew rejîma ku di 4ê Mijdarê de dest pê kir, niha li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Em rejîma qey,man qebûl nakin. Bila Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên Kobaniyê tavilê bên berdan. Çimkî hevalên me deryasayî di girtîgehan de ne. Birêz Selahattîn li ser pêyan e û dibêje, ‘Silav û hezkirina xwe ji hemû gelên Tirkiyeyê re dişînim’. Wî diyar kir ku ew ê di şert û mercên girtîgehê de piştgiriya xwe ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bidomîne û dibêje, ‘Me li ser vê axê bedelên giran dan, lê çi dibe bila bibe em ê hewldanên aştiyê qut nekin’. Heya ku hemû girtiyên siyasî azad bibin, wê têkoşîna me bidome. Hevalên me yên li hundir têkoşîna xwe didomînin, em ê jî li derve ji bo avakirina sîstemeke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin. Heya ku yek girtiyê siyasî hebe, wê têkoşîna me bidome.”

Etîket: Darbeya 4ê Mijdarêfîgen yuksekdagselahattin demirtaşTulay HatimogullariTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Darbeya 4ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê hate şermezarkirin

Darbeya 4ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê hate şermezarkirin

4 MIJDAR 2026
Di salvegera 4 Mijdarê de bang kirin: Biryarên DMMEyê pêk bînin

Di salvegera 4 Mijdarê de bang kirin: Biryarên DMMEyê pêk bînin

4 MIJDAR 2026
Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

Salvegera darbeya 4ê Mijdarê: Vîna jinên têkoşer têk neçû, bi ser ket

4 MIJDAR 2026
Hatîmogullari: Li benda çi ne, azadiya birêz Ocalan pêk bînin

Hatîmogullari: Li benda çi ne, azadiya birêz Ocalan pêk bînin

3 MIJDAR 2026
Hevserokên DEM Partiyê serdana nobeda Dayikên Aştiyê kirin

Hevserokên DEM Partiyê serdana nobeda Dayikên Aştiyê kirin

2 MIJDAR 2026
‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

30 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne