Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ku bi boneya salvegera darbeya 4ê Mijdarê ya li dijî HDPê li ber Girtîgeha Sîncanê axivî û bang li desthilatê kir û got: “Hemû hevalên me yên di doza kumpasê ya Kobanê de girtî divê demildest bên berdan. Aştî bi berdana hemû girtiyên siyasî pêkan e.”
Rêxistina DEM Partiya ya Enqereyê bi tevlibûna Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, bi boneya salvegera darbeya 4ê Mijdara 2016an a li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Girtîgeha Sîncanê serdana jinên girtî kir. Piştî serdanê li ber girtîgehê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Ji bo aştî û demokrasiyê azadî bo girtiyên siyasî” dinivisî rakirin û dirûşmeyên, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Ji şer re na aniha aştî” berz kir.
Berdevla Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ku di daxuyaniyê de axivî bi lêv kir ku darbeya 4ê Mijdarê nîşan daye ku siyaset çawa tê hedefgirtin û wiha axivî: “Hem li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd astengiyeke mezin bû û hem jî ji mafê xwe îfadekirinê re darbeyek bû. Di serî de Hevserokên me yên giştî Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş û hevalên me yên siyasetmedar hatin girtin. Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em bang dikin ku dawî li vê girtina li dijî hiqûqî bînin û hevalên me berdin. Hemû sepanên li dijî hiqûqî di 5ê Mijdarê de destpêkir. Ew sepan ku li dijî vê pêvajoyeyê divê bi dawî bibe. Astengiya li pêşya çareseriya Kurd jî sepanên darbeyê ya desthilatê ye. Divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan pêk werin û hevalên me bên berdan. Lê di serdema ku em qala aştiyê dikin de hê jî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk nayê.”
‘Aştî bi berdana hemû girtiyên siyasî pêkan e’
Halîde Turkoglu destnîşan kir ku doza kumpasê ya Kobanê hatiye pûçkirin û wiha got: “Li dijî hişmendiya DAIŞê hevalên me piştgiriya gelê Kobanê kririn. Hevalên me di hundir de jî li ber xwe didin. Em jî li vir dibêjin; Hevalên me yên ku têkoşîna aştiyê û jiyaneke bi rûmet didin divê demildest bên berdan. Hemû hevalên me yên ji doza kumpasê ya Kobanê de girtî ne divê demildest bên berdan. Aştî bi berdana hemû girtiyên siyasî pêkan e.”
Halîde Turkoglu piştre jî peyama Zeynep Karaman a ji Doza Kobanê girtî ye xwend.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” ve bi dawî bû.













