Di serdema niha de ku qeyranên aborî û ekolojîk cîhanê dixin nava tengasiyê, civakên xweser bi modelên xwe yên komînal dibin bersiv. Ji kooperatîfên Longo Maî û Marînaledayê yên li Ewropayê heta gundê ekolojîk ê jinan a Jinwarê ya li Rojavayê Kurdistanê tecrubeyên cîhanî nîşan didin ku jiyaneke bêserdestî, ekolojîk û xwetêrker ne utopya ye, rastiyeke zindî ye.
Îro li seranserê cîhanê çalakiyên xwendekar û ciwanan pêş dikevin. Sedemên çalakiyan bi taybetî, şertên dibistanan ên dijwar, bihayên xaniyan û bi giştî bihabûna jiyanê ne. Modernîteya Kapîtalîst roj bi roj şert û mercên jiyanê dijwartir dike. Qeyrana kapîtalîzmê nikare rêyeke din veke û zordariya xwe dijwartir dike. Di nav pergala serdestên xwînmêj de civak difetise û ji xwe re li rêyan digere. Ev yek jî nîşan dide ku di bin banê kapîtalîzmê de jiyîn ne gengaz e. Li hemberî vê pergalê, sekna xwerêvebirinê û destxistina mafên jiyanî pêşdikeve. Pêdiviya komunalîzmê û têkbirina Modernîteya Kapîtalîst roj bi roj dibe hewcedariyeke jiyanî. Di cîhanê de civakên komunal ên nûjen dermanbûna xwe ya li hemberî qeyranên kapîtalîzmê tînin rojevê. Ev yek jî berê me dide komunên nûjen ên derveyî pergala kapîtalîst.
‘Ez’ an jî ‘Em’
Komînbûn û komînalîte, şêwazekî jiyanê û rêxistinkirina civakî ye ku li ser bingeha hevkariyê, parvekirinê, biryardana hevpar û wekheviyê ava dibe. Ev model li şûna ferdperestî û berjewendiyên takekesî, hêza civakî û jiyana bi hev re derdixe pêş. Komînalîte, felsefe û pergaleke civakî ye ku têkiliyên aborî, siyasî û çandî li gorî pîvanên kolektîf saz dike. Li vir desthilatdariya navendî ya tund tune ye. Li şûna wê, xwerêveberî, dadperweriya civakî û hevgirtin hene. Di komunê de “ez” vediguhere “em”.
‘Bêyî komînê civak nabe xwedî îrade’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komînalîteyê wekî şaneya herî biçûk a civakê pênase dike. Abdullah Ocalan netew-dewlet wekî qefesekê dibîne ku dixwaze civakê di nav yek netewe, yek ziman û yek çandê de bihelîne. Cewhera dewletê zor û desthilatdarî ye. Dewlet hêza biryardayînê desteser dike, komînalîteyê dikuje û civakê bêvîn dihêle. Li gorî Abdullah Ocalan, di komînalîteyê de “exlaq” wijdan û pîvanên civakê ye, “polîtîka” jî hişê wê yê ku pirsgirêkan çareser dike ye. Heke civakek dev ji polîtîkayê berde û wê dewrî dewletê bike, ew mehkûmî koletiyê ye. Komînalîte tenê di civakeke de ku ferdên wê bi xwe polîtîk in û exlaqê xwe diparêzin, pêk tê.
Di paradîgmayê de, koletiya yekem di dîrokê de li ser jinê hatiye pêkanîn. Abdullah Ocalan destnîşan dike ku heta ev koletiya kûr a pênc hezar salî neyê şikandin, koletiya çîn û neteweyan jî çareser nabe. Ji ber vê, avakirina civaka komînal rasterast bi şikandina pergalên baviksalar (mêrserdest) û rizgariya jinê ve girêdayî ye.
Armanc ne kombûna sermayeyê ye

Li dijî kapîtalîzma ku li ser bingeha “kar (qezenc) û mezinbûna bêsînor” dixebite, aboriya komînal xwe dispêre pêdiviyên rasteqîn ên civakê. Amûrên hilberînê bi rêya kooperatîfan di destê civakê de ne û armanc ne kombûna sermayê ye, lê debara hevpar û jiyaneke birûmet e. Komîn hewl didin ku xwarin, stargeh, perwerde û tenduristiya xwe bi derfetên xwe yên herêmî peyda bikin.
Kapîtalîzm, xwezayê wekî “çavkaniyeke mirî ku divê bê talankirin” dibîne. Têkiliya mirovan û xwezayê li ser talankirinê nîne. Di komînalîteya Abdullah Ocalan de xweza bedeneke zindî ye. Mirov û civak ne serdestên xwezayê ne, beşek ji wê ne. Jiyana bêyî pîvanên ekolojîk, dibe sedema têkçûna gerdûnê.
Avakirina komînê ne tişteki ji nişka ve ye
Avakirina komînê ne pêvajoyeke ji nişka ve ye, li ser gavên pratîkî û rêxistinkirî dimeşe. Komînên nûjen li şûna ku tenê îdeolojiyeke teorîk bin, wekî bersiveke li hemberî modernîteya kapîtalîst, qeyranên ekolojîk, tenêbûna ferdî û xirabûna têkiliyên civakî derketine holê. Îro li seranserê cîhanê gelek modelên komînal ên pratîkî hene ku di ast û şêwazên cuda de dixebitin.
Li Rojava bi pêşengiya jinan û vejîna komînal modela Jinwarê

Jinwar, gundekî jinan e ku li Rojavayê Kurdistanê, li herêma Cizîrê hatiye avakirin. Ev gund, yekbûna sê stûnên sereke yên paradîgmaya Abdullah Ocalan e. Jinwar ne tenê gundekî aborî yan ekolojîk e, berî her tiştî projeyeke îdeolojîk e ku li ser felsefeya “Jineolojiyê” hatiye avakirin. Jinwar vegera li hevgirtin û koka civaka xwezayî a komînal e. Gund bi “Meclîsa Jinwarê” tê birêvebirin. Jin bi xwe biryarên jiyana xwe digirin û pirsgirêkên xwe çareser dikin. Li dijî betonbûn û endustriyalîzma kapîtalîzmê, xaniyên Jinwarê ji aliyê jinan bi xwe ve, ji axê (kerpîç û herî) hatine çêkirin. Jiyan li ser bingeha hevsengiya bi xwezayê re, bi enerjiya paqij û çandiniya ekolojîk tê meşandin.
Komînalîte ne xeyalek e
Li gund pergala xwediyê kar û karker tune ye. Zevî û amûrên hilberînê yên hemû gundiyan in. Jin bi pergala kooperatîfan çandiniyê dikin, pez xwedî dikin, nanê xwe dipêjin û berhemên xwe li gorî pêdiviyan parve dikin. Ev pergal, alternatîfek e li dijî tekelbûna kapîtalîzmê. Jinwar cihê jiyaneke nû ye ji bo jinên ku ji ber tundiya pergalên baviksalar, şer û zextan mexdûr bûne. Di nav gund de akademiya perwerdeyê, xwaringeha hevpar û navenda tenduristiya xwezayî ya bi navê “Şîfa Jin” hene.
Jinwar, di pratîkê de îsbat dike ku têgeha “Komînalîteyê” ya ku Abdullah Ocalan behs dike, ne xeyalek e. Ew bi zanebûn, ked û vîna jinê dikare bibe jiyaneke nû û bibe bersiv ji qeyranên pergala kapîtalîst re.
Vegera li xwezayê û xweseriyê: Ekovîla

Ekovîla (Gundên Ekolojîk), pergaleke komînê ya nûjen e û li gelek derên cîhanê belav bûye. Li cîhanê Jinwar (Rojava), Findhorn (Skoçya) û Auroville (Hindistan) mînakên navdar in. Civakên ekovîlayan bi armanca jiyaneke domdar a civakî, aborî û ekolojîk tên avakirin û bi temamî li dijî çanda xerckirinê ya modernîteya kapîtalîst disekinin. Cewhera ekovîlayan li ser hevsengiya mirov û xwezayê û avakirina têkiliyên komînal hatiye rûniştandin.
Avahî bi materyalên xwezayî wekî ax, dar û kerpîçan tên çêkirin. Enerjî ji çavkaniyên nûvekirî wekî tav û bayê tê hilberandin û çandiniya xwezayî bêyî dermanên kîmyewî tê kirin. Armanc sifir çop û paşvegerandin e. Biryarên gund ne ji aliyê desthilatdariyekê ve, bi tevlîbûna hemû niştecihan û zêdetir bi rêbaza lihevkirinê tên girtin.
Li şûna pêşbirka qezencê, sîstemeke kooperatîf, parvekirin û piştevaniyê heye. Armanc ew e ku gund pêdiviyên xwe yên bingehîn bi xwe hilberîne û girêdayîbûna bi bazara tekel a kapîtalîst re heta ku gengaz be qut bike.
Li dilê Ewropayê berxwedana aborî: Marînaleda û Longo Maî

Marînaleda, bajarokekî biçûk ê li herêma Endulus a Spanyayê ye û di cîhanê de wekî yek ji mînakên herî balkêş ên pratîka komînal û antîkapîtalîst tê naskirin. Bajarokekî çandiniyê ye ku bi têkoşîna gundiyan erd ji axayan hatiye stendin.
Li vî bajarokî erd û kargehên hilberînê yên kooperatîfê ne. Her kes heman mûçeyê digire û bêkarî hema bibêje qet tune ye. Kesên ku hewcedarî xaniyan in, malzemeyan ji şaredarî û dewletê distînin û xaniyên xwe bi awayekî komunal ava dikin. Kirêya mehane ya van xaniyan dora 15 Euroyan e. Biryarên girîng ên gund ne tenê ji aliyê şaredar ve, di civînên giştî yên meclîsên gel de bi beşdariya eşkere ya hemû gundiyan tên girtin. Ev gund nîşan dide ku jiyana komînal li derveyî kapîtalîzmê pêkan e.
Longo Maî

Longo Maî toreke kooperatîfên çandiniyê yên antîkapîtalîst e ku di sala 1973yan de ji aliyê komeke ciwanên çepgir û anarşîst ve li Ewropayê, bi taybetî li Fransayê hatiye avakirin. Ev tevger, di nava dilê Ewropaya kapîtalîst de mînakeke dîrokî û zindî ya jiyana komînal e. Wan armanca jiyana xwetêrker daniye pêşiya xwe; nanê xwe dipêjin, kincên xwe ji hiriyê çêdikin, sebze û fêkiyên xwe bêyî kîmyewiyan diçînin û sewalkariyê dikin.
Desthilatdariyek nîne
Li kooperatîfên Longo Maiyê milkê taybet tune ye. Xanî, erd û amûrên hilberînê yên hemû civakê ne. Kes mûçeyekî taybet nastîne û pergala pereyan di navbera wan de derbas nabe. Hemû pêdiviyên jiyanî yên kesan ji kaseya hevpar tên pêşwazîkirin. Ev yek, ramanên Abdullah Ocalan ên aboriya komînal, li dijî kombûna sermayeyê bi tevahî pratîze dike. Li vir tu serok, rêveber an desthilatdariyek li jor nîne. Biryarên li ser hilberîn û jiyanê di civînên meclisê de tên girtin. Heta ku hemû kes li hev nekin, biryar nayên standin. Longo Maî sînorên dewlet û neteweyan nas nake. Wan li Swîsre, Awistiryayê û Romanyayê jî komun vekirine. Dîsa wan deriyên xwe ji penaberan, kesên bêwar û yên ku ji aliyê sîstemê ve hatine perçiqandin re vekirine.
Zehmetiyên li pêşberî Komînalîteyê

Zehmetiya herî mezin ew e ku ev model wekî li Rojavayê, di nav şer û dorpêçên aborî de tê avakirin û netewe-dewletên derdorê vê yekê wekî metirsiyekê li ser hebûna xwe dibînin. Zehmetiyeke din jî têkoşîna li dijî paşverûtiya hezar salan a nava civakê bi xwe ye, wekî taybetmendiyên feodal, dewletparêz û mêrparêz.
Her çi qas li hemberî pêkanîna Civaka Komunalîst zehmetî hebin jî, çareseriya qeyranên aborî, ekolojîk û civakî “Civaka Komînal, Exlaqî û Polîtîk” e. Ev model wekî alternatîfeke gerdûnî derdikeve pêşberî me.













