Rêveberiya qeyima a li ser Şaredariya Colemêrgê di rapora xwe ya ji bo KDKê şandiye de ragihandiye ku 32 milyon û 410 hezar lîre deynê wan ji bo bac û SGKyê heye û hacîz danîne ser hemû wesayît û milkên şaredariyê yên neguhêzbar.
Şaredariya Colemêrgê ku ev nêzî 10 sal in di bin rêveberiya qeyim de ye, di bin deynan de fetisî ye. Hat zanîn ku rêveberiya qeyim tu deynên xwe nedane, lewma saziyên ku şaredarî deyndarê wan e, serî li Saziya Venêrîna Giştî (KDK) dane. KDKê raporek ji şaredariyê xwest û diyar kir ku divê şaredarî rewşa xwe ya aborî vebêje. Di bersiva şaredariyê de derket holê ku hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê di bin hacîzê de ne û pirsgirêkeke aboriya giran dijî.
Li gorî rapora rêveberiya qeyim deynê bacê 3 milyon û 901 hezar lîre û deynê SGKê jî 28 milyon û 509 hezar lîre ye. Bi vî awayî, bi giştî deynê bac û SGKê digihîje 32 milyon û 410 hezar lîreyan. Hat zanîn ku ji bo hemû dosyayên ku deynên wan nehatine dayîn, îcraya mecbûrî hatine destpêkirin û faîza ku zêde dibe, barê deynê girantir kiriye. Hat diyakirin ku di encama van kiryarên îcrayê de, li ser hemû wesayît û milkên neguhêzbar ên şaredariyê tedbîrên hacîzê hatine danîn.













