Karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Amedê ku ji kar hatibûn derxistin û bi şîrketa Gurbag re li hev hatibûn, carek din dest bi çalakiyê kir.
Karkerên girêdayî Sendîkaya Yapi- Yol Îşê yên ku di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitîn û ji kar hatibûn derxistin, piştî ku şîrketa Gurbagê mafê wan neda carek din dest bi çalakiyê kir. Karkerên ku di 30ê îlonê de dest bi grevê kiribûn piştî berxwedana 17 rojan daxwazên xwe bi şîrketa Gurbagê dabûn qebûlkirin û li bendê bûn ku duh pereyê wan were dayîn. Di hevdîtin duh hatin kirin de şîrketa Gurbagê ji karkeran re gotiye ku ‘Em pere nadin we’ li ser vê gotina şîrketa Gurbagê karkeran îro carek din li ber avahiya nexweşxaneyê dest bi çalakiyê kir.
Karkerên ku serê sibê ketin qada nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li dijî êrîşa polîsan karker çûn ser banê nexweşxaneyê û çalakiya wan berdewam dike. Li ser vê çalakiya karkeran gelek ambulanns û tîmên îtfaiyeyê çûn cihê çalakiya karkeran.









