* Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay derbarê daîre û midûriyetên taybet ên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê zikmakî werin avakirin de diyar kir ku divê wezaret demek zû bersiv bide serlêdana wan da ku ew dest bi avakirina daîreyan û midûriyetên ziman bikin.
* Hevserokê Meclisa DEM Partiyê ya ÎBByê Abdulcabbar Bariş diyar kir ku wan xwestiye di nava ÎBByê de Midûriyeta Parastina Zimanan were damezrandin û wiha got: “Daxwaza zimanê Kurdî ji bo me daxwazeke esasî ye. Em bi rayedarên şaredariyê re civiyan û me daxwaza avakirina midûriyeta parastina zimanan kir. Rayedaran jî vê daxwaza me bi kêfxweşî pêşwazî kir. Li ser mijarê danûstandinên me didomin. Em difikirin ku di mehên pêşiya me de wê ev midûriyet were avakirin.”
* Endamê Komîteya Koçberan a Girê Spî Sebrî Mistefa derbarê êrişa li ser koçberan de axivî û diyar kir ku hin alî bi rêya propagandaya reş dixwazin pêvajoya vegerê asteng bikin û şerê Kurd û Ereban derxînin û da zanîn ku tevî hişyariyan jî koçber bi êrişê re rû bi rû mane.
* Kolektîfa Polen Ekolojiyê ji bo qadên îhaleya madenê, biryarên rûxsetê û pêvajoyên ÇEDê nexşeyeke balkêş amade kiriye. Dema mirov nexşeyê parzûn dike û li rewşa bajarên Bakurê Kurdistanê dinêre ji bo hezaran qadan biryara rûxseta derxistina madenê hatiyê dayîn û ji vê zêdetir jî biryarên rapora ÇEDê hene.
* Rojnameger Zubeyde Cacan ku li Fransayê bûyerên civakî ji nêz ve dişopîne bal kişand ser zextên nedîtî yên li dijî çalakger û rojnamegeran û wiha got: “Li welatekî ku xwe demokratîk pênase dike û dersa demokrasiyê dide welatên din, rûdana van tiştan nakokî û bêrûmetiyeke mezin e.”
* MEBYA-DERa Sêrtê dê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê li eywanek dawetê ya li Sêrtê mewlûdê bide. (12:00)










