Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar û Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren serdana rêveberiya nû ya Baroya Amedê kir.
Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Prof. Dr. Mîthat Sancar û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren serdana rêveberiya nû ya Baroya Amedê kir. Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn û rêveberên baroyê pêşwazî li heyeta DEM Partiyê kir.
Heyeta DEM Partiyê û rêveberiya baroyê di serdanê de qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, serweriya hiqûqê û misogeriya hiqûqî ya çareseriya demokratîk kir û li ser van mijaran gotûbêj kir.














