• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaxên SESê ya Amedê û Şirnexê kongreyên xwe li dar xist

    Şaxên SESê ya Amedê û Şirnexê kongreyên xwe li dar xist

    Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir

    Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir

    Li Cizîrê cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

    Li Cizîrê cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

    Ji Îzmîrê banga ji bo girtiyan: Girtiyên nexweş berdin û dawî li taloqkirina înfazê bînin

    Ji Îzmîrê banga ji bo girtiyan: Girtiyên nexweş berdin û dawî li taloqkirina înfazê bînin

    YBŞ-YJŞê peymana bi Bexdayê re ragihand: Şervanê me beşdarî ewlehiya federal dibin

    YBŞ-YJŞê peymana bi Bexdayê re ragihand: Şervanê me beşdarî ewlehiya federal dibin

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îzmîr / AW

26 COTMEH 2026 - 13:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Îzmîrê MED TUHAD-FED Û EGE TUHAY-DER derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de li ber Edliyeya Bayrakliyê daxuyaniyek dan û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên giran û taloqkirina înfazan û ev bang li rayedaran hate kirin: “Ji bo ku hêviyên aştiyê veguherin rastiyê, divê dawî li bêhiqûqiyan bê anîn û gavên berbiçav ên ku rêya aştiyê vedikin demildest bên avêtin.”

Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER), derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê daxuyaniyek dan û çalakiya rûniştinê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê tehliyekirinê nayê astengkirin. Bila dawî li taloqkirinên înfazan bê” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ya bi Kurmancî ji aliyê Emîne Bozdag ve û ya bi Tirkî jî ji aliyê Ayfer Yildirim ve hate xwendin.

‘Girtî demildest dixwazin tevkariya pêvajoyê bikin’

Emîne Bozdag bal kişand ser Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku nêzî du sal in berdewam dike û destnîşan kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdemeke nû dest pê kiriye. Emîne Bozdag da zanîn ku dayik û malbat li benda vekirina deriyên girtîgehan in û wiha got: “Hêvî û bendewariya girtiyên siyasî ew e ku bigihîjin azadiya xwe û rojek berî rojekê tev li jiyana civaka demokratîk bibin û di şert û mercên azad de tevkariyê li vê pêvajoyê bikin. Lê belê li girtîgehan binpêkirinên mafan bi îsrar berdewam dikin, cezayê girtiyan qediya ye jî berdana wan tê taloqkirin û înfazên wan tên şewitandin.”

Rewşa girtiyên nexweş ên giran

Emîne Bozdag destnîşan kir ku bi dehan girtiyên nexweş ên giran di nava şert û mercên giran de têne ragirtin û navê girtiyan û rewşa nexweşiya wan yek bi yek rêz kir:

* Alî Tetîk ê ku li girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 2yemîn tê ragirtin nexweşiya penceşêr lê peyda bûye.

* Bulent Koç ê ku li Girtîgeha Bûrhaniyeyê tê ragirtin nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye.

* Habîp Boga yê ku li Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 3yemîn tê ragirtin nexweşiya şîzofreniyê lê peyda bûye.

* Mehmet Saît Yildirim ê ku li Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 1emîn Tîpa Fyê tê ragirtin qelbê wî stent kirî ye û xwedî gelek nexweşiyên giran e.

* Mehmet Salîh Fîlîz ê ku li Girtîgeha Bodrumê tê ragirtin nexweşiya penceşêrê ya rûviya lê peyda bûye, tuberkuloz e û hestiyên wî dihelin.

* Sekvan Becerîklî yê ku li Girtîgegeha Îzmîrê ya Jimara 2yemîn tê ragirtin nexweşê epîlepsîyê lê peyda bûye.

* Comert Bozkûrt Alzaymir û fitiqa piştê pê re heye.

* Sercan Gumuş, nexweşiyên weke dil, tansiyona zêde û KOAHê lê peyda bûne.

Emîne Bozdag diyar kir ku berdana girtiyên nexweş ên giran û kesên wekî Egîd Yalçiner û Ercan Gumuş ên ku înfazên wan bi awayekî kêfî hatine taloqkirin, divê demildest bê pêkanîn.

Bangewaziya li rayedaran

Emîne Bozdag bi bangewaziya li rayedaran dawî li daxuyaniyê anî û got: “Di serî de em bang li birêz Serokkomar û Wezareta Dadê, saziyên têkildar ên dewletê û rayedaran dikin; Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku em tê de ne, di nav hemû gelan û aliyên civakê de hêvî, bawerî û biryardariyeke mezin ava dike. Ji bo ku ev hêvî veguherin rastiyê, divê dawî li bêhiqûqiyan bê anîn û gavên berbiçav ên ku rêya aştiyê vedikin demildest bên avêtin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: EGE TUHAY-DERgirtiyên nexweşMED TUHAD-FED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hatîce Yildiz a 77 salî hê girtî ye: Ji bo girtiyên siyasî qanûn cuda tê bikaranîn

Hatîce Yildiz a 77 salî hê girtî ye: Ji bo girtiyên siyasî qanûn cuda tê bikaranîn

26 COTMEH 2026
Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

25 COTMEH 2026
‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

23 COTMEH 2026
‘Heke behsa aştiyê bê kirin divê ev yek ewilî xwe di zindanan de bide nîşandan’

‘Heke behsa aştiyê bê kirin divê ev yek ewilî xwe di zindanan de bide nîşandan’

9 COTMEH 2026
Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

3 COTMEH 2026
Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

3 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne