Amed – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê di civîna bi rêxistin û partiyên Kurdistanî re hatiye lidarxistin de axivî û wiha got: “Em dixwazin yekîtiya xwe û pêvajoyê bi hev re nîqaş bikin. Wêneya me li Hewlêrê belav kir, ji gelê me re bû moral. Em dixwazin di pêvajoyek wiha girîng de yekîtiya Kurdan saz bikin.”
DEM Partiyê li Amedê bi partiyên Kurdistanî re derbarê yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurd û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de civînek li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Mîthat Sancar, parlamenterên DEM Partiyê, nûner, rêveber, serok û hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, KDP-T, KKP, Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), DDKD, PDK Bakur, Komeleya Şêx Seîd, Bizava Aştiya Navxweyî di civînê de amade bûn.
‘Em yekîtiyê û pêvajoyê bi hev re nîqaş bikin’
Beriya civîn dest pê bike Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û diyar kir ku armanca civîna wan ew e ku ew li ser yekîtiya Kurdan biaxivin û pêvajoyê bi hev re nîqaş bikin. Bakirhan anî ziman ku ew dixwazin li ser pirsgirêkên xwe biaxivin û got: “Em dixwazin her kes nirxandin, pêşniyar, rexneyên xwe bi zimanek azad bîne ziman.”
‘Wêneya li Hewlêrê moral da gelê me’
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ew bi vê civînê dixwazin wêneyeke xurt ê yekîtiyê bidin gelê Kurd û wiha got: “Gelê me jî tiştek wiha dixwaze. Gelê me ji tiştên wiha pirr memnûn dibe. Em çûbûn Hewlêrê foruma MERIyê û ji sê parçeyên Kurdistanê rêxistin û partiyên me hatin li cem hev. Me wêneyek da raya giştî. Ev wêne di nav miletê me de moralek baş derxist holê. Em her dem nayên cem hev, em dixwazin ji niha şûn ve dem bi deman wiha werin cem hev û li hev bicivin. Em dixwazin bi hev re bi rê ve biçin û hev hêz bikin. Di pêvajoyek wiha girîng de yekîtiya Kurdan hem navxweyî hem jî li Rojhilata Navîn girîng e.”
Piştî axaftina Bakirhan, civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.












