Amed – 3yemîn Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan a Şaredariya Peyasê ne tenê cihê firotina berheman e, di heman demê de bûye qada hevgirtin û piştevaniya jinan.
Şaredariya Peyasê di qada xebatên jinan de di gelek beşan cuda de kargehên keda jinan dide meşandin û ji bo keda jinan were dîtin 3yemîn Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan a Şaredariya Peyasê li dar xist. Mîhrîcana ku 3 rojan berdewam kir ne tenê cihê firotina berhemên hatine hilberandin e. Qada mîhrîcanê di heman demê de bûye qada hevgirtin û piştevaniya jinan. Her standek a ku berhemên jinan lê tên firotin, çîrokeke cuda ya kedê û têkoşînê vedihewîne. Jinên ku berhemên xwe danîn li ser standan, diyar kirin ku ew ji nîşandana keda xwe pir kêfxweş in.












