• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîteke dijîtal

    Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîteke dijîtal

    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

    Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2026an

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Omer Demîr / AW

22 COTMEH 2026 - 09:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Edîtorê Kurdî yê Bîanetê rojnameger Aren Yildirim diyar kir ku desthilat naxwaze gel geşedanên li Tirkiyeyê diqewimin bizane, lewma sansurê hem li dijî gel hem li dijî medyayê bi kar tîne û wiha got: “Êdî sansur bûye tecrîdeke dîjîtal. Divê civak bi hemû dînamîkên xwe ve li dijî vê sansurê bisekine.”

Ev demeke kuk li dijî Çapemeniya Azad û çapemeniya rexnegirt a Tirkiyeyê sansur û astengkirinên zêde tên pêkanîn. Her roj malper, hesabên medya dîjîtal ên astngkirin, girtin û qedexekirin. Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê (ÎFOD) derbarê astengkirina malperan û sansurê de raporek eşkere kir. Li gorî rapora komeleyê, di meha Îlonê de herî kêm 1270 malper û hesabên li ser Xê hatine astengkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî da zanîn ku di meha Îlonê de xwegihandina 3 hezar û 491 naverokên medyaya dîjîtal hatiye astengkirin û hesabên saziyên çapemeniyê û rojnamegeran, tevî gelek hesabên medyaya dîjîtal, hatine girtin. Sazî û dezgehên çapemeniyê dê di 24ê Cotmehê de li dijî van pêkanînan li gelek bajaran dakevin qadan.

Edîtorê Kurdî yê Bîanetê, rojnameger Aren Yildirim, derbarê sansur, astengî û qedexekirinê axivî.

‘Desthilatdar dixwaze li Tirkiye û Rojhilata Navîn rastiyê ji gel veşêre’

Aren Yildirim diyar kir ku divê di serî de nêzikatiya desthilatdariyê ya li dijî çapemeniyê re were zanîn û got: “Desthilatdar ji sala 2016an heta niha, bi awayekî sîstematîk sansurê li dijî medyaya serbixwe, azad û alternatîf wekî gefekê bikar tîne. Desthilatdar naxwaze gel ji tiştên ku diqewime û bûyerên ku li Tirkiyeyê pêk tên, agahdar bibe. Herwiha naxwazin gel ji gendeliyên ku tên kirin û bêhiqûqiyên ku di nava civakê de pêk tên agahdar bibe. Ji ber vê yekê sansurê hem li dijî gel û hem li dijî medyayê bi kar tînin. Ev şêwaz jî tiştekî wiha derdixe holê, êdî sansur bûye tecrîteke dîjîtal. Desthilatdar dixwaze bi vê rêbaza sansurê mafê agahîgirtinê û mafê zanyariyê yê gel sînordar bike û pêşî li belavbûna naverokên agahdarkirinê bigire. Desthilatdar dixwaze li Tirkiye û Rojhilata Navîn rastiyê ji gel veşêre. Ji ber vê yekê zêdetir li ser medyayê û rojnamegeran gefan dixwin. Di heman demê de rojnamegeran desteser dikin. Malperên saziyên serbixwe asteng dikin û rê li ber wan digirin. Mebesta wan ew e ku neheqî û bêhiqûqiyên ku dikin, negihijin gel û bi vî awayî wan tiştan zêdetir bikin.”

‘Sekna wan dema zext li dijî medyaya Kurdî pêk tên diguhere’

Aren Yildirim destnîşan kir ku divê pêşî ev dubendî û cudahiyên ku di navbera medyaya alternatîf, serbixwe û Kurdî de hene, ji holê rakin û wiha axivî: “Divê em li dijî van zextan bisekinin û berxwe bidin. Wekî mînak, hesabên Ajansa Welat û Ajansa Mezopotamyayê di demeke nêz de hatin astengkirin. Lê ev astengî di nav medyaya alternatîf a muxalefetê de cih negirt.

Wekî ku zext li ser medyaya alternatîf tê kirin, heman zext li dijî medyaya kurdî jî pêk tê. Lê sekna wan dema zext li dijî medyaya kurdî pêk tê diguherê. Divê ev cudahî ji holê bê rakirin da ku rojnameger bikaribin li dijî zextan bi hev re, bi hemû reng, deng û cudahiyên xwe bisekinin û helwestekî hevpar were çêkirin. Tenê yekdengî dikare li pêşiya zextan bigire.”

‘Divê civak bi hemû dînamîkên xwe ve li dijî vê sansurê bisekine’

Di berdewama axaftina xwe de Aren Yildirim anî ziman ku divê nêrînek di navbera çapemeniya azad, serbixwe û saziyên muxalif de were avakirin û wiha domand: “Ji ber desthilatdar hemû saziyên çapemeniyê yek in, hemûyan dike hedef. Divê em bi vê nêrînê nêzî hev bibin. Heke em bi hev re helwestekî hevpar dernexin holê, em ê hemû têk biçin. Jixwe mebesta desthilatdarê jî ev e. Di meşa çapemeniyê de piştgiriya gel pêwîst e. Êrişa ku li ser medyaya alternatîf û medyaya Kurdî pêk tê, ne tenê li dijî çapemeniyê ye, di heman demê de li dijî gel e jî. Divê gel û rojnameger bibin temamkerên hev, bibin yek. Çapemenî dikare êrîşan bi vî awayî rawestîne.”

Di dawiya axaftina xwe de, Aren Yildirim derbarê astengkirina hesabê Xê ya Bîanetê de jî ev agahî dan: “Di 30ê Cotmehê de hesabê Xê ya Bîanetê hate astengkirin. Lê heta niha jî biryareke fermî ji bo astengkirina Bîanetê nehatiye dayîn. Em nizanin hesabê me ji bo çi û kîjan naverokê hatiye astengkirin. Xê ji me re e-nameyek şand û got ku ew biryara hatiye dayîn pêk nayînin û hesabê nagirin. Lê dîsa jî heta niha em nizanin dê çi bibe.”

Etîket: Aren YildirimEdîtorê BîanetêMedyaqedexesansurtecrîda dîjîtalveşartina rastiyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Astengî, sansur, qedexekirin û girtin bû polîtîkaya desthilatê

Astengî, sansur, qedexekirin û girtin bû polîtîkaya desthilatê

16 COTMEH 2026
Îzel Sezer: Desthilatê danîna qeyiman kiriye rêbazek sansura sîstematîk

Îzel Sezer: Desthilatê danîna qeyiman kiriye rêbazek sansura sîstematîk

15 COTMEH 2026
Serokkomarî xwest, Xê hesaba MAyê asteng kir

Serokkomarî xwest, Xê hesaba MAyê asteng kir

14 COTMEH 2026
Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

11 COTMEH 2026
‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

9 COTMEH 2026
MKGê rapora meha Îlonê eşkere kir: Rojnameger û qada dîjîtal di bin zextê de ne

MKGê rapora meha Îlonê eşkere kir: Rojnameger û qada dîjîtal di bin zextê de ne

8 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li stada Amedê kes nikare wê têk bibe 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne