PAKê ragihand ku di saet 09:22yan de, Îranê bi çar mûşekên balîstîk êrişî ser baregeha Artêşa Netewî ya Kurdistanê kir.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku li devera Herîr-Balîsan ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê, Îranê bi çar mûşekên balîstîk êrişî ser yek ji baregehên Artêşa Netewî ya Kurdistanê kir.
Hate diyarkirin ku êriş vê sibehê di saet 09:22yan de hate pêkanîn, lê ji ber valakirina pêşwext a baregehê tu ziyanên canî çênebûne.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê ve, tevî agirbestên dem dem hatin ragihandin jî rejîma Îranê bi berdewam êrişî li ser Herêma Federal a Kurdistanê dike. Di encama van êrişan de qurbanî û birîndar her wiha ziyanên madî çêbûne.













