Bedlîs – Gundê Sûkûrê yê bi ser navçeya Xîzanê ya Bedlîsê ve ev nêzî 100 sal in, bê rê ye. Şêniyên gund bertek nîşanî vê yekê dan û dan zanîn ku rê çûye hîvê lê hê nehatiye Sûkûrê.
Li gundê Sûkûrê yê bi ser navçeya Xîzanê ya Bedlîsê ve di sala 1994an de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin. Gundiyên ku di sala 2000î de vegeriyan ser axa xwe, dîtin ku mal û warên wan hemû hatine xirakirin. Ji ber zor û zehmetiyên wê demê, gundiyan dest bi çêkirina konan kirin. Gundî ji wê demê ve heta niha di wan konan de dijîn.
Ji ber ku rêya gund tune ye, çûn û hatin gelekî zehmet e. Gundiyê bi navê Mahsum Gezîcî bal kişand ser zehmetiyên ku dikişînin û got: “Rê çûye hîvê, lê hê nehatiye gundê Sûkûrê.”
‘100 sal in rêya gundê me tune ye’
Mahsum Gezîcî bal kişand ser nebûna rêya gundê xwe û destnîşan kir ku ev nêzî 100 sal in rêya gundê wan tune ye û wiha got: “Rêya dinya alemê heye, ya me tune ye. Dewlet jî alîkariyê nade me. Mixtarê me jî nabe alîkar. Ne tenê niha, ji dema bapîrên me ve heta niha rê tune ye. Rê çûye heyvê, lê hêj nehatiye gundê Sûkûrê. 100 sal in rewş wiha ye. Bapîr û bavên me jî bê rê bûn. Jiyana me wiha gelekî zehmet e. Di biharê de jî zehmet e, di payîzê de jî. Heta ku em poşetekî tînin, kofikek penêr dibin an jî pezê xwe tînin, em zehmetiyeke mezin dikişînin. Em naxwazin dest ji çiyayên xwe berdin û biçin.”
Şêniyên din ên gund jî bertek nîşanî nebûna dan û xwestin rêya gundê wan were çêkirin.





















