• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îzmîr / AW

20 COTMEH 2026 - 19:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 135an a komkujiyê de li Îzmîrê hatin cem hev û hem ji bo komkujiya Pirsûsê hem jî ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê kirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku nepeniya li ser dosyayan bê rakirin û hemû berpirs bên darizandin.

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê di mehan 135an a Komkujiya Pirsûsê de ji bo bîranîna 33 kesên jiyana xwe ji dest dabûn, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê hatin cem hev, daxuyaniya çapemeniyê dan û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di dema daxuyaniyê de wêneyê kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn hat hildan û pankarta “Dê tu xewn nîvco nemîne” vekirin. Di dema daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Ji Pirsûsê re edalet, ji kesî re edalet” hat berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê girseyê ji aliyê endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Onder Aktaş ve hat xwendin.

Onder Aktaş ji bo yên di Komkujiya Pirsûsê û Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane banga edaletê kir û got: “Di van rojên bi êş ên Cotmehê de; em careke din Komkujiya Gara Enqereyê ya dîsa bi heman êş û hêrsê bi bîr tînin. Di êrişa bombeyên zindî de ku bi dirûşma ‘Em şer naxwazin, aştî niha’ hezaran kesên ber bi Enqereyê ve diçûn hatin armanc girtin, 103 kevokên me yên aştiyê ji nav me koç kirin.”

Onder Aktaş da zanîn ku di rojevê de ye ku hin endamên DAIŞê ji Sûriye û Iraqê radestî Tirkiyeyê bêne kirin; di van lîsteyan de yek ji berpirsên Pirsûsê Îlyas Aydin û bersûcê fîrarî yê Komkujiya Gara Enqereyê ya 10ê Cotmehê Savaş Yildiz jî hene û wiha pêde çû: “Divê hemû berpirsên rastîn bên eşkerekirin û aliyên birêxistinkirî yên li pişt komkujiyên Pirsûsê û 10ê Cotmehê derkevin holê. Divê li dijî hemû kesên ku îhmal yan jî berpirsiyariya wan a bi zanebûn heye, birêvebirên herêmî û îdarî jî di nav de, lêpirsînên serbixwe û bêalî bêne dest pê kirin. Divê biryarên nepenîtiyê yên li ser dosyayan bêne rakirin û bersûcên fîrarî di zûtirîn dem de derkevin dadgehê. Divê her du komkujî jî di çarçoveya sûcên dijî mirovahiyê de bêne nirxandin.“

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komisyona Jinan a KNKê bang li Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

Komisyona Jinan a KNKê bang li Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

20 COTMEH 2026
Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

20 COTMEH 2026
Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

20 COTMEH 2026
Ji bo jinên Sûrê kursa xwendin û nivîsandina Kurdî dest pê kir

Ji bo jinên Sûrê kursa xwendin û nivîsandina Kurdî dest pê kir

20 COTMEH 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Entegrasyona YPJê: Em ê wek hêzeke xweser û taybet cih bigirin

20 COTMEH 2026
Amedspor dixwaze bi dibistana fûtbolê binesaziya xwe xurt bike

Amedspor dixwaze bi dibistana fûtbolê binesaziya xwe xurt bike

20 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne