• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    9 rêxistinên pîşeyî û sivîl ên Rojhilat ji bo Zimanê Kurdî bang kirin

    9 rêxistinên pîşeyî û sivîl ên Rojhilat ji bo Zimanê Kurdî bang kirin

    Di doza destdirêjiya li Sêweregê de 3 gumanbar hatin berdan

    Di doza destdirêjiya li Sêweregê de 3 gumanbar hatin berdan

    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    TUHAD-DERa Botanê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    TUHAD-DERa Botanê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    Otomatik taslak

    ‘We bi kîjan hincetên hiqûqî, berdana Zelîha Ustabaşê taloq kir?’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    9 rêxistinên pîşeyî û sivîl ên Rojhilat ji bo Zimanê Kurdî bang kirin

    9 rêxistinên pîşeyî û sivîl ên Rojhilat ji bo Zimanê Kurdî bang kirin

    Di doza destdirêjiya li Sêweregê de 3 gumanbar hatin berdan

    Di doza destdirêjiya li Sêweregê de 3 gumanbar hatin berdan

    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    TUHAD-DERa Botanê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    TUHAD-DERa Botanê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    Otomatik taslak

    ‘We bi kîjan hincetên hiqûqî, berdana Zelîha Ustabaşê taloq kir?’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

9 rêxistinên pîşeyî û sivîl ên Rojhilat ji bo Zimanê Kurdî bang kirin

Navenda Nûçeyan / AW

19 COTMEH 2026 - 18:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
9 rêxistinên sivîl û pîşeyî ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi daxuyaniyek hevpar bang li hikûmeta Şamê kirin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê nas bike.

Neh rêxistinên pîşeyî û saziyên civaka sivîl ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyek hevpar qedexeyên li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Sûriyeyê hate kirin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê di hemû astên perwerdeyê de nas bike. Îmzevanan her wiha ji rêxistinên navneteweyî û komên mafên mirovan xwestin ku ji bo rakirina van qedexeyan bikevin nava liv û tevgerê.

Qedexekirin bû sedema nerazîbûnan

Di daxuyaniyê de rêxistinan bal kişandin ser destpêkirina sala nû ya xwendinê li Sûriyeyê. Rêxistinan destnîşan kir ku xwendekarên Kurd ên ku berê bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde digirtin, niha bi sînorkirinan re rûbirû ne û perwerdeya bi zimanê Kurdî tenê bi sê saetan sînordare. Rêxistinan diyar kir ku ev qedexe di nav xwendekar û xelkên herêmî de bûn sedema nerazîbûnan û di encamê de gelek ders hatin girtin.

‘Armanc înkarkirina nasnameya Kurdan e’

Di daxuyaniyê de rêxistinan îşaret bi pirrengiya neteweyî, zimanî û olî li Sûriyeyê kir û polîtîkayên rejîma berê ya malbata Esed rexne kir. Rêxistinan da zanîn ku armanc ew e ku nasnameyên Kurdan û komên din ên bindest înkar bikin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev polîtîka betalkirina hemwelatîbûnê ji bo gelek Kurdan û pêkanîna polîtîkayên ‘Erebkirinê’ digre nava xwe û wiha hat domandin: “Pejirandina pirrengiya zimanî û çandî şertek pêş ji bo hevjiyana aştiyane û pêşxistina civakek demokratîk e. Ferzkirina modela ‘yek netew, yek ziman’ li ser komên cûda tenê dê nakokî û cûdakariyê bi xwe re bîne.”

‘Maf hatin sînorkirin’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pergala rêveberiya xweser a li Rojava piştî pêşketinên li Sûriyeyê di sala 2011’an de derket holê, derfetên berfirehtir ji bo naskirina cihêrengiya ziman, çandî û dîrokî ya herêmê afirand. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku lê belê bi hilweşîna rejîma Beşar Esed û guhertinên siyasî û leşkerî yên paşê, mafên bingehîn ên komên etnîkî yên cûda, tevî mafê perwerdeyê bi zimanê dayîkê rastî sînorkirinan hatine.

Banga bi dawîkirina qedexeyan hate kirin

Di daxuyaniyê de rêxistinan bal kişandin ser prensîbên damezrandî yên yasaya navneteweyî û pêdiviyên perwerdê û derûniyên zarokan. Rêxistinan banga bidawîanîna sînorkirinên perwerdê yên li dijî Kurdan û komên din ên zimanî li Sûriyeyê kirin. Her wiha wan tekezî li ser mafê xwendekaran kir ku di hemû astên perwerdeya xwe de bi zimanên xwe yên dayîkê perwerdê bibînin û hevgirtina xwe bi xwendekar, Yekîtiya Mamosteyên Rojava û gelê herêmê re anîn ziman.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û dezgehên mafên mirovan hate kirin ku gavên berbiçav û bibandor da ku hikûmeta Sûriyeyê neçar bikin ku mafê perwerdeyê bi zimanê dayîkê nas bike û garantî bike, bavêjin.

Saziyên ku daxuyanî îmze kirine evin:

1- Sendîkaya Mamostayên Kurdistanê – Sine

2. Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê – Seqiz û Ziviye

3. Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê – Merîwaz û Serabad

4. Sendîkaya Mamosteyên Harsîn

5. Sendîkaya Mamosteyên Mazandaranê

6. Sendîkaya Mamosteyên Buşehrê

7. Sendîkaya Perwerdekarên Cil û bergên Îslamabadê

8. Çroy-e Jiyan (Zîla Jiyanê) – Saqiz

9. Eniya Yekbûyî ya Kurdan

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê kampanyaya ‘Ji Nan, Aştî û Edaletê re Bûdce’ da destpêkirin

DEM Partiyê kampanyaya ‘Ji Nan, Aştî û Edaletê re Bûdce’ da destpêkirin

19 COTMEH 2026
Di doza destdirêjiya li Sêweregê de 3 gumanbar hatin berdan

Di doza destdirêjiya li Sêweregê de 3 gumanbar hatin berdan

19 COTMEH 2026
Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

19 COTMEH 2026
Li Wanê panela Parastina Gola Wanê û qadên çandî hat lidarxistin

Li Wanê panela Parastina Gola Wanê û qadên çandî hat lidarxistin

19 COTMEH 2026
Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

19 COTMEH 2026
TUHAD-DERa Botanê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

TUHAD-DERa Botanê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

19 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne