• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

    Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

    Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e

    Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e

    Soydan Akay hate berdan

    Soydan Akay hate berdan

    Li rojhilatê Kurdistanê revandina Kurdan berdewam dike

    Li rojhilatê Kurdistanê revandina Kurdan berdewam dike

    Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

    Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

    TUAY-DERa Êlihê: Zextên li ser girtîgehan her roj girantir dibin

    TUAY-DERa Êlihê: Zextên li ser girtîgehan her roj girantir dibin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

    Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

    Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e

    Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e

    Soydan Akay hate berdan

    Soydan Akay hate berdan

    Li rojhilatê Kurdistanê revandina Kurdan berdewam dike

    Li rojhilatê Kurdistanê revandina Kurdan berdewam dike

    Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

    Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

    TUAY-DERa Êlihê: Zextên li ser girtîgehan her roj girantir dibin

    TUAY-DERa Êlihê: Zextên li ser girtîgehan her roj girantir dibin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e

15 COTMEH 2026 - 20:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat got: “Rêber Apo nasnameya Kurd e, gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo tê wateya pejirandina nasnameya Kurd e, çareseriya pirsgirêka Kurd e, azadiya Kurdan e; ev gişt di nav hev de ne. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê kesek e, ew nasnameyeke kolektîf e, rastiyeke sazîbûyî ye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe ya ligel Tugçe Tatarî ji Kanala T24ê de bi kurtî ev tişt diyar kirin:

“Ji ber ku me dizanibû em ê çi bikin, hem kelecanî bûn hem jî aram bûn. Şewitandina çekan çalakiyeke sembolîk bû; nîşana derbasbûna stratejiya siyasetek demokratîk û biryardariya vê gava nû bû. Her hevrêyek di wê merasîmê de, bi vê hişmendiyê tevdigeriya û wateya vê çalakiyê baş dizanibû. Me stratejiya xwe guherandibû û me biryardariya xwe bi wê çalakiya sembolîk nîşan da.

Helbet, têkoşîneke çekdarî ya bi dehan salan heye. Vê pêvajoyê şêwaz, zihniyet û nêrînek ava kiriye. Tevî ku em zêdetirî 20 sal in li ser guherîna vê paradîgmayê nîqaşan dikin û guherîneke mezin çêbûye jî, têkoşîna çekdarî berdewam kir. Ji ber ku dewletê ji bo çareseriya demokratîk tu îrade nîşan neda û êrîş berdewam kirin, şer hat ferzkirin. Vê yekê jî hest, derûnî û zoriyên xwe çêkirin. Lê dîsa jî ji aliyê hişmendiyê ve me baş dizanibû em çi dikin. Me di wê merasîmê de nîşan da ku heke dewlet gav bavêje, em amade ne û dixwazin siyaseta demokratîk bikin.

Erk û berpirsiyariya me ewlehiyê dide gel. Ez wekî Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê di nav rêveberiya vê çalakiyê de bûm, pêşengî û berdevkiya wê min kir. Bê guman, fikar û gumanên gel ên li hemberî dewletê û pêvajoyê hebûn. Beşdarbûn û berdevkiya me, bandoreke erênî li ser fikrên gel kir.

‘Di navbera me û dewletê de mekanîzmayek heye’

Şaşî û kêmasiyên qanûna heyî pir zêde ne. Rêbertiya me ji destpêkê ve diyar kir ku divê qanûn çareseriyê giştî bigire nava xwe. Divê azadiya Rêber Apo, mafê hemû rêveberî û kadroyan ê azadiya siyasetê bide û ji bo çareseriya demokratîk rê veke. Rêbertiya me ev mijar bi heyeta dewletê re axivî û ji bo vê pêşnûme qanûn jî pêşkêşî wan kir.

Me jî dîtinên xwe ragihandin. Di navbera me û dewletê de kanalek û mekanîzmayek heye; dem bi dem hevdîtin çêdibin. Ev mekanîzma di navbera me, Rêbertî û dewletê de têkiliyê datîne. Me bi rêya heyetan dîtinên xwe yên li ser qanûnê ji Rêbertiya xwe û ji berpirsiyarên dewletê re gotin. Me anî ziman ku divê zagon berfireh be; di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê bêyî cûdakariyan azadiya hemû kadro û rêveberiya rêxistinê misoger bike.

‘Ger neyê xurtkirin bi vê yasayê ti tişt nayê çareserkirin’

Me gelek caran anîbû ziman ku divê bi van yasayên azadiyê mafê siyaseta demokratîk were naskirin, me stratejiya têkoşîna çekdarî li dijî Tirkiyeyê bi dawî kiriye, em derbasî stratejiya siyaseta demokratîk bûne, girêdayî vê yekê em dixwazin siyaseta demokratîk bikin, ev yek jî wê bes bi awayekî birêxistinkirî pêan be û divê yekgirtî be. Me hem ev yek ragihand raya giştî hem jî weke min anî ziman me ragihand Rêbertiya xwe, girêdayî mekanîzmayên di navbera me û dewletê de me nêrînên xwe ragihandin rayedarên dewletê. Lê belê yasayeke guncavî vê yekê derneket.

Yasayeke ku em bibêjin ‘yasaya kok e jî nîne. Erê qanûneke çarçoveyê ye. Belgeyeke hiqûqê ye. Belkî wateyeke vê ya bi vî rengî hebe. Her hal di nava vê pêvajoyê de belkî jî, yanî di nava pêvajoya Komarê ya sedsalê de cara ewil teksteke hiqûqê ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd derdikeve. Belkî wateyeke vê yekê jî hebe lê belê bi rastî jî ji wê wêdetir wateyeke wê ya din tune ye.

Ger xebatên ku vê qanûna çarçoveyê xurt dikin, neyên kirin, ev yasa li gel yasayên zêde neyê xurtkirin jixwe li gel vê yasayê ti pirsgirêk nayên çareserkirin. Yanî di çarçoveya ku ev yasa diyar dike de pratîkbûna yasayê ne pêkan e. Yanî bi rastî jî di nava xwe de gelek nakokiyên wê hene û yasayeke bi pirsgirêk e. Li gorî hiqûqa dewleta Tirk, hemû kesên çek hildane destê xwe sûcdar in, hemû kes terorîst e, bi gotina wan derqanûnî ne. Jı ber wê yekê ger te çek hildabe, tu derketibî serêçiya û êdî tu li gorî wan qanûnan sûcdar î. Yanî xwedî potansiyela lidarxistina her cure çalakiyan î, yanî tu çalakîsaz î

Yanî ruh, nêrîn û zîhniyeta wan qanûnan vê yekê dibêjin. Lê belê yasa bi xwe cudakariya kesên tevlî çalakiyan bûne û kesên tevkî çalakiyan nebûne, kiriye. Yanî li gorî wê nêrîna dewletê, li gorî wê zîhniyeta qanûnan hemû kes beşdarî çalakiyan bûye. Bes keseke ku tevlî çalakiyan nebûne, tune ye. Di vê mijarê de jixwe ev yasa di nava xwe de nakokiyeke mezin dihewîne. Eger di pênaseya ‘kesên çekhildane destê xwe çalakiyek yanî çalakiyeke têkildarî kuştina însanan were gotin wê demê divê destpêkê Rêbertiya me ji vê yasayê sûd werbigire. Ji ber ku Rêber Apo bes guleyek jî neberdaye vê dewletê. Tevlî yek çalakiyeke plankirî nebûye. Leşkerek nekuştiye, polîsek nekuştiye. Wê demê divê Rêber Apo ji vê yasayê sûd werbigire.  Wê demê di vê çarçoveyê de divê weke ‘2kesê çek negirtiye destê xwe were qebûlkirin. Divê tavilê azadiya fizîkî ya Rêber Apo- em wê jî deynin aliyekî- mafê hêviyê were naskirin.

Dîsa di nava rêveberên rêxistinê de hevalên me yên ku tevlî çalakiyan nebûne, çek bi kar neanîne û bes guleyek jî bernedane, hene. Rêveberiya bilind a rêxistinê ye lê belê li dijî dewletê bes guleyek jî bernedane. Wê demê divê ji vê yasayê sûd werbigirin. Wekemin anî ziman, di nava xwe de nakokiyên wê hene. Mirov ji kîjan aliyî ve lê binêre jî wisa ye, tiştekî sax û saxlem têde tun ye. Ji ber wê yekê rastsepandina vê yasayê pêkan nîne.

Yanî heya ku yasayên azadiyê neyên derxistin, şert û mercên ku Rêber Apo bi awayekî azad bijî û bixebite neyên dabînkirin, ev tecrîd bi tevahî neyê bidawîkirin, rêbertiya me vê pêvajoyê bi awayekî azad bi rê ve nebe û azadiya fîzkî neyê dabînkirin ne pêkan e ku wisa 200 kes, 300 kes yan jî wisa 400 kes yan jî 800 kes derbasî Îmraliyê yan jî cihekî din bibin. Divê zêde guh nedin gotin û nîqaşên bi vî rengî.

Divê statuya Rêber Apo ya ku bi awayekî azad bixebite, statuya hiqûqî were avakirin. Yanî heya ku garantiyeke vê yekê ya qanûnî û hiqûqî nebe, wê roja îroyîn hin şert û merc werin sererastkirin, derfeteke xebatê ya diyar were pêşkêşkirin lê belê sibe dusibe dema ku bi kêrî karî wan nehat dikare dubare wê bi temamî ji holê rakin û dubere pêvajoyeke ku pêvajoyê giran dike, bide destpêkirin. Garantiyeke vê yekê tune ye yanî.

Ji bervê yekê garantiya hiqûqî girîng e. Naskirina vê yekê ya bi awayekî fermî, avakirina statuya Rêber Apo ya fermî û fiêlî û birêvebirina pêvajoyê gelekî girîng in. Yanî tişta ku em dibêjin, ev e.

Yasa bi vî rengî yekgirtî nîne. Rêveberiya rêxistinê derveyî wê digirin, rêbertiya me derveyî wê digirin. Weke ‘kesên beşdarî çalakiyan nebûne berê xwe didin kategorîkirinekê. Weke min anî ziman, yanî bi vîawayî jixwe me nêrîn û nêzîkatiyên xwe anîn ziman. Ev yasa bi vî rengî nayê sepandin.

‘Heke pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, ev pêvajo nameşe’

Meseleyek pir mezin heye, ew jî prsgirêka Kurd e. PKKê wekî encameke vê pirsgirêkê derket holê. Kadroyên PKKê bi dehan sal in têkoşîna çekdarî dimeşînin. Ji ber ku li ser Kurdan sed sal in polîtîkaya red û tunekirinê berdewam dike. Têkoşîna çekdarî encama vê yekê bû. Ev pêvajo jî pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Em tiştê ku fêm dikin ev e. Yanî di encamê de divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê û nasîna demokrasiya herêmî. Heke ev pêvajo nebe çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd; heke tenê bibe pêvajoya çekdanînê, belavkirin û tasfiyekirina hêza çekdarî, ev pêvajo nameşe. Dema ku ev pêvajo dest pê kir, Rêbertiya me gotibû ‘Heke derfet bê dayîn, ez dikarim vê pirsgirêkê ji zemîna tundiyê bikişînim zemîna siyasî û hiqûqî. Lê niha jî ev derfet nehatiye dayîn. Em têkoşînê bi dawî nakin. Em dixwazin têkoşînê bi rê û rêbazên cuda berdewam bikin. Stratejiya siyaseta demokratîk vê yekê nîşan dide. Ev tê wê wateyê ku têkoşîn bi rêya siyaseta demokratîk berdewam bike. Yanî têkoşîn bi dawî nabe. Ji ber ku hîn pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin û Tirkiye demokratîk nebûye. Yanî ev têkoşîn dê hê demdirêj berdewam bike. Ev tiştekî zelal e. Me biryara xwe da ye; armanceke me ya avakirina dewlet-netew nîne. Me dest ji vê paradîgmayê û vê stratejiyê berdaye. Dewlet-netew ji bo tu gelî azadî neaniye. Tecrûbeyên cîhanê jî vê yekê nîşan didin.

Bêguman, em bi hêsanî negihiştin vê encamê. Rêber Apo bi dehan salan lêkolîn li ser tecrûbeyên cîhanê, têkoşînên rizgariya neteweyî û ezmûnên sosyalîzma pêkhatî kirin, lêhûrbû û gihiştin vê encamê. Tu dewlet-netew ji bo gelê wî welatî, civakê û jinan azadî, wekehevî û demokrasiyê neaniye.

Piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî jî nirxandin û analîzên berfireh ên Rêber Apo li ser dewlet-netew çêbûn. Pêşxistina vê paradîgmaya neteweya demokratîk di rastiyê de vedigere sala 1993yan. Salên pêşî yên guherîna stratejiyê 1993yan ne. Heta ev lêgerîn beriya wê dest pê dike; wekî tê bîra we, di salên 87-88an de hevpeyvîna Rêber Apo ya bi Mehmet Alî Bîrand re hebû. Li wir digot, ‘Ez li muxatabekî digerim, ez dixwazim vê pirsgirêkê bi siyaseta demokratîk çareser bikim. Lêgerînek ku di wê demê de dest pê kiribû, di sala 1993yan de hîn zelaltir bû.

Lêgerîna çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk û guherîna stratejiyê di sala 93yan de bi ragihandina agirbestê re bêtir zelal bû. Wekî tê zanîn, wê demê lêgerîna Turgut Ozal jî ji bo çareseriya siyasî hebû. Wek bersiv ji bo wê agirbest hat ragihandin. Lê paşê çeteyên di nav dewletê de, aliyên darbekar û di nav rêxistinê de jî pratîka çetebûnê ya Şemdîn Sakik ev pêvajo sabote kirin.

Di sala 1995an de jî tecrûbeyeke din a agirbestê çêbû. Di sala 1998an de jî çêbû. Hema li pey wê Rêber Apo rastî komploya navneteweyî (pêvajoya girtin û radestkirina bo Tirkiyeyê) hat. Yanî ji bo ev pirsgirêk çareser nebe û her gav di nav hewirdora şer de bigirin, hem polîtîkayên hêzên navneteweyî hem jî aliyê derveyî norman a darbekar a li Tirkiyeyê (an jî tora Îttihat Terakkî) li hember van lêgerînan astengî çêkirin, her dem ev hewldan vala derxistin, sabote kirin û ev ked bêencam hiştin.

Yanî ez dixwazim bibêjim ku ev rewşeke nû nîne. Di vê wateyê de em zêdetirî 20 sal in dibêjin ku me dest ji stratejiya têkoşîna çekdarî berdaye. Me ev tişt pir caran anî zimên, lê me muxatab nedît. Dewleta Tirk di zihniyet, paradîgma û kodên xwe yên sed salan de tu guherîn çênake.

‘Têkoşîna me ya bi dehan salan, têkoşîan demokratîbûna Tirkiyeyê ye’

Nêzîkatiyên ku ne objektîf in û bêyî ku rastiyê fêm bikin, hene. Bi kodên neteweperestî nêzî tevgera azadiyê dibin. Ev nêzîkatî her dem hebûn. Ji ber vê yekê jî me demeke dirêj nekarî bi civaka Tirkiyeyê re têkiliyeke saxlem û ragihandineke rast ava bikin.

Têkiliyên me hemû demê bi derdorên sosyalîst re hebûn û me bi wan re diyalog danî. Bê guman zemînên me yên têkoşîna hevpar jî çêbûn û ev yek niha jî berdewam dike. Lê belê di mijara xwe dayîna naskirin û fêmkirinê ji bo beşên berfirehtir ên Tirkiyeyê de, di meşandina têkoşîna hevpar û ya demokrasiyê de me zehmetiyên mezin dîtin. Ev zehmetî niha jî berdewam dikin. Wekî min got, ev tişt ji polîtîkayên dewletê yên red û tunekirinê tê. Rêya derbasbûna vê yekê ew e ku mirov ji pêşdaraziyan rizgar bibe, empatiyê bi Kurdan re çêbike, hinekî bikeve cîhana Kurdan û hewl bide wan fêm bike.

Bêhtirî 100 salî ye ev civaka Kurd çi dijî, dîroka wê çi ye, dîroka têkiliyên wê yên bi Tirkan re çi ye? Di nav van sedsalan de ev gel çawa bi hev re jiyan, di van 100 salên dawî de çima ewqas bûn dijminê hev û di vê de rola polîtîkaya dewletê çi ye? Heke ev pirs bên pirsîn, werin lêkolînkirin û mirov hinekî ji aliyekî din ve li mijarê binêre… Ez bawer dikim ku di wê rewşê de pêşdarazî dê werin şikandina û bi Kurdan re têkiliyên germtir, demokratîktir, wekhevîtir, azadîxwaztir û dostaniyên xurtir werin sazkirin. Ev rewş bi temamî girêdayî polîtîkaya dewletê ye. Têkoşîna ku em bi dehan sal e dimeşînin, di rastiyê de têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Yanî polîtîkayên red û tunekirinê yên li hemberî Kurdan, her dem wekî polîtîkayên zordar û otorîter li civaka Tirkiyeyê vegeryane.

Heke pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, mafên kolektîf ên Kurdan werin nasîn, nasnameya wan û demokrasiya herêmî bê pejirandin; ev yek dê Tirkiyeyê jî demokratîk bike û dewletê beramberî demokrasiyê hesastir bike. Forma rêveberiyê ya li Tirkiyeyê jî demokratîk dike û wê demê civaka Tirkiyeyê jî dikare bêhneke rahat bistîne. Ev yek dê bandorê li tevahiya Tirkiyeyê, li civakê û li gelên Tirkiyeyê bi rengekî erênî bike… Ji ber wê yekê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pir girîng e.

‘Muxalefeta ku xwedî li pêvajoyê derneket das li çoka xwe xist’

 Ji destpêkê heya niha eger CHP a niha jî Yenî Partî bi awayekî xurt xwedî li vê pêvajoyê derketiba bi rastî jî li ser muxalefetê ew qasî polîtîkayên zextê çêbedibûn. Li Tirkiyeyê sedema zêdebûna zexta li ser muxalefetê, hemû hêzên demokrasiyê û hemû dengên muxalîf bi awayekî xurt xwedîdernetina pêvajoyê ya van derdoran e.

Yanî li Tirkiyeyê muxalefet û hin derdoran tim nêzîkatiya ‘Tiştê ku zirarê nede min eleqeya min jêçi ye nîşan dane. Vêca ew tiştê zirarê dide jî tim namîne. Roj tê zirarê dide her kesî. Eger li cihekî nêzîkatî, zîhniyet û polîtîkayeke antîdemokratîk hebe, roja îroyn nebe jî sibe dusibe bandorê li her kesî dike.

Ji ber vê yekê di destpêkê ve ye nêzîkatiyên muxalefetê gelekî kêm bûn. Me gelek caran rexneyên vê yekê kir. CHPê, di pêvajoya Ozgur Ozel de, bi taybetî di hilbijartinên xwecihî de pêşketinek bi dest xistibû. Di hilbijartinên xwecihî de gelek şaredarî bi dest xistibûn. Bi rastî jî desthilatdariya xwecihî bû. Hêzeke cidî bû. Li hemberî desthilatdariyê jî hêmaneke hevsengiyê bû. Di nava gel de jî civaka Tirkiyeyê jî ji wan bendewariyeke mezin hebû. Lê belê nekarî vê yekê bi awayekî rast bi kar bîne. Bo nimûne dikarî bikaranîna vê yekê çawa bûna? Dikarî bernameyeke demokrasiyê ya gelekî cidî pêşkêş bikira. Dikarî têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd projeeke cidî pêşkêş bikira. Dikarî bi awayekî xurt xwedî li vê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a pêş dikeve, derketiba. Li gel pêşkêşkirina projeya çareserkirina pirsgirêka Kurd, li gel muxatabgirtina Rêber Apo…  Muxatabbûna Rêber Apo tim paşguh kir, red kir. Kete nava nêzîkatî û nirxandinên gelekî neyînî û negatîf. Ev rewşa wan di nava civaka Kurd de bû sedema nîşandana bertekeke pir mezin. Ji aliyê hin derdorên demokratîk û sosyalîst ve ev nêzîkatî kêm hate dîtin. Acizahiyek afirand.

CHPê di vê mijarê de ti polîtîkayên rast bi rê ve nebirin, a niha jî Yenî Partî vê yekê didomîne.  Eger projeya çareserkirina pirsgirêka Kurd pêşkêş bikira, berê desthilardariyê jî bida nava vê nîqaşê, ez di wê baweriyê de me ku wê zûtir berê desthilatdariyê bida avêtina pêngavên cidî û demokratîk.  Wê Tirkiye derbasî pêvajoyeke gelekî cuda bûna.

Di van şert û mercan de ev qasî zêde zext, êrîş û polîtîkayên tesfiyekirinê yên li ser muxalefetê nedihatin rojevê. Wê nêzîkatiyê muxalefet jî gelek lawaz kir. Di rastiyê hema bibêjin li gel xwedîderneketina pêvajoyê muxalefetê bi xwe das li çoka xwe xist. Zirareke mezin da xwe, civaka Tirkiyeyê û gelên wê. Polîtîkayeke şaş bi rê ve bir, hê jî wê yekê didomîne. Polîtîkaya Yenî Partiyê jî bi vî rengî ye.

Jixwe tişta ku mixalefet ev qasî jiwîmetketî hiştiye, xurt nake û wê nake namzedeke rastîn ê desthilatdariyê ew e ku nekariye xwe ji wan kodên dewletê yên sedsalî, jiberkirinên wê û îdeolojiya wê ya xwe dubare dike û ji felsefeya wê ya avakirinê rizgar bike. Nekariye xwe nû bike. Di vê mijarê de nekirina guherîn û veguherîneke cidî û radîkal e.

Helbet di nava salan de sistbûn û lîberalbûneke diyar pêş ketin. Lê belê bi rastî jî nekarî xwe ji wan kodên dewletê rizgar bike. Bi taybetî jî di mijara polîtîkayên têkildarî Kurdan de. Li gel têkoşîna me ew înkara hişt hate şikandin û derbaskirin.  Lê belê a niha hê jî muxalefet bi xwe jî mafên Kurdan ên kolektîf qebûl nakin. Di nava zîhniyet û nêzîkatiya çareserkirina pirsgirêka Kurd a girêdayî demokrasiya xwecihî, naskirina nasnameya Kurdan, girêdayî çêkirina Qanûna Bingehîn a demokratîk, azadîxwaz û wekhevparêz de nîne. Xwedan polîtîkayeke bi vî rengî nîne. Aha pêkneanîna vê yekê, neguherandina zîhniyetê, xwerizgarnekirina ji kodên dewletê yên sedsalî muxalefet lawaz hişt, jiqîmetketî hişt. Di qonaxa em hatinê de jî nekarî sînorên ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatine xêzkirin, derbas bibe. Di rewşa heyî de desthilatdarî muxalefetê dîzayn dike, yanî muxalefetê xwe anî vê rewşê.

Têkildarî pirsgirêka Kurd jî muxalefetê hê tam biryar nedaye. Erê, di gotinê de tîne ziman û dibêje Pirsgirêka Kurd heye. Dibêjin ‘Me ev yek xistiye bernameya xwe, em qebûl dikin. Di gotinê de ev yek tê îfadekirin. Hê ji pêvajoya Denîz Baykal ve ye vê yekê dibêjin. Baş e ev pirsgirêka Kurd heye lê belê ev pirsgirêka Kurd çi ye? Hûn çawa navê wê lê dikin? Çareseriya vê yekê çi ye? Tu çawa derpêş dikî? Plana te ya çareseriyê çi ye? Projeya te çi ye? Bo nimûne tu pirsgirêka Kurd nas dikî; di vê mijarê de Qanûneke Bingehîn anû ya demokratîk, piranîparêz, aazadîparêz, wekhevîparêz a nasnameya Kurdan û nasnameyên cuda jî nas dike. Tu amade yî Qanûneke Bingehîn a azadîparêz çêbikî, tu qebûl dikî, tu demokrasiya xwecihî qebûl dikî?  Kurd weke sermuzakerevan, muxatab Rêber Apo dibînin. Tu Rêber Apo weke muxatab dibînî?

Yanî li Tirkiyeyê kevneşopiyeke  çepgir û sosyalîst a gelekî xurt hebû. Tevgera PKKê jî ji vê kevneşopiyê bandor bû û ava bû. Li ser mîrateya Mahîr Çayanan, Denîz Gezmîşan tevgera PKKê derket holê. Rêber Apo jî vê yekê tim îfade dike, em jî tim tînin ziman… Me jî ji wê mîrateyê gelek sûd wergirt, me ji wir gelek tişt li vê têkoşînê zêde kirin… Lê belê tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê bi awayekî xurt nekarî nûnertiya vê kevneşopiyê bike, didomîne. Sedema vê yekê ya sereke jî nêzîkatiya li hemberî Kurdan û pirsgirêka Kurd e. Helbet ez vê yekê ji bo hemû tevgerên sosyalîst nabêjim, helbet ez beşeke wan derveyî vê yekê digirim, ez vê yekê diyar bikim.

Gelek derdorên ku a niha li gel HDPê û DEM Partiyê tev digerin, têdikoşin û bi salan e di nava HDPê de têkoşînê dimeşînin, hene. Gelek însanên hêja jî hene. Tabî ez wan însanan derveyî digirim û vê yekê dibêjim. Lê belê li Tirkiyeyê derdorên çepgir û sosyalîst ên ji kevneşopiyê hatine, hinekî di bin bandora kodên dewletêç yên sedsalî de man, di bin bandora Kemalîzmê de man, netewperestiyê, netewdewletbûnê hinekî bandor li wan kir. Ji ber vê yekê jî tim bi pêşdarazn li nêzîkî tevgera azadiya Kurd bûn, tim mesafe xistin navberê, nekarîn têkoşîna xwe li gel têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdan re bikin yek, xwe ji tifaqê dûr xistin, tim di vê mijarê de xwe dûr xistin. Vê yekê jî li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê lawaz kir, bê hêz hişt û perçe kir… Di bin bandora neteweperestiyê man, têkoşîna wan a li ser zemîna wan ew marjînal kirin, jiqîmetketî hişt û têkoşîna wan gelekî lawaz kir.

Bi salan e, li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê di nava tifaqa azaddiyê de ji aliyê hêzên çepgir û sosyalîst ên demokrasiyê ve tê meşandin. Yanî roja îroyîn ger li Tirkiyeyê hê jî îradeya civak û gelan nehatine şikandin û nehatibe teslîmgirtin helbet ev yek bi saya têkoşînê ye, bi saya têkoşîna van hêzan e û bi saya têkoşîna tevgera jinan e. Vê têkoşînê ev dînamîk tim zindî girtin, hêvî dayê, berxwedana wê xurt kir û li ser piyan girt. Yanî ger ev têkoşîn jî nebûya, her hal a niha li Tirkiyeyê ti tişt çênedibû.

‘Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e’

Rêber Apo nasnameya Kurd e, gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo tê wateya pejirandina nasnameya Kurd e, çareseriya pirsgirêka Kurd e, azadiya Kurdan e; ev gişt di nav hev de ne. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê kesek e, ew nasnameyeke kolektîf e, rastiyeke sazîbûyî ye.

 

Em Rêber Apo wekî kesekî tenê nagirin dest. Em Rêber Apo wekî hevbeşiya îrade, nasname û azadiya gelê Kurd, wekî îrade û nasnameya wan a kolektîf dibînin. Gelê me jî bi vê çavî dibîne. Rêber Apo ne rêbereke klasîk e ku di her rêxistinê de heye. Tirkiye hiqûqa xwe bixwe jî pêk neanî. Bêhtirî 28 sal e li Îmraliyê polîtîkayeke taybet û derveyî hiqûqê li ser Rêbertiya me tê meşandin. Baş e, çima ev tişt tê kirin? Ji ber ku dewleta Tirk û zihniyeta dewletê rastiya Rêber Apo baş dizane. Ji bo gelê Kurd, tevgera azadiyê, civaka Tirkiyeyê û demokrasiyê xwedî cihek çawa ye, pir baş dizane. Ji ber ku vê yekê dizane, tecrîdeke giran li ser ferz dike û wî îzole dike; rê nede ku dengê wî bigihîje civakê. Sedema sereke ya vê tecrîda giran, ew nasnameya kolektîf e ku Rêber Apo nûnertiya wê dike. Heke ew tenê kesek ji rêzê ba, hewce bi van tiştan nedibû…

Heke mercên Rêber Apo biguherin, ev rewş bibe xwedî çarçove û prosedureke hiqûqî, statuya wî bi qanûnî bê qebûlkirin û bi rengekî azad, fermî û fiêlî vê pêvajoyê rêve bibe… Ev tê wê wateyê ku dewleta Tirk biryara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd daye. Yanî di wî astî de, dewlet dê vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bike. Wê demê bi rengekî fermî û muxatabî zane ku bi Rêber Apo re vê pirsgirêkê li ser bingehekî demokratîk çareser bike. Ji ber ku hîn ev biryar nedaye, di mercên Rêber Apo de jî guherîneke diyar û berçav nake, yanî fermiyet û hiqûqa wê ava nake.

Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî gelê  Kurd e’

Nêzîkatiyên çareseriyê yên ‘bêyî Rêber Apo, em hemûyan wekî ferzkirina teslîmiyetê dibînin. Yanî wateya vê yekê tenê ev e. Ferzkirina tiştekî li ser tevgerek bêyî Rêberê wê, ji bilî teslîmiyet û tasfiyeyê ne tiştekî din e. Ji ber wê yekê em dibêjin: nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hember tevgerê ye. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd û pirsgirêka Kurd e.

Yanî Rêber Apo rêber û damezrînerê vê tevgerê ye; tu çawa nêzîkî damazrîner û rêberê vê tevgerê bibî, nêzîkatiya te ya li hemberî tevgerê û gel jî ew e, kes rêzê li nêzîkatiyeke din nagire. Bi rastî jî nêzîkatiya li hemberî Rêbertiya me pir bi pirsgirêk e. Nêzîkatiyeke pir şaş heye. Mijar bi temamî nenasîna rastî û heqîqeta Rêbertiya me ye.

Rêber Apo mirovek e ku emrê xwe daye têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê. Yanî heke îro em behsa welatparêzekî rastîn ê Tirkiyeyê bikin, welatparêzê herî rastîn Rêber Apo bixwe ye. Rêber Apo bi rastî jî welatparêzekî dilsoz ê Tirkiyeyê ye. Yanî rêber û kesayetiyek e ku berjewendiya civak û gelên Tirkiyeyê dihizire, xizmetê ji bo wê dike û di vê rêyê de têkoşînê dide. Lê mixabin ev yek ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve nayê dîtin.

Ji bo xwedê, polîtîkayên red û tunekirinê yên li ser Kurdan çi sûd da civaka Tirkiyeyê? Yanî ji bilî zilm, zext, xizanî, birçîbûn û bêazadiyê çi anî? Qey sûdeke vê ji bo civaka Tirkiyeyê çêbû? Na, qet nebû. Niha Rêber Apo dibêje, ‘Nasnameya Kurdan nas bikin, dest ji van polîtîkayên red û tunekirinê berdin, demokrasiya herêmî bipejirînin ku Tirkiye demokratîk bibe û gelên Tirkiyeyê jî ji vê karesata zext û zilmê azad bibin. Yanî xizmeta herî mezin ji bo vê civakê û gelan dike. Dîtina vê yekê pir girîng e. Rêber Apo ji aliyê hin derdoran ve hema bêje wekî xirabkar tê nîşandan. Bê guman ev polîtîkaya 100 salan a dewletê ye. Ji ber ku pêşdarazî û nêzîkatiyeke neyînî heye, Kurd çi qas bibêjin jî guh nabihîzin û çav nabînin. Dema mirovên bi bandor, birêz û xwedî gotin ên di nav civaka Tirkiyeyê de biaxivin, bê guman ev yek bandoreke cuda çêdike û di şikandina wan pêşdaraziyan de rolekî girîng dilîze.

‘Heke Rêber Apo pêvajoyê bi rengekî azad bi rêve bibe, divê têkiliya wî ya rasterast bi tevgerê re hebe’

Têkiliya me bi Îmraliyê û Rêber Apo re heye. Lê belê car caran astengî derdikevin, carna bi hefteyan hevdîtin çênabin. Encama hevdîtinên ku şanda DEM Partiyê dike jî digihêje me. Di navbera me û Rêbertiya me de mekanîzmayeke ku erka peywendiyê dike jî heye.

Nêrîn û nameyên ku em dinivîsin, dîtinên me yên cuda bi rêya vê mekanîzmayê digihêjin Rêbertiya me. Name û nêrînên Rêbertiya me jî digihêjin me. Her wiha ji bilî heyeta DEM Partiyê, mekanîzmayeke din a cuda jî di navbera me û Rêbertiya me de heye.

A rastî divê em bixwe jî biçin û hevdîtinan bikin. Heta niha nebûna vê yekê bi xwe kêmasiyek e. Me ev tişt her dem daxwaz kir û xwest. Heke Rêber Apo dê vê pêvajoyê bi rengekî azad rêve bibe, divê têkiliya wî ya rasterast bi tevgerê re jî hebe. Çûyîna heyetên ji Qendîlê bo Îmraliyê, meşandina nîqaş û hevdîtinên bi Rêber Apo re hewcedarî û mecbûriyet e. Heta niha çênebûna vê yekê jî kêmasiyeke mezin e.

‘Çûyîna rojnamevanan ji bo Îmraliyê girîng e’

Di hevdîtinên heyeta dewletê yên bi Rêbertiya me re de lihevkirineke hevpar derketibû holê. Em jî vê yekê dizanin. Çûyîna rojnamevan, akademîsyen, derdorên siyasî yên cuda û dîrokzanan ji bo Îmraliyê ku Rêbertiya me diyar dikir dixwaze bi hin dîrokzanan re nîqaşa dîrokê bike li ser van mijaran lihevkirineke diyar hebû; ev agahî gihişte me jî. Lê belê di vê mijarê de tu pêşketin çênebû.

Çûyîna rojnamevanan pir girîng e. Divê nêrînên Rêber Apo bigêhîjin civaka Tirkiyeyê. Li ser navê Rêbertiya me hemû kes agahiyên xelet û derew belav dikin û diaxivin. Ji bo ku dawî li van hemû manîpulasyonan bê, ev pêvajo bi rengekî zelal û şeffaf bimeşe û hemû raya giştî pê zanibe, çûyîna rojnamevanan ji bo Îmraliyê girîng e.

‘Li Tirkiyeyê gerîlayek tenê jî nemaye’

Me di 8ê Cotmehê de daxuyaniyek da. Me hemû hêzên gerîla yên li Bakur û li gundewarên Kurdistanê kişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Niha li hundirê sînorên Tirkiyeyê gerîlayek tenê jî nemaye. Ne li nêzî sînor in, derbasî cihek hundir bûne. Lê belê Tirkiyeyê ev tişt ji bo xwe dikir hincet. Li Metîna çar tunelên şer û çeper hebûn. Me ji bo ku vê hincetê jî ji holê rakin, ew tunel vala kirin. Niha li nêzî sînorê Tirkiyeyê tu tunel û çeperên şer nemane.

Bi rastî jî me gavên dîrokî û girîng avêtine. Niha divê Tirkiye gavên demokratîk, siyasî û hiqûqî bavêje. Heke neavêje ku gava herî bingehîn guherandina mercên jiyan û xebata azad a Rêber Apo ye û rê neyê vekirin ku Rêber Apo bi rengekî azad, fermî û fêîlî vê pêvajoyê bi rêve bibe. Heke ev tişt neyên dabînkirin û di vê mijarê de gav neyên avêtin, dê pêvajo bikeve serdemeke pir bi pirsgirêk. Wê demê em ê jî neçar bimînin ku nîqaş û nirxandinên cuda bikin.

Polîtîkayeke mijûlkirinê û derengxistinê heye. Tiştê ku em dibînin nêzîkatiyeke taktîkî heye û desthilatdarî dixwaze demê bidest bixe. Ew li konjonktûra herêmê û rojeva navxweyî ya Tirkiyeyê dinêre. Niha li pêşiya me hilbijartin jî heye û rojeva hilbijartinê hêdî hêdî germ dibe. Ez dixwazim vê bînim ziman: ev pêvajo nabe ku bibe amûra hilbijartinê. Heke bibe amûra hilbijartinê, dê zirarên mezin bigihêjin gelên Tirkiyeyê û civakê. Tirkiye dê windahiyeke mezin bide. Ev desthilatdarî û hikûmet jî dê rastî têkçûneke mezin bê.

Gava me di navbera 5-7ê Gulanê de kongreya PKKê çêkir, me biryareke dîrokî stand. Me têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê rawestand, lê me wekî şert ev anî zimên; ‘Divê Rêber Apo bi rengekî azad vê pêvajoyê bi rêve bibe… Yanî divê Tirkiye gavên cidî bavêje. Em li bendê ne. Divê tavilê mercên Rêber Apo biguherin ku bikaribe vê pêvajoyê bi azadî rêve bibe. Divê ev tişt bibe xwedî çarçoveyeke qanûnî û hiqûqî.

Divê Rêber Apo rasterast bi rêveberiya tevgerê re, bi rojnamevan û medyayê re hevdîtin bike, fikir û nirxandinên xwe ragihîne civaka Tirkiyeyê û raya giştî. Her wiha divê bi siyasetmedar, akademîsyen û hemû derdorên ku pêdivî bi wan dibîne re hevdîtinan bike. Ev hemû ji bo vê pêvajoyê girîng û zarûrî ne. Ji vir û şûn de divê kes li benda gaveke din ji aliyê me ve nebe. Divê dewlet gavê bavêje. Gava yekem jî avakirina mercên azad ji bo Rêber Apo ye ku vê pêvajoyê birêve bibe û ji bo vê yekê misogeriya hiqûqî û statûyê çêbike.

‘Zihniyeta dewletê li pêşiya gav avêtina şênber asteng e’

Ji destpêka pêvajoyê heta niha, nirxandinên erênî û pozîtîf ên Devlet Bahçelî çêdibin. Di daxuyaniyên xwe de ji desthilata heyî û ji hikûmetê jî pêngaveke bi pêş de diaxive.

Mirovê ku gotî ‘Bila Ocalan bibe koordînatorê aştî û siyasetê Devlet Bahçelî bixwe ye. Yê ku gotî ‘Bila bê di Meclîsê de biaxive, xîtabî koma DEM Partiyê bike, Bahçelî bixwe ye. Yê ku gotî ‘Bila ji mafê hêviyê sûdê bigire, Bahçelî bixwe ye. Yê ku gotî ‘Bila bê, rêya wî li her derê vekirî ye; dikare bigere, siyasetê bike û bixebite, dîsa Bahçelî bixwe ye.

Lê belê ev tiştên ku Bahçelî dibêje, heta niha veneguheriye gaveke pratîk û şênber. Dîsa Bahçelî ne kesekî ji rêzê ye. Di rastiyê de ev gotin, ji aliyê dewletê ve mikurhatina ew ê ye ku ev şerê 42 salan gihiştiye xala xitmandinê… Bê guman ev di nav dewletê de şikestineke mezin e. Lê di vê pêvajoyê de pêknehatina van gotinan wekî polîtîkayeke şênber, plan, proje an gaveke diyar, dîsa bi zihniyeta dewletê ve girêdayî ye.

Yanî tevî ku şikestinek çêbûye jî, di zihniyeta giştî ya dewletê de guherîneke bingehîn çênebûye. Rastiyeke bi vê awayî heye. Êdî hebûna Kurdan qebûl dike, lê îcar jî mafên Kurdan bi rêya hiqûqî nas nake

Devlet Bahçelî bixwe ne li derveyî vê desthilatdariyê ye. MHPê parçeyekî rêveberî û desthilatê ye. Heke gotinên Devlet Bahçelî nebin polîtîka û gaveke şênber, ev pirsgirêkeke mezin e. Wê demê li ser Bahçelî bixwe jî fikar û gumanan çêdike. Mirov pirs dike, ‘Gelo Bahçelî jî parçeyekî vê polîtîkaya xapandinê û birêvebirina demê ye? An jî mirov dihizire ku ‘Gelo lîstikek an dabeşkirina rolan heye? Ji ber ku giraniya Bahçelî ya di nav vê hikûmetê de ji her alî ve nayê biçûkxistin. Em hemû jî vê yekê dizanin; Erdogan bêyî Devlet Bahçelî nediket nav pêvajoyeke ewqas girîng. Ev ne gengaz bû. Ji bo bawerî çêbibe jî, kesê yekem ê ku di vê pêvajoyê de axivî Bahçelî bû. Yanî di payîza 2024an de bi bangawaziya Bahçelî û bi bersivdana Rêber Apo ji vê bangê re, ev pêvajo dest pê kir.

Nêzî du salên xwe tije kirin. Di nav van du salan de jî her dem daxuyaniyên erênî û pozîtîf ji hêla Bahçelî ve hatin dayîn. Lê mîna ku min gotî, ev daxuyanî şênber nebûn û ne bûn polîtîkayeke zelal. Di vê rewşê de heke wisa ye, çima nabe gaveke diyar? Wê demê ma daxuyaniyên Bahçelî û daxuyaniyên Erdogan û rayedarên AKPê bi hev re tên plansazkirin? Ev cure guman di nav raya giştî de jî di nav me de jî hene. Em jî van nîqaş dikin; yanî ev rewş dibe sedema fikar û gumanan.

‘Heya ku Tirkiye nekeve pêvajoya demokratîkbûyînê garantiya ti tiştan tune ye’

Heya ku Tirkiye pêngava demokratîk neavêje, nekeve pêvajoyeke demokratîkbûyînê garantiya ti tiştan tune ye. Yanî heya siyasetmedarên nû jî hatine girtin û li hundir in. Gelek tê nîqaşkirin. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven. Yanî bi dehan, sedan siyasetmedar, hevserok, endamên meclîsê, parlamenter, welatiyên jirêzê, kesên di nava partiyê de siyaset kirine girtî ne, zindan tije bûne.

A niha heya ji siyasetmedaran re mafê siyasetkirinê nayê dayîn…  Yanî partiyeke ku li gorî yasayên Tirkiyeyê hatiye avakirin, siyasetê dike, partiyeke ku ev qasî parlamenter û şaredariyên wê hene sêyemîn partiya Tirkiyeyê ye siyasetmedarên wê girtî ne, wê a niha gerîla ji çi bawer bike çeka xwe deyne û biçe li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk bike? Ev bi mantiq nîne, ne karê aqilî ye, fikra wê jî şaş e û nayê kirin. Girtiyên nexweş bi israr li girtîgehan tên rehîngirtin. Înfaza kesên ku 30 salên xwe tije kirine, tê şewitandin… Va ye li Îmraliyê tecrîd nehatiye rakirin…  Biryarên AYMê nayên bicihanîn, biryarê AÎHMê nayên bicihanîn, qanûnên wan bi xwe nayên bicihanîn wê kî, kîjan gerîla baweriya xwe pê bîne û biçe Tırkıyeyê û bibêje; ez ê biçim siyaseta demokratîk bikim û wê ji min re derfeta kirina siyaseta demokratîk pêşkêş bikin. Divê însan dîn bibe, bê aqil be. Yanî ji vî aliyî ve polîtîka û nêzîkatiyên heyî bi ti awayî baweriyê nadin. Guherîna şert û mercên Rêber Apo jî têkildarî avêtina pêngavên demokratîk ên li Tirkiyeyê ye. Jixwe guherîna wan şet û mercan tê wê wateyê ku Tirkiye ketiye pêvajoya demokratîkbûyînê.

Şert û mercên azad ên ku Rêber Apo bi awayekî rasterast û fermî vê pêvajoyê bi rê ve bibe wê xwedî roleke girîng be. Ya esas ew e. Yanî heya ku ev yek pêk neyên bes gerîlayek jî çeka xwe nadeyne û derbasî Tirkiyeyê nabe. Yanî ev gelekî zelal e. Yan daxuyaniyên rayedarên DEM Partiyê yên bi vî rengî jî gelekî rast nînin.

Kurd bes li Tirkiyeyê najîn. Kurd li hemû deverên herêmê dijîn û li gelek cihan Kurd hê jî di bin gef û êrîşên mezin de ne.  Ew çek, li perçeyên din ji bo xweparastina gel wê werin bikaranîn. Yanî çima çek biçin Tirkiyeyê? Jixwe me li hemberî Tirkiyeyê li gel sekinandina têkoşîna çekdarî, bidawîkirina wê pêvajoyê, pêşxistina stratejiya siyaseta demokratîk,  berdana çekan û çûna Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê meşandina siyaseta demokratîk a birêxistinkirî, dayîna biryara vê yekê ji bo Tirkiyeyê ne weke gefekê ne û bi gotina Tirkiyeyê êdî ne gef in.

Edî çek ji bo Tirkiyeyê ne weke gef û talûkeyekê ye. Di nava sînorên Tirkiyeyê de, li nêzî sînorên Tirkiyeyê bes gerîlayek jî tune ye…  Eger Tirkiye demokratîk bibe, pêngavên demokratîk biavêje, sererastkirinên siyasî, hiqûqî û demokratîk pêk bîne û rêbertiya me jî bi awayekî fîzîkî azad bibe û vê pêvajoyê bi awayekî azad bi rê ve bibe wê demê em hemû gerîla em ê çekên xwe deynin û derbasî Tirkiyeyê bibin. Em ê li Tirkiyeyê bi awayekî rêxistinkiriî siyaseta demokratîk bikin û têkoşîna demokratîk bimeşînin. Yanî em dev ji têkoşînê bernadin, em rêbaza têkoşînê diguherînin. Em ê têkoşîna çekdarî nemeşînin, em ê têkoşîna demokratîk bimeşînin. Lê belê em ê têkoşîna demokratîk bi awayekî birêxistinkirî bi rê ve bibin. Di vê mijarê de divê li Tirkiyeyê jî sererastkirinên hiqûqî û qanûnî werin kirin. Ji ber wê yekê divê Tirkiye jî demokratîk bibe… Yanî ger garantiya vê yekê hebe, baweriya pêş bikeve, hêviya vê yekê pêş bikeve tiştên din wê bi hêsanî çêbibin.

Yanî eger li Tirkiyeyê zemîna kirina siyaseta demokratîk a bi awayekî birêxistinkiri û kolektîf nebe… Mafên kolektîf ên Kurdan neyên naskirin, bi awayekî fîzîkî azadiya Rêbertiya me neyê dabînkirin jixwe ne pêkan e ku ez û hevalên xwe em werin Tirkiyeyê. Şertê sereke yê ku em werin Tirkiyeyê, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û avêtina pêngavên demokratîk

‘Em li gel paradîgmayê li jiyanê dinêrin’

Nasnemaya Kurdan nasnameyek wisa bû ku tune dihat hesibandin, hebûna Kurdan nedihat qebûlkirin, dihat înkarkirin. Ez ji zarokatiya xwe dizanim, yanî em axaftina bi Kurdî ya di nava malê de jî ditirsiyan. Mezinên me em ditirsandin û digotin ku baldar bin, dema hûn derdikevin derve bi Kyrdîneaxivin, hûnê bibin hedef, wê tiştek were serê we, wê tiştên xirab çêbibin.

Di heman demê de ez Elewî me, ji Dêrsimê me. Nasnameya Elewiyan jî ev 100 sal in tune tê hesibandin.  Nêzîkatiyeke ku mafên baweriya Elewiyan tune dihesibîne, heye. Li serbaweriyê jî polîtîkayeke bişaftin û tunekirinê tê birêvebirin. Em bi tirsên van yekan jî hatin mezinkirin; dema hûn diçin cihekî nasnameya xwe ya Elewîbûnê bellînekin, li derdoran binêrin û li gorî wê tev bigerin.

Tiştên ku mezinên me her tim ji me re gotin û hînî me kirin ev bûn. Yanî em van tiştan jiyan, me wan tecrûbe kirin. Di heman demê de dema ku li dijî van polîtîkayan ji aliyekî ve ev tirs hebû, lê li dijî dewletê û polîtîkaya dewletê hêrsek û nefretek ku vê tirsê xwedî dikir hebû. Yanî ew tirs têkiliyeke li ser bingeheke dildarî ya bi dewletê re dernexist holê. Di heman demê de me ji wê derdorê, ji malbatê, ji çandê ev bîr girt û me hemû di nav hev de jiyan. Wekî jin jî nasnameyeke bindest e, nasnameya jinê jî nasnameyek e ku çanda zayendperest, pergala serdest, dewleta mêr a serdest û polîtîkayan ew tune hesibandiye, pelçiqandiye û kedxwarî lê kiriye. Bêguman tiştên ku dan jiyîn, afirandin û pêk anîn jî hene wekî kes di min de û hemû jinên wekî min û bê guman hemû hevrêyan. Yanî dema ku ev hemû bi lêgerîna azadiyê re digihîjin hev, bêguman ev bandorkeke pir girîng di avabûna kesayetiyeke nû de çêdike. Êdî hûn ne ew mirov in ku ji wê malê derketiye. Hûn mirovek bi pir cuda ne. Hûn nikarin bibin mirovek ku her kes wisa difikire, dihone û li gorî xwe empatiyê dike. Mînak yanî di van şert û mercên heyî de ez xeyal nakim ku biçim Tirkiyeyê. Yanî niha Tirkiye girtîgeheke vekirî ye. Mirov di bin zext û zilmeke tirsnak de dijîn, rojane kesayetiya wan tê parçekirin, yanî keda xwe difiroşe, pênûsa xwe difiroşe, yanî bi rastî rewşeke dejenerasyonê ya pir cidî ku van polîtîkayan derxistiye holê heye, rewşeke rizandinê jî heye.

Ji vî alî ve yanî ramanên min ên wekî ‘ez rûniştama û sîmîtek bixwim, biçim Dersimê û hwd. çênabin. Di van şert û mercan de qet çênabe. Yanî ev kesayetiya ku teşe digire, kesayetiya ku di me de çêbûye, hişmendî hesreta çi dikişîne; hesreta Tirkiyeyeke azad, demokratîk û wekhev, bi rastî wisa… Tirkiyeyeke wisa ku mirov bikaribe xwe azad îfade bike, her beş, her nasnameyêb cuda xwe azad îfade bike, xwe azad bi rêxistin bike, demokrasiya herêmî li seranserê Tirkiyeyê belav bibe, hesreta Tirkiyeyeke ku demokratîk dibe dikişîne. Yanî ez dixwazim vê bêjim; bi kelecaneke mezin li benda hatinê ne, çavên wan li rê ne, kelecana wê kî/kê vegere û hwd heye. Wileh di vê rewşê de ti kes ne li benda ti rêyan e. Hesreta ti kesî bi vê rewşa heyî, yanî di van şertan de biçin bixebitin, bimînin, bijîn qet tineye. Yanî ez dikarim vê yekê bi rehetî bînim ziman.

Bîr û hişmendiya têkoşîna me ya bi dehan salan û bi vê re tiştên me di jiyana de jiyane, tecrûbe kirine, di me de bi pêş ketine hene. Avaniyeke hestyarî û giyanî ku teşe dayê heye û bi giştî kesayetiyek heye. Em hinekî bi vê paradîgmayê li siyasetê jî, li jiyana civakî jî, li jiyanê jî, li têkoşînê jî û li jiyaneke ji rêzê jî dinêrin. Ji ber vê yekê dibe ku fêmkirina bi vî rengî hinekî zehmet be.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

15 COTMEH 2026
Soydan Akay hate berdan

Soydan Akay hate berdan

15 COTMEH 2026
Rojnameger Ozgur Bahadir hate binçavkirin

Rojnameger Ozgur Bahadir hate binçavkirin

15 COTMEH 2026
Li rojhilatê Kurdistanê revandina Kurdan berdewam dike

Li rojhilatê Kurdistanê revandina Kurdan berdewam dike

15 COTMEH 2026
Li Amedê qonaxên zêdebûna Perperîka Pêşenga Spî hat tomarkirin

Li Amedê qonaxên zêdebûna Perperîka Pêşenga Spî hat tomarkirin

15 COTMEH 2026
Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

15 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mihrîcanên ku Wezareta Çandê li dar dixe xebatên bişaftina civakê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Rihayê posterê Abdullah Ocalan hat daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê COTMEHa 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 28 sal in cilên reş li xwe dike: Heta azadiyê jiyan li min heram e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne