Li çemê Merîçê yê Edîrneyê kelekek ku malbata koçberên başurî tê de bûn noqî avê bû. Di encama bûyerê de zarokek xeniqî û 2 zarok jî winda bûn.
Malbatekî ji bajarê Silêmaniyê yê başurê Kurdistanê xwest bi kelekekê ji çemê Merîçê derbasî Yewnanîstanê bibe. Li ser çemê keleka malbat lê siwar bûbû, noqî avê bû. Dayik, bav ji xeniqînê rizgar bûn.
Hat zanîn ku zarokekî malbatê xeniqî û cenazeyê wê ji avê hate derxistin. Tîmên rizgariyê ji bo 2 zarokên din peyda bikin, dest bi lêgerînê kir.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.













