Xwendekarên YYUyê ku bi boneya 2yemîn salvegera mirina Rojîn Kabaîşê meşiyan, dan zanîn ku divê mirina Rojîn Kabaîşê bi hemû aliyên xwe ve bê ronîkirin û gotin: “Li ser bûyerê 2 sal derbas bûn lê pirsa ‘Gelo çi hat serê Rojînê?’ hêj nehatiye bersivandin.”
Xwendekara Beşa Pêşvebirina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya Wanê Rojîn Kabaîş, di 27ê Îlona 2024an de ji wargeha ku lê dima, derket û winda bû. Piştî 18 rojan, di 15ê Cotmeha 2024an de cenazeyê wê li perava Gola Wanê hate dîtin. Xwendekarên YYÛyê jî di salvegera duyemîn a mirina Rojîn Kabaîşê de li ber Fakulteya Edebiyatê hatin cem hev û heta ber bi Fakulteya Perweredehiyê meş li dar xistin. Di meşê de pankartên “Berxwada jinê ji bo jinê mirase”, “Kuştina jinan polîtîk e” û “Welatê me ne cihê windakirin û tunekirinê ya jinê ye” hatin vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” hwd. hatin berzkirin. Parlementera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli û gelek xwendekar tev li meşê bûn.
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna daxuyaniyê ji aliyê xwendekar Zerda Akgûnê ve hate xwendin.
‘Du sal derbas bûn lê pirs hêj bêbersiv in’
Zerda Akgun destnîşan kir ku berhevbûna wan tenê ji bo bîranînê nîn e, ji bo ronîkirina pirsên li ser dosyeyê ye û wiha got: “Rojîn xwendekara zanîngeha me bû. Ji bo perwerdeyê û avakirina jiyana xwe hatibû li Wanê. Bi ser de du sal derbas bûn lê pirsa ‘Gelo çi hat serê Rojînê?’ hêj nehatiye bersivandin. Derbasbûna demê, nediyarî tiştekî asayî nîn e. Daxwaza me ne tenê berdewamkirina lêpirsînê ye, ronîkirina hemû aliyên vê mirinê ye.”
Profîla DNAya du mêran di raporê de ye
Di berdewama axaftina xwe de Zerda Akgun bal kişand ser pirs û gumanên hiqûqî yên di nav dosyeyê de û xalên girîng ên rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) bi bîr xist û got: “Di rapora ATKê de, di laşê Rojînê de profîla DNAya du mêran hate dîtin. Di raporê de hate gotin ku çavkaniya van vegirtinan nehatiye diyarkirin. Dîsa di heman raporê de hat gotin ku mirin bi xeniqîna di avê de pêk hatiye, lê nehatiye diyarkirin ku ev yek xwekujî, qeza an jî bi destê kesekî din e. Ev hemû delîl nîşan didin ku lêpirsîneke zanistî û kûr pêwîst e. Parêzerên malbatê di Îlona 2026an de bi 30 daxwazan serî li dozgeriyê dan. Ev geşedan nîşan didin ku di vê dosyeyê de karên ku divê bên kirin gelek in.”
‘Heta ku heqîqet derkeve holê em ê dosyeyê bişopînin’
Zerda Akgûn di dawiya daxuyaniyê de banga berpirsiyariyê li saziyên peywendîdar kir û daxwazên xwendakaran wiha rêz kir: “Mirina Rojîn Kabaîş bi hemû aliyên xwe ve divê bê ronîkirin. Pirsên malbat û parêzeran bi awayekî bi bandor divê werin nirxandin û hemû delîl bi temamî werin vekolînkirin. Pirsên li ser ewlehî û wargehên xwendakaran ji aliyê zanîngehê ve divê werin çareserkirin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.













