Di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya li dijî Şaredariya Çeşmeyê de, ku bi îdiayên bertîl û sextekariyê hate birêvebirin de Cîgirê Serokê Şaredariyê Emre Can Dûrmaz jî di nav de 10 kes hatin girtin.
Lêpirsîna ku bi koordînasyona Serdozgeriya Komarê û ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Bajêr a Îzmîrê ve di 7ê Cotmehê de hatibû destpêkirin; 12 kes hatibûn binçavkirin û 12 gumanbar sewqî dadgehê hatibûn kirin. Dadgeha Cezayê ya Sûlhê derbarê 12 kesan de biryara xwe da. Di encamê de Cîgirê Serokê Şaredariya Çeşmeyê Emre Can Dûrmaz jî di nav de 10 kes hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Alîagayê.













