Komek ciwanên enternasyonal li Navenda Giştî ya DEM Partiyê re bi Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiyan.
Komek ciwanên enternasyonalist ku hatin Enqereyê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê bi Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiyan û rû bi rû hevdîtin pêk anîn. Endamên Komîsyona Dîplomasiyê ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî di hevdîtinê de amade bûn. Di hevdîtinê de li ser helwest û piştevaniya tevgerên enternasyonal û ciwanan a ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gotûbêj hatin kirin.













