• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Malbata Abdullah Ocalan çû Îmraliyê

    Malbata Abdullah Ocalan çû Îmraliyê

    Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

    Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

    Malbatên çar qurbaniyên li Geverê: Divê edalet pêk were

    Malbatên çar qurbaniyên li Geverê: Divê edalet pêk were

    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

9 COTMEH 2026 - 13:01
Kategorî: ROJANE
A A
TJA û DBPyê têkildarî Komploya 9ê Cotmehê daxuyaniyên niviskî parve kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komploya 9ê Cotmehê ne tevgereke polîtîkaya derve ya konjonkturel e, berdewamiya dîrokî ya konsepta qirkirin û tasfiyeyê ye ku ji salên 1925an ve li erdnîgariya Kurdistanê tê meşandin e.

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9ê Cotmeha 1998an de dest pê kir, heta 15ê Sibata 1999an dom kir. Di vê pêvajoya 129 rojan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe da li 5 welatên cuda û li dijî komployê bi 14 dewletan re li dijî teslîmgirtinê têkoşiya. Biryar, zextên îstîxbaratî û siyaseta teslîmgirtinê ya navneteweyî ruyê reş ê tora komployê da li ber çavan.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Heremên Demokratîk(DBP) têkildarî Komploya 9ê Cotmehê li ser medyaya civakî daxuyaniyên bi nivîskî parvekirin.

‘Tê xwestin ku şerê Kurd-Tirk bibe para sedsala nû û gelên herêmê’

TJAyê diyar kir ku di sedsala borî de, ava kirina netewe-dewletan a li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê, polîtîkayên înkarkirinê û destwerdanên stratejîk ên hêzên hegemonîk ên cîhanî, îro sedemên bingehîn a krîzên kûr ên sîstematîk in ku li herêmê diqewimin û wiha got: “Yek ji xalên herî krîtîk ên vê xeta dîrokî, pêvajoya komploya navneteweyî ye ku di 9ê Cotmeha 1998an de li dijî Rêber Apo hat destpêkirin. Komploya 9ê Cotmehê ne tevgereke polîtîkaya derve ya konjonkturel e, berdewamiya dîrokî ya konsepta qirkirin û tasfiyeyê ye ku ji salên 1925an ve li erdnîgariya Kurdistanê tê meşandin e. Hişmendiya hegemonîk a navneteweyî armanc kir ku lêgerîna hebûnê, îradeya azadiyê ya gelê Kurd û modela alternatîf a ji bo jiyaneke wekhev a li derveyî sîstemê ku di kesayetiya Rêber Apo de bûye yek, tasfiye bike. Di çerçoveya modernîteya Kapîtalîst a bi plansazkirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, tê xwestin ku şerê Kurd-Tirk bibe para sedsala nû û gelên herêmê di nava çembereke şerê daîmî, krîz û hwd were girêdan.”

‘Em ê hemû encamên komployê ji holê rakin û aştiya demokratîk ava bikin’

TJAyê di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku li dijî komployê niha dem dema Jinan e û ev tişt gotin: “Yek ji dînamîkên bingehîn ku komploya navneteweyî hedef girtiye, Xeta Azadiya Jinêye ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye teorîzekirin û hêza veguherîna civakî ya vê xetê ye. Li hemberî astengiya heyî ya pêvajoyê em bi eşkereyî diyar dikin ku; tu lêgerîneke aştiyê ku jin tê de wekî xweser cih negirin, îrade û rengê wan ê siyasî lê neyê dîtin, wê tu carî bersiveke civakî ya mayînde peyda neke. Jinên ku barê giran ê şer û polîtîkayên bêçareseriyê hildigirin, divê di pêvajoya muzakere û avakirinê ya aştiyê de bibin aktorên biryarê didin. Weke Tevgera Jinên Azad em di 28emîn salvegera komploya 9ê Cotmehê de bi hişmendiya berpirsiya xwe ya dîrokî tevdigerin. Avêtina pêngavên dualî yên ku dê pêşiya çareseriyê vekin, bidawîkirina rejîma tecrîdê ya li ser Rêber Apo û avakirina şert û mercên azadiya fîzîkî, derfeteke bêhempa ya aştiya herêmî û civakî ye. Bi girêdanbûna bi bîranîn û mîrateya têkoşînê ya hevrêyên me yên ku li dijî komployê bi dirûşma “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” jiyana xwe feda kirin; bidawîkirina rejîma tecrîdê û dabînkirina şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bi girêdana mîrateya têkoşînê re û bi pêşengiya jinan, em ê hemû encamên komployê ji holê rakin û aştiya demokratîk ava bikin.”

‘Divê hebûn û nasnameya gelê Kurd bikeve bin misogeriya destûrî’

DBPê jî diyar kir ku rol û mîsyona 9ê Cotmehê û encamên wê yên ku îro bi awayên cûda tên domandin, qebûl nakin û wiha got: “Li dijî siyaseta ku hewl dide çareseriya demokratîk û îradeya jiyana hevpar a gelan tasfiye bike, em diparêzin ku Birêz Ocalan ê ku afirînerê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û tevî hemû derfetên kêm jî pêşengê wê ye, di demek zûtirîn de bigihe şert û mercên ku karibe azad bijî û bixebite. Ji bo çareseriya demokratîk û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd û avakirina paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, em têkoşîna xwe bi biryardarî didomînin. Rêber Ocalan diparêze ku pêwendiyên Kurd û Tirkan li ser bingeha heqîqetên dîrokî ji nû ve bên avakirin û Tirkiye bibe xwedî nizameke hiqûqî ya demokratîk. Di vê çarçoveyê de divê hebûn û nasnameya gelê Kurd bikeve bin misogeriya destûrî, çareseriya demokratîk û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd bê mîsogerkirin û ji bo Rêber Ocalan jî şert û mercên ku karibe bi azadî bijî û bixebite werin afirandin. Ji ber ku azadiya wî ne tenê azadiya kesekî ye, yek ji xala sereke ya vekirina rêya çareseriya demokratîk, ava kirina aştiyeke mayînde û jiyanek hevpar a gelan e. Ji ber vê yekê, azadiya Rêber Ocalan ji bo aştiyeke demokratîk û mayînde pêdîviyek e dîrokiye ji bo Tirkiyeyê!”

Etîket: 9ê CotmehêAbdullah OcalanDBPTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

28 sal in cilên reş li xwe dike: Heta azadiyê jiyan li min heram e

28 sal in cilên reş li xwe dike: Heta azadiyê jiyan li min heram e

9 COTMEH 2026
Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

8 COTMEH 2026
‘Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe û bi awayek azad siyasetê bike’

‘Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe û bi awayek azad siyasetê bike’

8 COTMEH 2026
Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

8 COTMEH 2026
Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê   Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

8 COTMEH 2026
Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

8 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne