• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê COTMEHA 2026an

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

8 COTMEH 2026 - 08:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê DBPa Amedê Ahmet Dogan û Hevserokê MED-TUHAD FEDê Kerem Canpolat, komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin û banga tevlibûna meşa 9ê Cotmehê ya ku dê li Amedê bê lidarxistin kirin.

Platforma Saziyên Demokratîk ya Amedê ji ber komploya navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, dê di 9ê Cotmehê de bi dirûşma “Bi şîara ji bo statu, aştî û azadiyê meşa ji birêz Ocalan re azadî” ji ber avahiya Ncityê ya li navçeya Rezanê heya ber AZC Plaza ya li semta Ofîsê ya Amedê meşekê li dar bixin. Hevserokê DBPa Amedê Ahmet Dogan û Hevserokê MED-TUHAD FEDê Kerem Canpolat derbarê meşa ku dê ji bo komployê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.

‘Ji bo peyamekê bidin hêzên hegemon divê wekî lêhiyê tev li meşê bibin’

Ahmet Dogan da zanîn ku komploya navneteweyî ne tenê li dijî Rêberê Gelê Kurd, ew li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye û ji bo meşa 9ê Cotmehê ji gelê Amedê re ev bang kir: “Komploya li ser Serok Apo hat meşandin, ne tenê herêmî, komployeke navneteweyî bû. Em bi awayekî vekirî dikarin bêjin ku komploya li ser Rêber Apo pûç bû. Bi têkoşîna gelê Kurd, bi têkoşîna dostên gelê Kurd, bi têkoşîna li herêma Kurdan ev komplo pûç bû. Lê belê pêvajoyeke nû destpêkiriye, pêvajoyeke civaka demokratik. Ji bo ev komplo bi temamî ji holê bê rakirin, divê em li dora Rêber Apo, sazî û dezgeh û partiya xwe bibin xelekek ji agir û vê komployê bi temamî têk bibin û biqedînin. Ji ber vê yekê em ê roja înê, 9ê Cotmehê ji bo komployê şermezar bikin bi awayekî girseyî bi gelê xwe re bimeşin. Ji bo ku em peyamekê bidin hemû hêzên hegemon û cîhanê lazim e bi girseyî, weke lehiyê tev li vê meşê bibin û vê komployê şermezar bikin.”

Ahmet Dogan

‘Bi têkoşîn û felsefeya birêz Ocalan ev komplo pûç bû’

Kerem Canpolat diyar kir ku armanca komployê ew bû ku deng û rengê gelê Kurd û hêviya hemû gelên li Rojhilata Navîn biqedînin û wiha axivî: “Em tev zanin ku Birêz Ocalan bi têkoşîn, gotin, nêrîn, felsefe û paradigmaya xwe ji gelê Rojhilata Navîn re hêvîyeke û pêşeroja hemû gelan vedike. Tişta ku dagirkeran xwest pêk nehat û bi têkoşîn û felsefeya birêz Ocalan ev komplo pûç bû. Wekî hûn dizanin pêvajoyeke çareseriyê jî heye, em dixwazin gelê Amedê bi sed hezaran li kolanan bimeşin. Bi gotina xwe, bi rengê xwe, bi dengê xwe, bi ala xwe piştgiriya çareseriya mezin a Kurd û vê pêvajoyê bikin. Xwedî derketina birêz Ocalan xwedî derketina jiyaneke nû ye û ji bo êdî ji vê erdnigariyê kuştin çênebe û ji bo derketina hemû zarokên Kurdan yên ku li zindanan de ne. Divê hemû gelê Amedê 9ê Cotmehê tev li meşê bibin û destê xwe bidin destê me û piştgiriya aştiya ku bi pêşengtiya birêz Ocalan de dimeşe bikin.”

Kerem Canpolat

Etîket: 9ê CotmehêAbdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê   Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

8 COTMEH 2026
Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

8 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne