KURDÎGEHê ji bo xwendakarên xwe yên asta mamostetiyê qedandin bernameyek li dar xist. Di bernameyê de belgeyên qedandinê dane mamosteyên nû.
Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), ji bo xwendakarên xwe yên di asta mamostetiyê de mezûn bûne li eywana ŞanoWanê bernameya mezûniyetê li dar xist. Li eywanê pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” û “Em ê her derî bikin KURDÎGEH, her dem Kurdî û her dem Kurdî” dinivîsî hat daliqandin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bernameyê bûn.
Di bernameyê de ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê xêrhatina beşdaran hat kirin.
‘Divê perwerdehiya zimanê Kurdî ya fermî bê dayîn’
Hevseroka KURDÎGEHê Arîfe Aslan di bernameyê de axivî. Arîfe Aslan di serî de spasiya yên ji bo perwedehiya xwendekaran ked dane kir û got:” Em dixwazin ku ev perwerdehî dibistanên seretayî heta zaningehan bi fermî bên dayîn. Armanca me ya sereke ew e ku zimanê Kurdî di nav jiyanê de bilind bikin. Ziman tiştekî wek avê diherikê. Dema ku peşiya vê bê girtin ziman dixitime. Divê astengiyên li ber ziman bên rakirin.”
Piştre xwendekaran helbestan xwend. Xelata rûmetê ya KURDÎGEHê cara yekemîn hat dayîn. Kedkarê ziman û mamosteyê zimanê Kurdî Nezîr Ozek xelat wergirt. Piştî xelatdayînê belgeyên qedandinê dane xwendekarên ku asta mamotetiyê qedandin.
Bername bi vegotina çîrok û stran dawî bû.

















