• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
01 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

    Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

    Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    ‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

    ‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

    Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

    Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 1ê COTMEHA 2026an

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

Amed / AW

30 ÎLON 2026 - 16:36
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Projeya “Dengê Borî: Konserên Amîdayê” ku berhemên muzîka Kurdî yên ji borî heta îro li şûnwarên dîrokî yên Amedê, bi platformên dîjîtal digihîne guhdaran, bi beşa xwe ya nû berdewam dike.

Beşa ya konserên ku di heyama pandemiyê de li cih û warên cuda yên dîrokî yên Amedê dihatin lidarxistin, vê carê bi navê “Dengê Borî: Konserên Amîdayê II” tê lidarxistin. Beşa nû ya hebûnên çandî yên bajarên herêmê, berhem û hunermendên taybet ên zarava û devokên cuda yên Kurdî jî bigire nav xwe. Endamê Desteya Rêveberiyê ya Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê (DTSO) ku ji Xebatên Ziman û Çandê Berpirsyar e Farûk Korkmaz, derbarê beşa nû ya konseran de agahî dan û diyar kir ku ramana serî ya nû bi fikra bibîranîna Aram Tîgran dest pê kiriye. Farûk Korkmaz destnîşan kir ku wan piştre biryar girtine ku ev çalakiya bîranînê di çarçoveya Konserên Amîdayê de pêk bê û da zanîn ku li ser vê yekê rêza duyemîn a konseran bi rengê ku şûnwarên çandî yên bajarên herêmê jî bigire nav xwe hat plankirin.

‘Me xwest dewlemendiya çandî ya bêhempa bi amûrên cuda ragihînin’

Farûk Korkmaz di nirxandina rêza yekemîn a Konserên Amîdayê de ev tişt gotin: “Di çarçoveya ‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê’ de li şûnwarên dîrokî yên wekî Keftên Hasûnî yên Farqînê, Kela Zerzevanê, Keftên Hilarê yên Erganiyê, Pira Malabadê ya Farqînê, Dêra Keldanî ya Surê û Kela Gelê bi giştî 7 bernameyên konserê hatin çêkirin. Me her konserek diyarî hunermendekî hêja yê muzîka Kurdî kir û berhemên wan hatin strandin. Me ev rêze li ser platformên dîjîtal belav kir. Amanca me ya vê xebata ku eleqeyeke mezin dît; naskirina hebûnên me yên dîrokî, awazên muzîka kurdî û hunermendên ku ev berhem afirandine bû. Her wiha me xwest dewlemendiya çandî ya bêhempa ya bajar û herêma xwe bi amûrên cuda ragihînin.”

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II dest pê bikin’

Farûk Korkmaz diyar kir ku wan îsal ev xebat ji bo bibîranîna Aram Tîgran dest pê kiriye û rêza nû ya Konserên Amîdayê wê bibe xwedî taybetmendiyeke herêmî û wiha pê de çû: “Me îsal xwest ji bo bibîranîna Aram Tîgran û ji bo ku berhemên wî dîsa bighêjin guhdaran çalakiyekê çêbikin. Piştre me got ‘Çima em rêza Konserên Amîdayê nedomînin?’ Bi Aram Tîgran dest pê dike; em dixwazin hunermendên ku di hafizaya muzîka herêma me de cih girtine û berhemên bêhempa hiştine û keda wan dîsa li mekanên dîrokî bidin bihîstin. Di rêza yekem de em bi Amedê re sînordar mabûn. Di heyama nû de em ê bala xwe bidin ser hebûnên çandî yên bajarên herêmê, berhem û hunermendên herêmên cuda yên muzîka Kurdî. Bi vê nêzîkatiyê me biryar da ku rêza ‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dest pê bikin. Weke rêza berê, em vê rêzê jî bi hevkarî û hevbeşiya Ma Musicê li dar dixin.”

Bi rêza nû re tê armanckirin ku mekanên dîrokî û çandî yên herêmê bi rêya muzîkê werin xuyakirin û daneheva muzîka Kurdî ya li herêmên cuda û hunermendên ku tevkariyê li vê mîrasê dikin werin nasîn.

Di pêşengeha pirtûkan de panela Aram Tîgran

Korkmaz her wiha da zanîn ku di çarçoveya Fûara pirtûkan a TUYAPê ku îsal cara 10emîn tê lidarxistin de, bi hevkariya DTSO û Ma Musicê wê paneleke taybet a li ser berhem û tevkariya Aram Tîgran a ji bo muzîka Kurdî bê organîzekirin. Panela bi navê “Dengê Azadîyê, Sembola Biratîyê: Aram Tîgran” wê di 2yê Cotmeha 2026an de di navbera saet 13:00-13:45an de pêk bê.

Di panelê de Evîndar Dulek dê moderatoriyê bike û nivîskar Kakşar Oremar, hunermend Delîl Dîlanar, Dilovan û Neşet Guçmen wê wekî axaftvan beşdar bibin.

Etîket: beşa nûçandDelîl DîlanarDengê BorîDilovanDTSOEvîndar DulekhunerKakşar OremarKonserên Amîdayê llNeşet Guçmen
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

23 ÎLON 2026
Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

6 ÎLON 2026
Mamosteyên Ma Musicê: Îro bi hezaran Delîla hene

Mamosteyên Ma Musicê: Îro bi hezaran Delîla hene

22 TEBAX 2026
Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 3  Cewad Merwanî: Ji 45 hezar stranan 4 hezarê wan hatin rizgarkirin

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 3
Cewad Merwanî: Ji 45 hezar stranan 4 hezarê wan hatin rizgarkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 28ê ÎLONA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne