• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

    Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 29ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

    Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 29ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Mehmet Ölmez / AW

29 ÎLON 2026 - 09:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Tevî ku nîvê Amedê bi zaravayê Zazakî diaxive û dizane jî lê ji navenda Amedê bigire heta navçeyên wê xizmet û polîtîkaya pirzimanî li şaredariyan û rêxistinên partiyan gelek kêm û hema hema bêje ev zarava nayê bikaranîn. Şaredariyên li herêmên ku bi zaravayê Zazakî diaxive û dizane jî qet bi vî zaravayî xizmet nayê kirin.

Li bajarê Amedê 18 şaredarî hene. Ev bajar bi qedîmî, dîrokî û şaristaniya xwe tê zanîn. Cihê bîr û bawerî, ziman, netewan û çandan e. Ew bi zarava û zimanê xwe jî tê zanîn. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 17 şaredariyên navçeyan hene. Ji bilî navçeyên navendî, her wiha li navçeyên weke; Licê, Hênî, Pîran, Çermûg, Pasûr, Gêl, Erxenî û Şankuşê jî hejmareke mezin bi sed hezaran kesên ku zaravayê dimilkî ango zazakî diaxive jî lê hene. Ji ber vê yekê cihê zazakî di van şaredariyan de, ji bo polîtîkaya pirzimaniyê û hemwelatiya wekhev cihekî girîng e lê hema bêje ev zarava bêxwedî maye.

Malperên fermî yên şaredariyan, nûçeyên ku derbarê polîtîkaya zimanan de hatine weşandin û nimûneyên weşanên medyaya dîjîtal cihê nirxandinê ne.

Li Amedê zaravayê zazakî bi polîtîkaya “şaredariya pirzimanî” re ket rojeva şaredariyan. Ev polîtîka pêşî li Şaredariya Sûrê dest pê kir.

Şaredariya Sûrê biryar da ku xizmetên xwe bi Kurdî (zazakî û kurmancî), Ermenkî û Suryanî jî bike. Dadgeha Îdarî ya Bilind di sala 2007an de ev biryar wekî sedem dît û Hevşaredar Abdullah Demîrbaş ji wezîfeyê hate girtin û meclisa şaredariyê hate fesixkirin. Demîrbaş di 2009an de dîsa bi rêjeya ji sedî 65 deng wergirt û weke şaredar hate hilbijartin.

Di navbera salên 2016 û 2023yan de li şaredariyên Amedê qeyim hatin danîn. Di nivîsên dawîn ên şaredariyê de jî tê gotin ku di dema qeyiman de hin navend û xizmet hatibûn girtin.

Beriya qeyiman Şaredariya Bajarê Mezin ji personelên xwe re hem kursa Kurmancî hem jî kursa Zazakî vekiribû, li bîlbord û afîşên bajêr jî her du zarava dihatin bikaranîn. Qeyiman ev kurs betal kirin.

Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de DEM Partiyê; Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rêjeya ji sedî 64,07 deng wergirt û carek din bi dest xist. Ji 17 navçeyên Amedê DEM Partî li 13 navçeyan serwer bû, li Çermûg, Şankuş, Gêl, Hezro jî AKP bi ser ket.

Ev tabloya siyasî ji bo Zazakî girîng e. Ji ber ku navçeyên zazakî yên wekî Çermûg û Gêlê di bin îdareyekê de ne ku polîtîkaya pirzimaniyê bi rê ve nabe.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Şaredariya Bajarê Mezin, li Amedê saziya herî mezin e ku Zazakî bi kar tîne. Zazakî di malper, hesabên medyaya dîjîtal de û xizmeta telefonê de heye; lê cihê wê ji Kurmancî û Tirkî kêmtir e.

Malper

Di menuya zimanan a malpera şaredariyê de sê ziman hene; Kurmancî-Zazakî, Tirkî û Îngilîzî. Lê rûpela sereke bi Tirkî vedibe û bixêrhatin tenê bi Kurmancî ye; “Hûn Bi Xêr Hatin.” Di daneyên teknîkî yên rûpelê de jî zimanê têkiliyê wekî Tirkî, Kurdî û Îngilîzî hatiye nivîsandin; Zazakî tê de tune ye an jî kêm e.

Medyaya dîjîtal

Di biyografiya hesabê @diyarbakirbld yê Xê de navê şaredariyê hem bi Kurmancî hem jî bi Zazakî tê nivîsandin; “Şaredarîya Amedî ya Şaristanê Girdî.” Postên şaredariyê bi giştî bi rêzekê tên weşandin; pêşî Tirkî, paşê Kurmancî, paşê jî Zazakî.

Nûçeyên Zazakî yên şaredariyê li malperên derve jî belav dibin. Bo nimûne, Ajansa Welat û ZazakîNews nûçeyên şaredariyê bi Zazakî ji nû ve diweşîne.

Xizmet û perwerde

Di havîna 2026an de li Navenda ALO 153ê xizmeta Zazakî dest pê kir. Xizmet bi 9 personelan tê dayîn; xizmeta Kurmancî jî di Gulana 2025an de dest pê kiribû. Şaredarî dibêje ku dê Erebî û Îngilîzî jî lê zêde bike.
Şaredariyê ji bo personelên xwe kursên Kurmancî û Zazakî yên 3 mehan jî vekirin. Her wiha bi xebata termînolojiyê re, di 2016an de bi Grûba Xebate ya Vateyî re ji bo termînolojiya Zazakî ya xizmetan xebateke berfireh hatibû destpêkirin.

Şaredariyên navçeyên navendî: Sûr, Rezan, Peyas, Bajarê Nû

Çar şaredariyên navçeyên navendî di bin îdareya DEM Partiyê de hene. Ji van şaredariyan tenê Şaredariya Sûrê ji bo Zazakî gaveke berbiçav avêtiye; di malperên fermî yên her çar şaredariyan de jî naverokeke Zazakî nayên dîtin.

SÛR

Şaredariya Sûrê berê ji personelên xwe re kursa Kurmancî dabû destpêkirin. Di havîna 2026an de cara pêşîn ji bo personelan kursa Zazakî (kirmanckî) vekir. Hevşaredarên Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan beşdarî dersa pêşîn bûn. Her du hevşaredarên Sûrê bi xwe zaravayê Dimilî ango Zzakî diaxivin ango zimanê wan ê dayikê ye.

Di 15ê Gulana 2026an de, di Roja Zimanê Kurdî de Hevşaredar Gulan Onkol helbesteke Zazakî xwend. Di medyaya dîjîtal de carinan nivîsên Zazakî hebin jî, di malpera şaredariyê de tenê Tirkî tê dîtin.

REZAN

Di sala 2017an de Rezan şaredariya navendî ya tekane bû ku qeyim lê nehatibû tayînkirin. Di wê salê de afîşên şaredariyê yên “Meha Remezanê pîroz be” bi Tirkî, Kurmancî û Zazakî hatibûn daliqandin. Afîş ji aliyê kesên nenas ve hatin rakirin.

Ev nimûne nîşan dide ku Zazakî beriya qeyiman jî di nivîsên şaredariyê de hebû. Di medyaya dîjîtal de carinan nivîsên zazakî hebin jî, di malpera niha ya Şaredariya Rezanê de nimûneyeke Zazakî nayê dîtin. Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelik bi Zazakî diaxive û zimanê wî yê dayikê ye.

PEYAS

Di menuya zimanan a malpera Şaredariya Peyasê de vebijêrka “Tirkî” û “Kurdî” hene. Zimanên din ên wekî Îngilîzî, Almanî, Erebî û Farisî jî hene; lê Zazakî tê de tune ye. Nûçeyên şaredariyê bi Tirkî û Kurmancî ne. Hevşaredarê Peyasê Cengiz Dundar bi Zazakî diaxive û zimanê wî yê dayikê ye.

Şaredariya Peyasê d Tîrmeha 2025an de Komxebata Kreşên Pirzimanî organîze kir. Di komxebatê de hate gotin ku dê zarokistan ji zarokan re bi zaravayên Kurdî perwerdeyê bidin, lê pirzimaniya Peyasê bi giştî li ser Kurmancî maye.

BAJARÊ NÛ

Di malper û hesabên Şaredariya Bajarê Nû de Zazakî nayê dîtin an jî di postan medya dîjîtal de pir kêm hatiye parvekirin. Di dîrokê de Bajarê Nû ji bo ziman protestoyeke balkêş kiribû; Ji ber ku nûçeyên kurdî yên şaredariyê bi dozan dihatin astengkirin, afîşên 8ê Adarê bi zimanê Çînî hatibûn amade kiribûn.

Şaredariyên navçeyan ên li herêmên Zazakî

Li navçeyên ku Zazakî lê zimanekî serwer û serekeye jî; şaredarî di malper û hesabên xwe de Zazakî hema hema qet bi kar naynin. Zazakî tenê di çalakiyên çandî û axaftinên hevşaredaran de tê dîtin.

ERXENÎ

Şaredariya Erxeniyê (DEM Partî) di navbera 7 û 10ê Gulana 2026an de Rojên Pirtûkan ên 2yemîn organîze kir. Di roja dawî de paneleke zazakî hebû; M. Şah Aslan, Denîz Gunduz û Bedrîye Topaç bi zazakî axivîn. Di malper û hesabên şaredariyê de weşaneke Zazakî nehate dîtin û parvekirin.

HÊNÎ

Her çend navçeya Hêniyê hema hema bi tevahî bi Zazakî biaxive jî di malper û hesabên şaredariyê de weşaneke Zazakî tine ye.

PÎRAN

Di biyografiya hesabê Xê yê Şaredariya Pîranê de navê şaredariyê bi du zimanan tê nivîsandin: “Beledîyaya Pîranî”, “Şaredarîya Pîranê” û “Dicle Belediyesi”. Forma pêşîn Zazakî ye. Ev nimûneyeke balkêş e; Zazakî xuya dike, lê di naveroka wê de Zazakî tine ye.

LICÊ

Hesabê Xê yê Şaredariya Licê di Nîsana 2024an de hatiye vekirin. Biyografî bi Tirkî û Kurmancî ye, lê Zazakî tê de tune ye tevî ku Licê yek ji herêma Zazakîaxêv e jî.

PASÛR

Di malper û hesabên Şaredariya Pasûrê de nimûneyeke Zazakî nayê dîtin û ti parvekirin nehatiye kirin.

ÇERMÛG Û GÊL 

Ev her du navçe ji 2024an û vir ve di bin îdareya AKPê de ne. Di malperên van şaredariyan de jî nimûneyeke Zazakî nayê dîtin. Lê li Çermûg û Gêlê Zazakî bi giranî tê axaftin. Yanî hewcedarî heye, lê îdareya herêmî bersivê nade.

Şaredariyên navçeyên din

Li navçeyên din şaredariyên DEM Partî “xizmeta duzimanî” dike lê ev duzimanî bi giştî Tirkî û Kurmancî ye. Zazakî tê de nayê dîtin.

FARQÎN

Şaredariya Farqînê di Gulana 2024an de ragihand ku anonsên şaredariyê yên navçeyê bi Tirkî û Kurdî tên kirin. Şaredariyê gotina “xizmeta duzimanî” bi kar anî; hevşaredar Kadrî Esen jî bi Kurmancî nivîsî; “Li Farqînê me dest bi anonsên Kurdî kir”. Lê li vir jî bi Zazakî nayê dîtin.

BISMIL, ÇINAR, HEZRO Û ŞANKUŞ

Di malper û hesabên van her çar şaredariyan de nimûneyeke ji bo Zazakî nayê dîtin. Bismil û Çinar di bin îdareya DEM Partî de ne; Hezro û Şankuş jî di bin îdareya AKPê de ne.

Hesabên medya dîjîtal ên DEM Partî û DBPyê

DEM Partî û DBP polîtîkaya pirzimaniyê ya şaredariyan diparêzin, lê di malper û hesabên xwe yên medya dîjîtal de Zazakî bi kar naynin. Zimanên wan ê fermî Tirkî û Kurmancî ne.

Navenda Giştî ya DEM Partiyê

Di menuya zimanan a malpera demparti.org.tr de vebijêrka Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hene. Beşa “Kurdî” bi Kurmancî ve sînordar maye. Navê Kurdî yê partiyê jî tenê bi Kurmancî tê nivîsandin: “Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan.” Lê zaravayê Zazakî di malperê de tune ye.

Di 20ê Sibata 2024an de, ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, civîna koma parlamentoyê ya partiyê bi gelek zimanan hate kirin. Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydeniz tê de bi Kirmanckî (zazakî) axivî. Ji bilî vê, derbarê zazakî de agahiyek tune ye.

DEM Partî: Rêxistina Bajêr a Amedê

Biyografiya hesabê @dempartiamed yê Xê bi Kurmancî û Tirkî ye; “Hesabê Rêxistina Bajarê Amedê Ya PARTIYA DEM’ê”. Post bi Tirkî û Kurmancî ne. Posteke Zazakî ya vî hesabî nayê dîtin.

DBP

Malpera dbp.org.tr bi du zimanan e; Tirkî û Kurmancî ye. Hesabê Xê yê navendî, @DBP_GenelMerkez, bi giştî bi Tirkî û Kurmancî dinivîse. Zazakî carinan bi taybetî di axaftinên Çîgdem Kiliçgun Uçar de tê nivîsandin. Ji bo Rêxistina Amedê ya DBPyê, hesabekî aktîv û nimûneyeke Zazakî nehate dîtin.

Ev rewş balkêş e. Li gorî biyografiya TBMMê, Hevseroka Giştî ya DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçar “pir baş” Zazakî dizane. Tevî ku Salîha Aydeniz zimanê dayika wê zazakî ye û Hevseroka Giştî ya DBPyê bû jî lê Zazakî di zimanê fermî yê partiyê de cih nagire.

Tenê şaredariya mezin bi Zazakî xizmetê dike

Di rêxistinên partiyan de zaravayê Zazakî, ji şaredariyan jî kêmtir e. Îdarekarên Zazakîaxêv hene, lê ziman di nivîsên fermî de tune ye. Ev nîşan dide ku gavên dawî yên Zazakî, ne ji aliyê polîtîkaya partiyan ve, ji xebatên şaredariyê hatine.

Ji 18 şaredariyên Amedê tenê Şaredariya Bajarê Mezin bi zaravayê Zazakî bi rêkûpêk diweşîne û xizmetê dike. Di şaredariyên navçeyan de zaravayê Zazakî an qet tune ye, an jî tenê di medyaya dîjîtal û çalakiyan de tê dîtin. Ev tablo li navçeyên ku zaravayê Zazakî lê serwere jî jî heman e.

Etîket: DBPDEM PartîkirmanckîŞaredariyên DEM Partiyêzaravayê KirmanckîZazaki
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026
Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

7 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Nû ya DEM Partiyê diyar bû

Desteya Rêveberiya Nû ya DEM Partiyê diyar bû

7 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Wanî: Ji ber bihabûnê em tiştan bi deyn distînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne