Cemîle Acar Elver a ku dayika du şêhîdan e, dixwaze cenazeyê kurê xwe Mevlût Elver (Azad Tolhildan) ku li goristana bêkesan a Wanê de ye, hilde û li goristana taxê li kêleka cangoriyên din veşêre. Cemîle Acar ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe serî li dozgeriyê da.
Cemîle Acar Elver a ku dayika du şehîdên Tevgera Azadiyê Mevlût Elver (Azad Tolhildan) û Adem Elver (Dilgeş Azad) e, dixwaze cenazeyê kurê xwe Mevlût Elver (Azad Tolhildan) ku 9 sal e di goristana bêkesan a li Wanê de ye hilde û bibe goristana şehîdan. Cemîle Acar ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe serî li dozgariyê da.
Kurê Cemîle Acar Mevlût Elver 21ê tebaxa 2017an li Wanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Mevlût Elver ji wê salê ve li goristana bêkesan a li Wanê ye.
‘Kurê min ji ber ku Kurdî diaxivî polîsan lêdixist’

Cemîle Acar da zanîn ku tundî û zilma li ser malbat û zarokên wê demek dirêj berdewam kiriye û wiha got: “Me gelek tundî ji destê dijmin dît, 20 sal in nêzî 20 caran li ser mala me girtine. Wexta kurê min tiştên kirînê difirotin dijmin diçû gel û jê re digot ‘Kurdî neaxive û xebera li Serok bide, em ê tiştên te bistînin û zêde pereyan bidin te.’ Lê wî qebûl nedikir û piştre xeber jê re digotin û lêdixistin. Ev zilm gelek bandorê li ser zarokên min kir. Zarokên min biçûk bûn dihatin li ser mala me de digirtin polîsan. Rojekê serê kurê min xistibûn û serê wî tev werimî bû, rojekê jî bilêdanê lingê wî tev reş û şîn kiribûn. Ji min re got ‘Dayê ev hemû şopên pêhnên wan in û min jî tenê karî nifira bikim’, dijmin xedar e, em çi bikin. Wexta kar vedigeriyan malê di rê de pêşiya zarokan digirtin, wan dixistin û digotin ‘Hûn çima dixebitin emrê we ne yê xebitandinê ye’ wan jî digot ‘Em debara mala xwe dikin’, piştre polîsan ji wan re digot ‘Kurdî xeber bidin’ û dû re zarokan dixistin, zarokan jî digot ‘Hûn dibêjin Kurdî xeber bidin û dû re jî li me dixin ji ber ku em Kurdî diaxivin.’”
‘Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim’

Cemîle Acar diyar ku ev bû 9 sal in kurê vê di goristana bêkesan a li Wanê de ye û duh serlêdan ji dozgeriyê kiriye da ku cenazeyê kurê xwe hilde.
Cemîla Acar daxwaza xwe ya ji pêvajoya Civaka Aştî û Demokratîk jî wiha anî ziman: “Daxwaza me serkeftina me ye, xwedîderketina nasname û zimanê me ye. Zarokên me jî ji bo van armancan li ber xwe didan û armanca me jî ev e. Ez hatime serlêdanê li vir ku bikarim biçim kurê xwe, şehîdê xwe li goristana bêkesan hildim û bibim goristana şehîdan veşêrim. Ez ev 9 sal in benda hestiyên kurê xwe me, ez nabêjim ez ê kurê xwe bibim veşêrim, ez ê kurê xwe bibim daweta wî bikim. Em dibêjin bila dayikên tu kesî negirîn, em naxwazin xwîn birêje û em aşitiyê dixwazin. Daxwaza me nasname û zimanê me ye.”







