Li gorî agahiyên ku Serokê DYAyê Donald Trump pêşkêşî Kongreyê kirin, DYAyê di nava 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotine Îsraîlê.
Li gorî lêkolîna ku Zanîngeha Brownê kir, lêçûn û sînorê peymana ku di serdema Serokê DYAyê yê berê Joe Biden ya Cotmeha 2023 û 2025an de îmze kiribû derbas kir. Li gorî daneyanalîkariya çekan 17.9 milyar dolar derbas kir. Bi van çekan di şerê li Gazzeyê de zêdetirî 50 hezar kes hatin kuştin. Gelek ji wan zarok bûn. Li gorî agahiyên ku ku Serokê DYAyê Donald Trump pêşkêşî Kongreyê kirin, DYAyê di nava 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotine Îsraîlê.
Li gorî daneyan; di çileya 2025an de 2.04 milyar dolar, di sibata 2025an de 7.4 milyar dolar, di hezîrana 2025an de 510 milyon dolar, di çileya 2026an de 6.67 milyar dolar, di adara 2026an de 650 milyon dolar, di gulana 2026an de 992 milyon dolar bi giştî 21.6 ilyar dolar çek firotine Îsraîlê.













