10emîn Peşengeha Pirtûkan a Amedê li Qada Fûara Pirtûkan a Amedê dest pê kir.
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê, li
Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê, dest bi pêşengeha pirtûkan kir. Weşanxaneyên Kurdî û saziyên ziman û çanda Kurdî jî di pêşengehê de cih girtin û standên xwe vekirin. Pêşengeha pirtûkan dê heta 4ê Cotmehê vekirî bimîne.


















