• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Amed / AW

23 ÎLON 2026 - 16:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di civîna Konseya Bajêr a Amedê de axivî û diyar kir ku ji bo parastina Sur, Bircên Amedê, Baxçeyên Hewselê û mirateyan divê xebatek xurt bê meşandin.

Konseya Bajêr a Amedê civîna, “Agahdarkirin û Planên Birêvebirina Bircên Amedê û Baxçeyên Hevselê” li dar xist. Endam û nûnerên konseyê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navçeyên Amedê yên navendî, saziyên civakî, akademîsyen û gelek kes tev li civînê bûn.

‘Divê ev mîrate werin parastin’

Di civînê de destpêkê Hevserokê Konseya Bajêr a Amedê Serdar Keskîn da zanîn ku ew ji bo xebateke girîng ya ku paşeroja Amedê ji nêz ve eleqedar dike hatine cem hev û wiha got: “Bircên Amedê û Peyzaja Çandî ya Hewselê di sala 2015an de di Lîsteya Mîrate ya Cîhanê ya UNESCOyê de cih girt. Ev biryar tê wateya pejirandina dîroka bi hezaran salan a Amedê. Lê belê, cihgirtina di Lîsteya Mîrateya Cîhanê de tenê ne tescîlkirina nirxên ku em xwedî ne, di heman demê de berpirsiyariyeke girîng dikeve ser milê me hemûyan ku em van nirxan biparêzin, bidin jiyîn û ji nifşên paşerojê re ragihînin.”

‘Nabe ku em li hincetan bigerin divê em mîrateya xwe biparêzin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak derbarê parastina Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê de got ku wan piştî salên 2015an nejariye pêvajoyek ya xwedîderketinê bimeşînin û wiha got: “Ji bo xwedîderketinek xurt tune ye gelek hincetên me hene. Rastî piştî 2015an ev xwedîderketin ji ber polîtîkayên qeyûm pêk nehat. Lê nabe ku em êdî li hincetan bigerin. Em niha ji bo parastina mîrateya xwe hatine gel hev û bêguman ev pêvajo bi vê xebatê bi dawî nabe. Ji Plana Rêveberiya Qadê ya ku hatiye nivîsandin û xêzkirin zêdetir, xwedîderketina vîna vî bajarî û hemû saziyên wê bi awayekî beşdar bin dê girîng be. Êdî wextê wê hat û derbas dibe. Ji bo parastina vê qadê, ji bo parastina Mirateya me ya Cîhanê, ji bo ku em ji zirarên li vê qadê re bibêjin ‘Bisekine’, em berê xwe bidin planeke giştî û çalak da ku em mîrateya xwe biparêzin.”

Piştî axaftinan Pêşkêşiya Agahdarkirina Bircên Amedê û Baxçeyên Hewselê hat nîşandin û civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: AmedbirchincetKonseya BajêrmîrateparastinparasttinSur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nakokiya COP31ê: Sozên konferansê bûye nivîsa li ser avê

Nakokiya COP31ê: Sozên konferansê bûye nivîsa li ser avê

13 MIJDAR 2026
Dijberên xwezayê dê çareseriyên avhewayê nîqaş bikin

Dijberên xwezayê dê çareseriyên avhewayê nîqaş bikin

9 MIJDAR 2026
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha Mijdarê eşkere kir

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha Mijdarê eşkere kir

5 MIJDAR 2026
Şêniyên gundê Arzoxliyê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin

Şêniyên gundê Arzoxliyê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin

28 COTMEH 2026
Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026

Konferansa xwendekarên komunalîst dest pê kir

24 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê MIJDARA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd encamnameya konferansê eşkere kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne