Ji ber maliyetên zêde û nebûna karkeran, gelek nanpêj neçar mane ku firinên xwe bigirin. Nanpêjên Wanê yên ku ji bihabûna bêserûber a lêçûnan bi gazinc in, anîn ziman ku di nava salekê de maliyeta hilberînê ji sedî 60-70 zêde bûye, lê bihayê nan tenê ji 12 lîreyan derketiye 15 lîreyan.
Zêdebûna maliyetên hilberînê di sektora xwarinê de û kêmasiya hostayan, nanpêjên Wanê ber bi îflasê ve dibe. Li Wanê nêzî 400 firinân hene û nanpêjên ku bi salan e ku bi şev û roj ked didin, di bin giraniya fiyetên ar û rûn, kirayên giran ên dikanan û lêçûnên giran difetisin. Ji aliyê din ve ev 10-12 sal in hostayên nû zehmet tên dîtin û firinên biçûk ji ber neçariyê tên girtin.
Nanpêjan behsa rewşa xwe kirin û bertek nîşanî bihabûna bêserûber dan.
‘Şaredarî divê febrîkêyên nanê gel vekin’
Wekîlê Serokê Komaleya Nanpêjan a Wanê Sadî Işik da zanîn ku bi salan e nanpêj ji ber zêdebûna maliyetê, bihayên giran û nebûna karkeran di krîzeke kûr de ne. Sadî Işik diyar kir ku ew 34 sal in di vê kari de ye û ji ber maliyetên zêde û nebûna karkeran, gelek nanpêj neçar mane ku dikanên xwe bigirin. Sadî Işik di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tu niha zemê bixwazî, 4 mehan kêmtir nayê. Heta 4 meh ev fiyetê ku em dixwazin me xelas nake. Hewce ye ev sîstem biguhere. Çawa ardfiroş ku kengî hez bike zemê dide ser ar, hewce ye nanpêj jî wisa be û li gorî maliyeta xwe zemê bike. Ew jî kêmasiya şaredarîyan e. Niha ti şaredarîyên me yên navendî mala nanê gel ava nekirine. Li Qelqeliyê mala nanê gel heye, nan li wir 7 lîre ye. Ji ber ku şaredarî vedike, perê karkeran dide, sîgorteya karkeran çêdike, kira nade, maliyet dadikeve. Ev pergal baş e û hewceye febrikaya nanê gel li navendan jî vekin. Yan jî kooperatîfan ava bikin. Di vê pîşeyê de hewce ye dewlet çareseriyê ji bo mesrefên me yên xebatkar, perê avê û ceyranê, yê dar û ar bibîne.”

‘Firinên mezin û reqabeta neheq’
Nanpêjê bi navê Emrullah Bîner diyar kir ku li Wanê nanpêjên piçûk ji ber ku maliyetên hilberînê yên rojane zêde dibin, reqabeta neheq û kêmasiya hostayan bi krîzeke mezin re rû bi rû ne. Emrullah Bîner ev 30 sal in di vê pîşeyê de ked dide û 18 sal in jî xwediyê firina xwe ye. Emrulllah Bîner bal kişand ser zehmetiya şert û mercên xebatê û diyar kir ku ji ber maliyetên giran ew difikire ku firina xwe bigire. Emrûllah Bîner wiha berdewam kir: “Bihayê ar, rûn û daran her meh û her hefte zêde dibe, lê bihayê nan di nava salekê de tenê carekê û bi rêjeyeke kêm diguhere. Di nava salekê de maliyeta hilberînê ji sedî 60-70 zêde bûye, lê bihayê nan tenê ji 12 lîreyan derketiye 15 lîreyan. Heke çayek niha 30-50 lîreyan be, çima nan 15 lîre ye? Keda vî karî gelek e, çima bihayê nan zêde naguhere? Em hem bêxew dimînin hem jî nikarin heqê karkerên xwe bi temamî bidin. Firinên mezin bi daxistina kalîteya nan û xebitandina erzan a karkeran, nanê erzan didin piyaseyê û ev rewş derfeta reqabetê ji firinên biçûk re nahêle. Ji aliyê din ciwan êdî vê pîşeyê zehmet dibînin û ji ber bêxewiyê tercih nakin. Ji ber ku qezenç kêmbûye û ked zêde ye di nava 10-12 salên dawî de hostayên nû negihîştine û xebatkar piştî çend mehan dest ji kar berdidin.”

‘Zem ji sedî 15 e, mesref ji sedî 80 zêde bûne’
Nanpêjê bi navê Nihat Çetîn jî derbarê lêçûnên xwe yên rojane û mehane de agahî da û destnîşan kir ku bihayê ar gihiştiye hezar û niv û rûn jî gihiştiye hezar û heştsed lîreyan. Nihat Çetîn diyar kir ku ji bilî lêçûnên bingehîn, lêçûnên din ên wekî bîme (sîgorta), bac û mûçeyên karkeran giran bûne û wiha pê de çû: “Nêzî 20 karker li firinê dixebitin, mesrefên me gelek zêde bûne. Mînak, ji sedî 15 zem dan ser bihayê nan, lê mesrefên me ji sedî 80 zêde bûn. Hema tenê lêçûna bîmeyên karkeran 50-60 hezar e. Saleke em zirarê dikin û em ji berîka xwe xerc dikin.”

‘Rûn, ar û tiştên xwarinê roj bi roj biha dibin’
Nanpêjê bi navê Rêzan Can jî bal kişand ser lihevnegirtina bihayên lêçûnan û da zanîn ku her sal ji sedî 100 zem tê. Rêzan Can got ku tevî vê zema ji sedî 100, tenê ji sedî 45 zem tê ser nan û wiha axivî: “Vê salê torbeyek ar milyarek be, sala din dibe milyar û nîv. Tiştek ji destê me nayê, ne karê ciwanan ma ye, ne jî kar heye ku xelk debara xwe bike. Esnafên Wanê kuştine, tiştek nemaye. Rûn, ar û tiştên xwarinê roj bi roj biha dibin. Dewlemend hîn dewlemend dibe, feqîr jî tam feqîr dibe.”

















