Enqere – Rêvebera ANKA-DERê Emîne Oguz diyar kir ku ji bo perwerdehiya Kurdî serlêdanên kargehên wan dest pê kiriye û wiha got: “Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye. Em jî bang li gelê xwe dikin ku werin tev li kargehên me bibin û fêrî zimanê xwe bibin.”
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) ku zêdetirî 4 sal in li Enqereyê kar û xebatên ziman û çandê dike, dest bi serdema nû ya kargehan-atolyeyan dike. ANKA-DER bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî ji asta destpêke heta asta mamostetiyê perwerdehiyê dide. ANKA-DER ji avabûna xwe û vir ve bi sedan kes fêrî Kurdî kiriye. Di serdema nû de jî ANKA-DER dê bi rêya kargehan perwerdehiya Kurdî bide şagirtan. Ji bilî perwerdehiya ziman di beşên wêje û hunerê de jî xebat û kargehên ANKA-DERê hene. Ji bilî perwerdehiya çand û zimanê Kurdî jî ANKA-DER li dijî polîtikayên pişaftinê ji bo bi destxistina mafê perwerdehiya Kurdî li kolanan bi çalakî û bernameyên cur bi cur kar û xebatên xwe didomîne.
Serlêdanên kargehên serdema nû ya ANKA-DERê di 1ê Îlonê de dest pê kir. Yên bixwazin dikarin di asta destpêke heta asta mamostetiyê serî li kargehên ANKA-DERê bidin. Her wiha perwerdehiya bi Kurdî rû bi rû û onlînê tên dayin û yên bixwazin û derfeta wan a çûyina Komeleyê tune be dikarin bi rêya onlînê jî tev li kargehan bibin. Kargehên ANKA-DERê dê di 12ê Cotmehê de dest pê bikin. Yên bixwazin dikarin li ser vê lînkê serî li kargehan bidin; https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSeTVHFzn3l2fjdzRQGnSqZQmtennbFuyJTdHWQ3tKXE3aWOQA/viewform?pli=1
Rêvebera ANKA-DERê Emîne Oguz derbarê kargeh û xebatên serdama nû ya komeleyê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Astengî û polîtîkayên bişaftinê yên li dijî Kurdî
Emîne Oguz derbarê polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî anî ziman ku weke her sal îsal jî di perwerdehiya serdema nû de xwendekarên Kurd ji mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bêpar mane û wiha got: “Komara Tirkiyeyê ji avabûnê vir ve polîtîkayên xwe yên li ser zimanê Kurdî bi rê ve dibe. Li gorî lêkolînan beriya avabûna Komarê li vê erdnîgariyê 36 ziman dihatin axaftin. Lê mixabin niha tenê 16 ziman mane û ew jî di bin xetereyê de ne. Zimanê Kurdî jî yek ji van zimanan e. Niha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî heye. Heke di vê pêvajoyê de bixwazin aştiyeke bi rûmet ava bibe û encamek baş derkeve divê di serî de mafê zimanên zikmakî were nasîn. Daxwaza me jî ew e ku ji pêşdibîstanan heta zanîngehan perwerdehiya Kurdî bê dayîn. Lê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve li ser vê yekê tu gav nehatiye avêtin û êrişên li ser Kurdî roj bi roj mezintir dibe. Di van demên dawî de saziyeke Kurdî li Tekîrdagê rastî êrişa çekdarî hat. Ev jî nîşan dide ku tehamula li hemberî Kurdî tune ye û nîjadperest êriş dikin. Ji bo pêşîgirtina êrişan jî di qanûnan de tu hewldanek tune ye. Ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk hewcehî bi perwerdehiya zimanê dayikê heye.”
Serdema nû ya kargehan
Emîne Oguz di berdewama axaftina xwe de derbarê serdema nû ya kargehên ANKA-DERê de jî diyar kir ku serlêdanên kargehên wan dest pê kiriyêe û wiha axivî: “Di serdema me ya nû de serîlêdan gelemperî di asta destpêke de ne. Ji bilî asta destpêke di asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn de jî serîledan hene. Zêdebûna serîledanên asta destpêke jî nîşan dide ku bi milyonan Kurd ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar mane. Di hemû astan de jî kargehên me hene û kargehên me yên mamostetiyê jî hene û kesên dixwazin mamostetiya Kurdî bikin dikarin serî li kargehên me bidin. Ji bilî kargehên perwerdehiya Kurdî jî di gelek beşên hunerî û wêjeyî de jî kargehên me hene. Li komeleyê kargehên felsefe, derûnnasî, wêje, dîrok, floklor û zarokan hene. Kargehên xwendinê û wergerê jî hene. Ev hemû jî ji bo avakirina Kurdewarî û xwenasînê ye. Heta niha tenê şagirtên me tev li van kargehan dibûn. Lê ji niha şûn ve ji bilî şagirtan jî em ê serlêdanan bigirin û kesên dixwazin dê bikaribin serî li van kargehan jî bidin. Kesên dixwazin di van beşan de bi serbikevin dikarin serî lê bidin. Li ser malpera me hejmara me heye dikarin rasterast bikevin têkiliyê û serî li kargehan bidin.”
‘Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye’
Emîne Oguz da zanîn ku heta niha nêzî 50 kesan ji bo tevlibûna kargehan serlêdan kiriye û ev yek anî ziman: “Li Enqereyê eleqeyeke mezin ji zimanê Kurdî re heye. Kurdên ku li vir dijîn li navçeyên dûr jî dijîn lê tevî vê belavbûnê jî eleqeyeke baş ji Kurdî re heye. Vê eleqeyê em hem di xebatan de û hem jî di kargehan de jî dibînin. Her wiha em jî li Enqereyê ji bo avakirina hişmendiyên Kurdî xebatên cur bi cur dikin. Li dijî astengî û êrişên li ser Kurdî çalakiyan dikin. Her wiha bi awayekî konseran jî xebatan xwe didomînin. Lê xebatên me piranî li ser mafê zimanê Kurdî ye. Çalakiyên me yên Komeleyê yên ji bo avakirina hişmendiya Kurdî jî her tim bi rêya kargehan berdewam dike. Ji bo her Kurdekî sparteke ku fêrî zimanê xwe bibin. Heke îro kesek bêje ez Kurdim divê sparteka xwe jî pêk bîne. Ev spartek jî fêrbûna zimanê xwe ye. Nezanbûn ne kêmasiya gel e, ji ber polîtîkayên bişaftinê gel ji ziman dûr dikeve lê fêrnebûn kêmasiyeke. Kesek ji bo xwe nas bike divê zimanê xwe jî fêr bibin. Em bi dildarî kar û xebatên Kurdî dikin. Em jî bang li gelê xwe dikin ku werin tev li kargehên me bibin û fêrî zimanê xwe bibin. Ev tenê serê xwe li dijî polîtîkayên bişaftinê gaveke mezin e.”












