Mamosteyê ZIMANGEH-DERê Serdar Îke ku behsa girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê kir, da zanîn ku pirzimanî dewlendiyeke vî welatî ye û wiha got: “Heke pirzimanî neyê hezkirin û qebûlkirin, demokrasî jî pêş nakeve.”
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 14ê îlonê de nêzî 17 milyon xwendekaran dest bi sala nû ya perwerdehiyê kirin. Di nav 17 milyon xwendekaran de bi milyonan zarokên Kurd jî hene ku vê carê jî ji mafê xwe yê herî mirovî yê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar hatine hiştin. Zimanê Kurdî ku li Tirkiyeyê wekî pirsgirêkeke siyasî û ewlehiyê tê dîtin ji destpêka avakarina Komarê ve rastî tunekirin, înkar û bişaftinê tê. Bi saya berxwedana doza Kurdewariyê îro her çiqas hinek gav hatibin avêtin jî di xala 42yan a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ya ji aliyê derbekarên 12yê Îlonê ve ketiye meriyetê ve tê destnîşankirin ku ji bilî zimanê Tirkî tu zimanê din di qada kamûyê de cih nagire. Di bin qedexe û bendên Destûra Bingehîn de bi milyonan zarokên Kurd ji ber vê zordariya pergala ûniter-yekperest perwerdehiyê bi zimanê yê dayikê nabînin.
Mamosteyê Komeleya Pêşxistin, Lêkolîn û Perwerdehiya Zimanê Kurdî (ZIMANGEH-DER) ya Geverê Serdar Îke derheqê mijarê de pirsên ajansa me bersivand û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê kir.
‘Bi çekan jî nekarîn zimanê me ji mêjiyê me derxînin’

Di destpêka axaftina xwe de Serdar Îke da zanîn ku ji ber polîtîkayên dewletan ên yekperestiyê gelek ziman winda bûn û zimanê Kurdî jî bi salan bi polîtîkayên tunekirinê re rûbirû ma. Serdar Îke bal kişand ser rêbaza xwedî derketina ziman a Kurdan û ev yek anî ziman: “Miletê Kurd hem bi taybetmendiyên xwe yên çiyayî berxwedêr e û hem jî xwedî çand û zimanek qedîm e. Ji ber vê yekê zimanê Kurdî xwe li ser pêyan girt. Bi nivîskî nebe jî bi dengbêjî, çîrokbêjî û wêjeyî ya çandî zimanê Kurdî heta roja me xwe pêşxist. Bav û kalên me behsa qedexeyên ser ziman dikin, didin zanîn ku bi tifengan jî nekarîn zimanê Kurdî ji mêjiyê Kurdan derxînin.”
‘Em xwe bi xwe asîmile dikin’

Serdar Îke bal kişand ser mijara xwe bi xwe bişaftinê jî û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Îro bişaftin bir rengek cuda pêş ketiye, ev jî oto-bişaftin/xwe bi xwe bişaftin e. Ev tifinga ku danîbûn ser serê bav û kalên me ku bi Tirkî biaxivin, mixabin îro me ev tifing ji destê wan standiye û me danaye li ser serê xwe. Ev guleya em îro mêjiyê xwe dixin dibe sedema windabûna zimanê me. Weke Celadet Elî Bedirxan dibêje ‘Zimanê xelkê cil û bergên mirov in. Mirov dikare carna cil û bergên xwe biguherîne lê zimanê mirov çermê mirov e, mirov nikare çermê xwe biguherîne.’ Yek jî pîvana netewebûyînê ziman e. Ziman wekî nan û av pêwîst e. Heta em zimanê xwe xwedî dernekevin em nikarin pergaleke neteweyî ava bikin. Em îro zimanê xwe bi netewan nedin nasîn em nikarin xwe jî bidin nasîn. Em Îngîlîzan, Fransiyan, Tirkan bi zimanê wan dizanin û dinasin. Ku em bixwazin bi netewan Kurdan bidin nasîn divê xwedî li Kurdî derbikevin.”
‘Zimanê bijarte têrî perwerdehiyê nake’

Serdar Îke destnîşan kir ku berxwedan û xwedî lê derketin wê rê li ber aliyê hiqûqê yê Kurdî vebike ku Kurd bikaribin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.
Her wiha Serdar Îke bal kişand ser zimanê kurdî ku di dibistanan de wek zimanek bijarte tê dayîn û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Ev yek jî rastî gelek astengiyan tê. Di dibistanekî de divê herî kêm 10 xwendekar zimanê Kurdî hilbijêrin ku dersa zimanê Kurdî bistînin. Perwerdehiya bi vî rêbaza ku Kurdî wekî zimanek hilbijêr dide nîşan, ji bo neteweya Kurd kêm e, pirsgirêka heyî çareser nake. Ev tişt ji bo dewleta Tirkan jî kêmasiyeke, ji ber ku li dijî demokratîkbûyînê ye. Pirzimanî dewlemendiya vî welatî ye. Lewma divê ji pirzimaniyê hez bikin û li gorî hêmanên demokrasiyê tevbigerin. Heke pirzimanî neyê qebûlkirin û hezkirin, demokrasî jî pêş nakeve. Divê zimanên hemû gelan bên qebûlkirin, derfetên perwerdehiyê bên afirandin û ziman bibin fermî. Di vê pêvajoya niha ya Civaka Aştî û Demokratîk de ji bo gavên hiqûqî yên ji bo ziman bên avêtin em ê israr bikin û dengê xwe derxînin.”












