Êlih – Malbatên şehîdan û welatiyên ku tev li bîranîna şehîdan a li Êlihê bûn xwestin ji niha û pê ve êdî kezeba tu dayîkan neşewite û wiha gotin: “Heta dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê li ser soza şehîdên xwe bin. Em ê tu carî ji doza xwe venegerin.”
Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd yên ku di dîrok û li cihên cuda şehîd ketine, bi rojan e li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê tên bibîranîn û bi girseyî û eleqeyeke mezin tên ziyaretkirin. Di bîranînan de partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û welatî bi hezaran kes tev li dibin û xwedî li şehîdan derdikevin. Malbatên şehîdan û welatiyên ku li Êlihê tev li bîranînan bûn li ser bîranîna şehîdan ji ajansa me re axivîn.
Ayten Dagli ya ku hatibû serdana bîranîna şehîdan, hestên xwe wiha anîn ziman: “Birîneke gelek zehmet e, em gelek pê diêşin û şehîdên me ne, em bi wan ser bilind in. Ez jî dayîka şehîd im, li her derî şehîd hene dilê me gelek diêşê. Serê malbatên me û gelê me sax be. Em bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin. Yên vir jî hemû zarokên me ne, birîna me tevan yek e. Şehîd namirin.”
‘Bila ne dayikên polîsan û ne jî dayikên gerîla negirîn’
Asiye Tecar jî ku demeke dirêj e birayê wê şehîd ketiye hestên xwe yên ji bo şehîdan wiha vegot: “Em bi şehîdan serbilind in û ez ji vir heta ba Serok silavên xwe dişînin. Ez jî xwişka şehîd im, ev şehîd yên me hemûyan e. Gelek baş e, gelê Êlihê malbatên me bi tenê nahêlin. Heta dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê li ser soza şehîdên xwe bin. Em ê tu carî ji doza xwe venegerin. Bila ne dayikên polîsan û ne jî yên gerîla negirîn. Em bi tenê xwişk û biratiyê û yekîtiyê dixwazin.”
‘Em hêvî dikin êdî ev şehîdên dawî bin’
Eynete Bûlût jî ku bi salan di nav xebatan de cih girtiye xwest ku şehîdên ku tên aşkerekirin bibin yên dawî û wiha axivî: “Tiştekî ew qas zor û zehmet û bêçare ye. Niha pêvajoyek hatiye destpêkirin, em hêvî dikin vê carê rast be. Bila bi rastî ber bi me ve bên, ne bi xerabî. Lê ev êş nayê gotin, ez nikarim niha êşa wê bînim ziman. Me dixwest ku ev ciwan hemû bi saxî bihatina. Em hêvî dikin ku ji niha û pê ve êdî kezeba tu dayîkan neşewite. Ne yên me bi tenê, em naxwazin zarokên tu kesî bêne kuştin. Em naxwazin ne leşker ne polîs û ne jî gerîla bên kuştin. Em hêvî dikin êdî ev ên dawî bin.”
‘Em dixwazin dayikên leşker û polîsan destên xwe bidin destê me’
Maşallah Kaya jî diyar kir ku ew weke dayîkên aştiyê naxwazin xwîna tu ciwanî birije û hestên xwe wiha vegot: “Bi hezaran ciwanên me şehîd ketine. Îro li her bajarî tên bibîranîn. Em dixwazin dayikên polîsan û leşkeran jî destên xwe bidin destê me û bejin ‘em jî aştiyê dixwazin.’ Bes e bila êdî ji herdu aliyan jî kesek neyê kuştin. Kezeba dayikan dişewite. Heta kengî dê ev xwîn birije? Em dixwazin aştiyek li dinyayê çêbibe. Her dayikek me çend zarokên wan di nav de ne û hê jî destê xwe dirêjî aştiyê dikin. Bila ew jî weke me bêjin, em aştiyê dixwazin. Bû nêzîkî du salan pêvajoyek heye û xwîn nayê rijandin, çiqas tiştek xweş e. Em Kurd û Tirk di nava hev de dijîn, em li bajarekî li welatekî ne, divê em hemû destên xwe bidin hev. Xelkê hestiyên xwe jî neanine, hestiyên gelek ciwanên me li çiyayan mane. Çiqas çiya hebin hestiyên zarokên me lê hene. Tevî ku me hestiyên xwe jî neanîne, dîsa em dibêjin aştî.”
‘Em dest bidin hev ku yekîtiya me çêbibe’
Horî Acar jî sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Em ê şopdarên rêya wan bin û em bi hêvî ne em ê di rêya wan de bimeşin. Tişta ku heta niha hatiye ser milê wan kirin e. Ji niha pê ve divê êdî gel bike. Bila êdî dest bidin destê hev û yekîtiya me çêbibe. Divê em êdî nesekinin, êdî bese bila şehîd çênebin. Ger ku yekîtiya me hebe, em ji her derê mezintir in xurtir in.”













