Endamê Desteya Navendî ya Rêveberiyên Xwecîhî ya DEM Partiyê Mustafa Avci anî ziman ku xurtkirina rêveberiyên xwecîhî dabeşkirina hêza dewletê ye û wiha got: “Li Fransayê ewilî hêz hêdî hêdî ji navendîbûnê derket. Ev yek bû gava yekem û mirov dikare ji bo Bakurê Kurdistanê jî vê modelê bikar bîne.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de, ji bo pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê çareser bike banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Abdullah Ocalan di çarçoveya pêvajoyê de gelek caran diyar kiribû ku Peymana Xweseriya Rêveberiyên Xwecîhî ya Ewropayê li Tiriyeyê li gorî pêwistiyan bê berfirehkirin û bikeve meriyetê dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Niha jî çavê gel li ketina meriyetê ya qanûnan e. Yek jî mijara ku tê meraqkirin, polîtîkaya qeyiman e ku ev 3 serdem in li Bakurê Kurdistanê didome.
Endamê Desteya Navendî ya Rêveberiyên Xwecîhî yê DEM Partiyê Mustafa Avci, xurtkirina rêveberiyên xwecîhî û mijara qeyiman ji Ajansa Welat re nirxand.
‘Gel dixwaze qeyim bi paş ve bên kişandin’
Mustafa Avci di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewletek asayî piştî daxuyaniya 27ê Sibatê çi dibe bila bibe dê hewl bide ku hin guherînan bike û da zanîn ku zihniyeta kûr û tarî ya dewletê neguheriye. Mûstafa Avci destnîşan kir ku ji ber derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina civakeke demokratîk de ti plansazî yan jî pêvajoyeke dewletê ya zelal tune ye, ji bilî çend gavên biçûk tu gav nehatine avêtin û wiha got: “Lê piştî 27ê Sibatê, divê civak biketa nav hêviyeke mezintir. Tiştê herî hêsan, vekişandina qeyiman û radestkirina îradeyê ji gel re bû. Heke ev gav bihata avêtin, wê baweriya civakê bihata çêkirin. Piştî daxuyaniya 27ê Sibatê tevgera stratejîk hatibe rawestandin jî, mesele ne ev e. Mesele hişmendiya yekperest e ku dixwaze hemû tişt di bin kontrola wan de be. Di siberojê de wê ev hişmendî biguhere an neguhere nizanim, lê hêviya civakê nemaye. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê bi pêş ve biçe, civak dixwaze qeyim werin vekişandin û îrade vegere destê gel. Heke gavên demokrasiyê bên avêtin, bajarên ekolojîk bên afirandin, wê ev pirsgirêk hemû ji holê rabin. Di herêmê de mafê herî bingehîn ê gelê Kurdê çand û ziman e. Lê qeyim van saziyên çand û ziman jî asteng dike. Tişta gel dixwaze, paşvekişandina qeyiman e.”
‘Divê ku civak xwe bi xwe rêxistin bike’
Mustafa Avci bal kişand ser modelên rêveberiyên xwecîhî yên cîhanê û da zanîn ku modelên rêveberiyên xwecîhî awayek dabeşkirina desthilatê ye. Mustafa Avci anî ziman ku modelên cîhanê an li gorî çand û gelenekên civakî têne avakirin, an li ser bingeha dewletê, an jî li gorî pergalên federal û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heke em utopîk li rewşa Tirkiyeyê binerin, di pratîkê de pêkanîna vê yekê ne mimkun e. Mirov dikare modela Fransayê bigire. Li Fransayê ewilî hêz hêdî hêdî ji navendîbûnê derket. Ev yek bû gava yekem û mirov dikare ji bo Bakurê Kurdistanê jî vê modelê bikar bîne. Civaka demokratîk û saziyên ku demokrasiyê dixwazin bila hêviya xwe bi dewleta Tirkiyeyê ve girê nedin. Divê civak xwe bi xwe rêxistin bike. Di serî de jî gelê Kurd divê xwe rêxistin bike û saziyên demokratîk tifaqên xwe xurt bikin.”
‘Divê em kêmasiyên xwe bibînin’
Mustafa Avcî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd ji bo birêxistinkirina civakê, avakirina komîn û kooperatîfan û xurtkirina tifaqê qadeke gelekî berfireh vekiriye û ev yek anî ziman: “Di navbera civak û dewletê de têkiliyeke berovajî heye û çiqas qada jiyana demokratîk berfireh bibe, ew qas qada dewletê teng dibe. Lê divê civak li benda dewletê nemîne, xwe birêxistin bike. Her wiha divê dewlet jî serdestiya xwe ferz neke, li ber têkoşîna demokrasiyê tehamûl bike. Tevî dîroka 5 hezar salî ya dewletê û Modernîteya Kapîtalîst, divê em Modernîteya Demokratîk bidin nasîn, civakê bikin hakem û di vê mijarê de rexnedayîna xwe bidin. Em nikarin li benda wan bimînin, heke em dê paş ve bimînin. Ji aliyê rêveberiya xwecîhî ve, ne hewce ye ku em tenê li benda guherîna qanûnan bin. Qanûnên heyî jî ji bo kar û xebatên me derfetên mezin didin. Ji ber vê yekê divê em xwe rexne bikin. Em nikarin tenê bêjin ‘em jiyaneke ekolojîk, demokratîk û azadiya jinan diparêzin’. Divê ev tişt ne tenê di gotinê de, di pratîkê de jî werin pêkanîn. Divê em van tiştan biafirin û derxin holê. Komîn û kooperatîf tenê di gotinê de namînin, divê gotin û pratîk bibin yek. Heke gotin û pratîk nebin yek, bawerî jî çênabe. Di vê mijarê de divê em kêmasiyên xwe bibînin.”












