Baroya Amedê bi boneya destpêka sala edlî li ber Edliya Amedê daxuyaniya da çapemeniyê. Serokê Baroyê Abdulkadîr Guleç anî ziman ku ji bo aştiyeke mayînde tenê mêzekirina li rabirdûyê bes nîne û wiha got: “Em neçar in ku bi rabirdûiyê re hevrû bibin, heqîqetê derxin holê û li dijî bêcezatiyê têkoşînê bikin. Em hevî dikin ku sala edlî ya nû bibe sedema avakirina Tirkiyeyeke ku tê de edalet û wekhevî û hiqûq hebe.”
Baroya Amedê bi boneya destpêka sala edlî li ber avahiya Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên Baroya Amedê tev li daxuyaniyê bûn. Parêzeran di daxuyaniyê de cubeyên xwe li xwe kirin.
Baroyê tenê bi Tirkî daxuyanî xwend lê daxuyanî bi Kurdî nehat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ve hate xwendin.
‘Divê mafê hêviyê were bicihanîna’
Abdulkadîr Guleç da zanîn ku îro ji bo Tirkiyeyê yek ji meseleyên herî bingehîn serbixwebûna darazê ye û bêyî ku rûxandinên darazî pêk werin divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bêkêmasî û bêyî derengî bikevin werin bicihanîn. Abdulkadîr Guleç bi bîr xist ku divê Tirkiye biryara mafê hêviyê bi awayek yasayî pêk bîne û guhertinên pêwîst werin pêkanîn.
‘Eger parastin nebe, darizandina adil çênabe’
Abdulkadîr Guleç diyar kir ku ji wezîfeya dûrxistina şaredaran, tayînkirina qeyiman li ser şaredariyan divê nebe rêbazek asayî. Abdulkadîr Guleç bal kişand ser astengî û deswerdanê li dijî parastinê ango parêzeran û diyar kir ku parêzer nûnerê parastinê ye û li ku parastin nebe li wir darizandina adil çênabe.
‘Perwerdehiya zimanê dayikê hêmanek bingehîn a çareseriyê ye’
Abdulkadîr Guleç anî ziman ku qanûna çarçoveyî ku li Meclisê hat qebûlkirin, tevî kêmanî û nebesiyên xwe jî ji bo bidawîbûna şer û pêkanîna aştiya civake weke gavek girîng dibînin û dinirxînin. Abdulkadîr Guleç anî ziman ku divê êdî bê dîtin ku meseleya Kurd ku zêdetirî sed salî ye nikare tenê bi polîtîkayên ewlehiyê were çareserkirin û wiha got: “Hemwelatîbûna wekhev, temsîliyeta demokratîk, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafên çandî, demokrasiya herêmî û mafên mirovan hêmanên bingehîn ên çareseriyê ne. Ji bo aştiyeke mayînde tenê mêzekirina rabirdûyê bes nîn e. Em neçar in ku bi rabirdûyê re hevrû bibin, heqîqetê derxin holê û li dijî bêcezatiyê têkoşînê bikin. Em hêvî dikin ku sala nû ya edlî bibe wesîleya avakirina Tirkiyeyeke ku tê de edalet û wekhevî ji hemû kesan re hebe û hiqûq ji bo hemû kesan serwer be, parastin azad be, daraz serbixwe be, jin û zarok di ewlehiyê de bin û aştî mayînde be.”



















