Şirnex – Malbatên şehîdan û welatiyên ku tev li bîranîna li Cizîrê bûn gotin ku cangoriyên Tevgera Azadiyê şehîdên wan hemûyan e û ew ê dev ji pêkanîna xeyalên şehîdên xwe bernedin.
Bîranîna ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê tê lidarxistin di roja 3yemîn de berdewam dike. Ji roja destpêkê heya niha bi dehezaran welatî ji bo xwedîlêderketina cangoriyên azadiyê her kêlî qada bîranînê vale nehiştine.
Malbatên şehîdên ku bîranîn ji bo wan tê lidarxistin û welatiyên tev li bîranînê bûn derbarê şehîdan de nêrînên xwe anîn ziman. Malbatên şehîdan dan zanîn ku şehîd tenê ne şehîdên wan in û ew bi şehîdên xwe serbilind in. Malbatên şehîdan diyar kirin ku ew ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û tu dem nahêlin ala wan rakiriye bikeve erdê.
Welatiyên ku ji bo hevgirtina bi malbatên şehîdan re 3 roj in tên bîranînê jî bi lêv kirin ku ew hemû şehîdan weke şehîdên ji nava mala xwe dibînin û ew ê tu dem dev ji pêkanîna xeyalên şehîdan bernedin.
‘Divê êdî Abdullah Ocalan di nava gelê xwe de be’
Malbatên şehîdan û welatiyên ku tev li bîranînê bûn bang li rayedaran kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên azadiyê serbest werin berdan. Welatiyan xwest ku êdî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava gelê xwe de be û bikaribe tev li hemû xebatên gelê xwe bibe.












