Riha – Rojnamager Hêlîn Asmîn destnîşan kir ku 25ê Tebaxê ji bo Sûriyeyê rojeke mîladî bû û wiha got: “HSDê erka xwe temam kir û tev li kar û barên dewletê bû. Êdî bi fikra neteweya demokratîk û entegrasyona demokratîk merhaleyeke nû dest pê dike.”
Piştî peymana 29ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser-Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rojava û Sûriyeyê de berdewam dike. Li gorî peymana 29ê Çileyê gelek saziyên leşkerî, îdarî û hwd. entegre bûn. Di 24-25ê Tebaxê de li Şamê di çarçoveya temamkirina bendên peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSD û Şamê de hevdîtinên krîtîk hatin kirin. Di hevdîtinê de heyeta Rojava gelek daxwazên xal bi xal radestî heyeta Şamê kir. Nayê zanîn ku bê ka gelo ev xal hemû hatine pejirandin an na.
Di encama hevdîtinan de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand ku HSDê xwe fesix kiriye.
Rojnameger Hêlîn Asmîn a ku li Rojava geşedanan dişopîne derbarê pêvajoya entegrebûna li Rojava-Sûriyeyê de ji Ajansa welat re axivî.
’25ê Tebaxê rojeke dîrokî û mîladî ye’
Hêlîn Asmîn bi bîr xist ku ev pêvajo bi hêsanî çênebûye û bal kişand ser berxwedana meha Çileyê û xwedîderketina gelê Kurdistanê û hevsengiyên nû yên siyasî û wiha got: “25ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û bi taybetî ji bo Sûriyeyê bû rojeke dîrokî. Weke ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî diyar kir; HSDê erka xwe temam kir û tev li kar û barên dewletê bû. Niha di nav nûbûnekê û erkekî nû de bi karekî nû dest bi avakirina Sûriyeyê dike. Piştî berxwedana li Heleb, Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê, bi seferberiya her çar parçeyên Kurdistanê û peymana 29ê Çileyê re xalên esasî yên agirbestê û entegrasyonê hatin diyarkirin.”
Vegera Efrînê û misogerkirina zimanê Kurdî
Hêlîn Asmîn da zanîn ku yek ji encamên herî girîng ên vê pêvajoyê vegera şêniyên herêmên dagirkirî û fermîbûna destkeftiyên ziman e û wiha axivî: “Ji wan xalên esasî yek vegera gelê Efrînê ya ser axa xwe bû û niha penaberên Serêkaniyê û Girê Spî jî li bendê ne ku vegerin. Di heman demê de mijareke herî sereke ziman e. Bingeha perwerde û dibistanên ku di 15 salên şoreşê de hatine avakirin, di hemû hevdîtinan de xala sereke bû. Weke ku Îlham Ehmedê jî diyar kir, mafê hemû neteweyan e ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.”
Rola YPJê û nûnertiya jinan li Şamê
Derbarê nîqaşên li ser paşeroja YPJê û rola jinan a di rêveberiya nû de, Hêlîn Asmîn bal kişand ser hevdîtinên ku li Şamê pêk hatin û got: “Temsîliyeta jina Kurd bi pêşengtiya Îlham Ehmed û Newroz Ehmed li Şamê di qesra serokkomariyê de rûnişt. Krîza li ser entegrasyona YPJê ber bi çareseriyê ve diçe. Li gorî gotegotan û nîqaşên heyî, tê payîn ku YPJ weke hêzeke ewlekariya hundirîn û serbixwe cihê xwe bigire. Civînên li ser vê mijarê li Şamê hê berdewam dikin. Tê payîn ku Fermandar Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di nav hikûmeta Sûriyeyê de cih û erkên girîng bigirin.”
‘Ji bo Kurdan derfeteke mezin û dîrokî ye’
Hêlîn Asmîn destnîşan kir ku ev gav ji bo hemû civakên Sûriyeyê deriyekî nû vedike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Beriya niha Kurd weke netewe û xwedî nasname nehatine naskirin, lê îro jin û siyasîmetdarên Kurd di qesra serokkomariyê de bi zimanê xwe, xwe îfade dikin. Êdî li tevahiya Sûriyeyê Kurd bi fikra neteweya demokratîk tev li kar û barên dewletê dibin. Ev ji bo siyaseta Kurd derfeteke mezin e ku ne tenê li Rojava, li hemû bajar û bajarokên Sûriyeyê hebûna xwe diyar bikin û bi roleke xurt rabin.”












