• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Esnafên Hala Êlihê: Gel nikare bikire, em nikarin bifiroşin

Abdullah Esen / AW

26 TEBAX 2026 - 10:03
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Êlih – Li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe rewşa aboriyê ber bi xerabûnê ve diçê. Esnafên ku li hala Êlihê bi firotana fêkî û sebze re mijûl dibin anîn ziman ku rewşa aboriyê her roja diçe bandoreke neyînî û girantir li ser wan dike.

Rewşa aboriyê ji ber sedemên polîtîkayên ewlehiyê, navendîbûn û feraseta dewletparêz her ku diçe xirabtir dibe, ev xerabûn bandora xwe li hemû qadên hilberînê dike. Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev giraniya li ser aboriyê li ser jiyana rojane ya welatiyan û esnafan her ku diçe girantir dibe. Şertên ku her diçe girantir dibin li ser debara malê û dabinkirina pêdiviyan her sal li gora sala derbas dibe zehmettir dibe. Ji ber hêza kirînê ya gel dikeve û bihabûna xurek û tiştan esnaf nikarin tiştên di destê xwe de bifiroşin û pê kar bikin.

Esnafên li hala Êlihê yên fêkî û sebze difiroin têkildarî zehmetiyên kar û debarê axivîn.

‘Ne xema wan e ku gel sax e yan mirî ye’

Esnaf Serhat Kaya ê ku bi salan e li halê bi firotana fêkî û sebzeyan debara xwe dike, anî ziman ku 7 lîre daxistina buhayê mazotê 7 lîre ji bo wan erênî ye û wiha axivî: “Pereyê dinê jî dê bikeve ber daketina OTVê. Hemû fêkî û sebzeyên ku em difiroşin ji derve tên. Hemû wesayîtên ku tên û diçin tev bi benzîn û mazotê dixebitin. Her hatin û çûyîn esnaf kara xwe jî diavêje ser. Li vir 30 heb karker dixebitin, kare ku tê kirin carinan yewmiya wan jî dernaxe. Îro yewmiya wan bûye 1500 lîreyî zêdetir. Aboriya Tirkiyeyê her diçe xerabtir dibe. Ez bixwe jî li vir bi mûçeyê kêmtirîn dixebitim û 16 hezar lîre didim kirêya xanî. Tiştekî ji me re namîne. Û li malê pitikek di dergûşeke de heye, neçar im li wan jî binêrim. Dimîne 12 hezar ew jî mirov sê caran biçe nexweşxaneyê diqede. Dê çi ji xwarin, vexwarin, av, ceyran, kinc û hwd. re bimîne? Dîsa jî têr nake. Yên ku li ser in, her tim ji bo xwe û mirovên derdorên xwe dixebitin. Ne xema wan e ku gel sax be yan jî mirî be. Her tim dixwazin li aliyê Kurdistanê aboriyê biqedînin. Lê aliyê rojavayê Tirkiyeyê bi piranî mûçeyên herî kêm 60-70 hezar in, kirê jî 25 hezarî ye. Dîsa 40-50 hezar ji wan re dimîne. Tişta ji me re jî dimîne 12 hezar e, ew jî em nikarin pê debara xwe bikin. Her roja diçe rewşa me ya aboriyê xerab tir dibe.”

‘Bihayê berhemên me li gora yê wan gelek kêm e’

Esnaf Hecî Huseyîn Agirman jî diyar kir ku rewşa aboriyê li ser bazirganan gelek bandoreke giran ava kiriye û got: “Sebze û fêkiyên ku li vir dertên ji yên Anatolyayê gelekî cudatir in. Dema ku li Kurdistanê sebze dertên dikeve nîvê heqê xwe, bihayê berhemên me li gora yê wan gelek kêm e. Sebzeyê li Anatolyayê, kîlo bi 35-40 lîre yî tê firotan. Dema ku yê me dertê bi 10-15 lîreyan. Ji bo vê yekê berhemên ku li Kurdistanê dertên bihayê wan kêm tên firotan. Cotkarên me karê wan ji yê rojavayê Tirkiyeyê gelek kêmtir e. Dema ku sebze û fêkiyên me dertên hema bêje li hemû bajaran bi hev re dertên û naçin aliyê Anatolyayê. Yê wan bi hêsanî tê vir, diçe welatên Ewropayê, diçe Rûstayayê û diçe gelek welatên cîhanê. Daxwaza yê wan bêhtir e. Ji ber ku pêşî li yên me hatiye girtin û naçe derve. Bihayê teva ketiye, ji xeynî yê kartol û pîvazan pê ve bihayeke wisa tune ye. Dema ku ji nava erd tê vir û tê firotan zêde cudatî tune ye. Û tehma fêkî û sebzeyên me ji yên Anatolyayê xweştir in.”

‘Tu tiştek ji rewşa aboriyê xerabtir tune ye’

Mehmet Gokkan ê bi salan e li halê bi karê danûstendina fêkî û sebzeyan re mijûl anî ziman tişta herî xerab rewşa aborî bi xwe ye û wiha qala rewşa xwe ya zehmet kir: “Her ku diçe nexweştir jî dibe. Rewşa aboriyê ewqas xerabe, em nizanin em ê ji çi dest pê bikin. Kesên ku li ser bin û birêve dibin ew xerab dikin. Em tên vir, em ji xwe re dibêjin, heqê mazota me jî derê baş e. Mazot çûye 83 lîreyî, kîloya petêxê em didin bi 10 lîreyan, nîvê wan di erebeyê de maye. Em erzan jî dikin, kes nastîne. Tev zirar e. Em nikarin biçin devê deriyê wan jî bixebitin. Bi zirarê be jî em dibêjin, bila nanê me jê derê bes e.”

‘Pere çiqas diçe kêm dibin’

Esnaf Îlyas Tayar jî rewşa aborî bi sala derbasbûyî re da li ber hev û wiha got: “Sala çûyî me ji xwe re du erebeyan mal dixwest, em îsal daketin erebeyekê. Kîloya bîberên çerî bûye 100 lîre, ya erîkan bûye 100 lîre. Mûçeyê kêmtirîn bûye 28 hezar. Kesên ku bi zewac bin dê çawa karibin xwarin û vexwarinê ji mala xwe re bistînin? Encex heqê kirê, av û ceylanê bide û ew ê tiştek jê re nemîne. Pere çiqas diçe nirxa xwe kêm dike. Em jî gelek caran dixwazin heqê karkerên ku li vir dixebitin zêde bikin, tiştek ji destê me jî nayê. Dema ku lîtreya mazotê derê 83yan em ê çi bikin?”

‘Kesên ku li nava zeviyan dixebitin, zirar dikin’

Adnan Yilmaz ê ku bi salan e li hala Êlihê bi kare bazirganiyê re mijûl debe jî ev tişt gotin: “Îsal fêkî zêde ne, hinek ji wan jî erzan in. Sala çûyî jî wisa bûn, lê îsal bihayê wan ketiye, ew jî ji ber zêdebûnê ye. Hin salan fêkî zêde dertên, hin sal jî kêm in. Ew ne ji ber barîna baranê ye, hin dar hene salekê kêm û salekê jî zêde didin. Dema ku fêkî û sebze kêm bin bihayê wan jî zêde dibin. Dema ku zêde bin jî bihayê wan erzan e. Di vir de çûyîn jî girîng e. Weke yewmiya karkeran, buhabûna mazotê û gelek tiştên wisa li me zor dikin. Dema ku kêm bin, em jî weke esnaf komîsyona xwe diavêjin ser berhemên ku em tînin. Kesên ku li nava zeviyan kar dikin û yên bi karê bahçeyan re mijûl dibin, zirar dikin. Dema ku mal zêde be ew carinan dibe sedema zirara esnafan jî. Di navbera karê zevî û firotana li halê de gelek cudahî heye. Esnafên ku li vir in piraniya wan, her tim di komîsyona xwe de kar dikin.”

Etîket: Adnan YilmazBazarbihabûnesnafEsnaf Îlyas Tayarfêkî û sebzeHala ÊlihêHecî Huseyîn AgirmanMehmet GokkanSerhat Kaya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fransa li ser pêya ye: Daxwaz jiyaneke wekhev û birûmet e

Fransa li ser pêya ye: Daxwaz jiyaneke wekhev û birûmet e

21 COTMEH 2026
Wanî: Ji ber bihabûnê em tiştan bi deyn distînin

Wanî: Ji ber bihabûnê em tiştan bi deyn distînin

24 ÎLON 2026
Elafên Êlihê: Hemaltiyê em dikin dewlet û bazirgan qezenc dikin

Elafên Êlihê: Hemaltiyê em dikin dewlet û bazirgan qezenc dikin

24 TEBAX 2026
Zêr dîsa biha bû, lê çima?

Zêr dîsa biha bû, lê çima?

30 TÎRMEH 2026
Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

25 HEZÎRAN 2026
Li Amedê kelecana cejnê kêm e: Her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne

Li Amedê kelecana cejnê kêm e: Her kes xweziya xwe bi cejnên berê tîne

24 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li stada Amedê kes nikare wê têk bibe 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne