Amed – Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Fatma Budak Gul derbarê xebatên têkoşîna li dijî tundiyê û xebatên piştevaniyê yên bi jinan re axivî û destnîşan kir ku heta jin ji aliyê aborî ve serbixwe nebe, nikare li dijî tundiyê sekneke xurt nîşan bide.
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê bi xebat û kampanyayên xwe ve yên li qadan, li parkan û li gundan bi dirûşmeya “Gotina me neqediya, em ê tundiyê bi hevre rawestînin” xwe digihîne bi hezaran jinan. Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ku xebatên xwe di warê mekanîzmayên çareseriyê yên hişmendî, piştevaniya aborî, û stargehê de pêşkêşî jinan dike. Di hevdîtinên jinan de xebatkarên şaredariyê bi jinan re yek bi yek dikevin têkiliyê û belavokên ku derbarê xebatan navenda jinan de agahiyan dihewînin cîh digire, belav dikin.
Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Fatma Budak Gul ser xebatên du salan ên midûriyetê, hevdîtinên jinan û polîtîkayên xwe yên têkoşîna li dijî tundiyê axivî.

‘Bi yekeyan hişmendiyek ava dibe’
Fatma Budak Gul diyar kir ku xebatên wan li ser sê beşan ava bûne û derbarê xebatên xwe de wiha got: “Xebat û polîtîkayên me yên jinan bi sê yekeyan didomin. Yekeya me ya yekemîn Navenda Hevgirtinê ya Jinê ye, ya duyemîn Navenda Jiyanê ya Jinê ye û ya sêyemîn jî Yekeya Aboriyê ye. Em bi van her sê yekeyan xebata xwe dimeşînin. Her sê yeke jî bi awayekî rasterast bi hev ve girêdayî ne, gava jinek ji aliyê aboriyê ve serbixwe nebe, nikare li hemberî tundiyê jî sekneke xurt nîşan bide. Ji bo ku hişmendî derkeve holê perwerdehî şert e. Em li atolyeyên xwe, li qadan an jî li gundan berî û piştî xebatên qadan, bernameyên perwerdehiyê li dar dixin. Em û jin tên ba hev, wan mijaran bi hev re dinirxînin û digihîjin encamekê. Ev jî hişmendiyekê ava dike û bi saya vê hişmendiyê berxwedanek pêş dikeve.”
‘Em nêrîn û daxwazên jinan di nav xebata xwe de bi cih dikin’
Di berdewama axaftina xwe de Fatma Budak Gul bal kişand ser xebatên kampanyaya ku nêzîkî du sal in didome û wiha pê de çû: “Armanca xebatê di çarçoveya dirûşma me ya ‘Gotina me neqediya ye, em ê tundiyê bi hev re rawestînin’ de ye. Di çarçoveya vê kampanyayê de em xebata xwe li qadan, li parkan û li gundan dimeşînin. Em li cihên ku kombûna jinan lê zêde ye tên cem hev. Di nav civakê de em pêşî xebatên şaredariya xwe yên ji bo jinan didin nasîn piştre li ser tundiya li dijî jinê û zêdebûna kuştinan nîqaş dikin ka em li ser mijara ’em ê çawa wan rawestînin’ disekinin. Em nêrîn û daxwazên jinan di nav xebata xwe de bi cih dikin û li gorî van fikran rê, rêbaz û polîtîkaya xwe diyar dikin.”
‘Me tenê di çar parkan de xwe gihand 600 jinan’
Fatma Budak Gul destnîşan kir ku ew heta niha xwe gihandine bi dehan jinan û wiha axivî: “Îsal ev sê – çar hefte ne ku em bi taybetî li parkan xebatan dimeşînin. Parka me ya yekem ku em çûnê Parka Rojavayê bû, piştre Parka Ekînê, Parka 75an û li vir Parka Ahmet Arîf em xebata xwe didomînin. Tenê di nav van çar parkan de me xwe gihandiye derdora 600 jinan. Ji xeynî van, bi xebatên me yên din re bi tevahî em bi hezar jinan re hatine li ba hev.”
‘Astengiya herî mezin aborî û pergala baviksalarî ye’
Di berfirehiya axaftina xwe de Fatma Budak Gul bal kişand ser pirsgirêkên bingehîn ên jin pê re ru bi ru dimînin û wiha got: “Pirsgirêka sereke aborî ye. Ji hêla aboriyê ve gelek kêmasiyên jinan hene. Ji ber nebûna derfetên aborî, carinan dema rastî tundiyê jî tên nikarin dengê xwe bilind bikin. Dema em bi wan re diaxivin, pirsgirêka wan a yekem ew e ku dibêjin gelo ‘Em ji malê derkevin em ê çi bikin? Tu derfeta me tune ye ku em debara xwe bikin.’ Yan jî dibêjin dema li hemberî tundiyê derdikevin, jiyana wan dikeve xeteriyê. Her wiha zextên malbatê, kevneşopiyên civakê û hişmendiya baviksalarî rê li ber wan digirin û sînoran datînin li pêşiya wan. Ji ber nebûna derfetên aborî û nebûna cihekî ewle, jin neçar dimînin ku di nav wan mercên neyînî de jiyana xwe didomînin.”
‘Di warê hiqûqî û derûnî de piştgiriyê didin jinan’
Fatma Budak Gul der barê serlêdan û piştevaniyê de jî axivî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî ku me dest bi van xebatan kir, bi hezaran jin serî li me dan. Em di nav xebata xwe de mekanîzmayên xwe yên têkoşîna li dijî tundiyê bi jinan re parve dikin. Em hejmarên telefonê û navnîşanên navendên xwe didin wan. Heke bixwazin rasterast xwe digihînin me, heke derfeta wan a hatinê nebe jî em bi tîmên xwe ve diçin li malê serdana wan dikin. Em di warê hiqûqî de û bi rêya derûnnasan xwe di warê derûnî de piştgiriyê didin wan. Heke jiyana wan di bin xetereyê de be em wan li stargeh û cihên ewle bi cih dikin. Ji bo jinên ku dixwazin li ser lingên xwe bisekinin jî Navenda Jiyanê heye li wir di kargehan de perwerdeya pîşeyî dibînin da ku bikaribin jiyaneke serbixwe bimeşînin. Armanca me ya sereke ew e ku hişmendî pêş bikeve, jin bi xwe bawer bin û heta ji destê me were, em piştevaniya wan bikin. Ev xebata me dê bênavber bidome.”












