Krîza di navbera Rûsya û Ûkraynayê cara yekem di sala 2014an de dema Rusyasyê Kirimê dagir kir, destpêkir. Lê dema Ukrayna piştî vê gavê daxwaza tevlibûna NATOyê kir şerê mezin di 24ê Sibata 2022an de bi daxuyaniya Vladimir Putîn ya “Operasyona Leşkerî ya Taybet” bi êrişa Rûsyayê ya li ser Ukrayna yê destpêkir Rûsya ji vê yekê nerehet bû û vê gavê ji bo xwe weke gefeke nerasterast dît. Şerê Rûsya û Ukraynayê ji êrişên ewil ên Rûsyayê di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kir û 4 sal li pey xwe hiştin.
Di rojên pêşiyê yên şer de artêşa Rûsyayê xwest paytexta Ukraynayê Kîyevê dest bixe û desthilata Ukraynayê hilweşîne. Rûsya bi vê armancê dest bi dagirkirina Ûkraynayê kir û heya derdorê Kîevê nêz bû, lê belê artêş û gelê Ukraynayê berxwedaneke mezin nîşanî daxwazên dagirkeriya Rûsyayê dan. Artêşa Rûsyayê ji ber têkçûna xetên lojîstîkê neçar ma ku ji derdora Kîyevê vekişe. Li ser vê yekê, Rûsyayê baldariya xwe da ser bajarên rojhilat û başûrê Ukraynayê.
Ji ber Ukrayna welateke çandiniyê ye û bi rêjeke mezin a genim ji herêmê derdikeve. Herwiha medenên kêmpeyda yên Ukraynayê jî bala hêzên mezin ên hegemon dikêşe. Li gel vê yekê NATO hem dixwaze Ukraynayê ji aliyê leşkerî ve dorpêç bike hem jî dixwaze bi van aliyên xwe xwe yên sudewer ên Ukraynayê sûd bibire piştgirî da Ukraynayê. NATO bi vê yekê re hem dixwaze bandora Rûsyayê li herêmê kêm bike hem jî dixwaze pêkhatiyê bi hêz, berfireh û bibandor bike. Bi vê yekê re şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê dest pê kiriye bû şerê NATO û Ukraynayê. Bi şer re sed hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan Ukraynayî neçar man ku terka mala xwe bikin. Bi şer re bihayê xaza xwezayî, neft û genim bilind bûn. Ji ber gefa Rûsyayê, Fînlandiya û Swêd jî bêalî man û ji ber metirsiyên heyî ew jî xwestin tev li NATOyê bibin.
Şer û alozî bi xwe re gelek pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî anîn. Ukrayna bi çekên ku ji Amerîka û Ewropayê tên hewl dide xwe biparêze; Rûsya jî bi piştevaniya welatên wekî Çîn, Îran û Koreya Bakur dixwaze şerê heyî bidomîne û bigihije armancên xwe. Îro şer ne bi xendek, gir û rêbazên klasîk lê bi dron, balefirên biçek û bêmirov, robotên şer berdewam dike û çar sal li pey xwe hiştin. Rûsyayê bi bombebarana bajaran, baregehên sivîl û navendên girîng ji 16 hezar 500 kesan zêdetir mirov kuştin. Derdora 65 hezar kes ji van êrişan birîndar bûn. Herî dawî borî jî Rûsya bi fuzeyan Kîevê bombebaran kir di encamê de herî kêm 8 sivîl hatin kuştin 33 kes jî birîndar bûn.
Rusya di heman demê de binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê jî hedef digire. Bi taybetî mehên zivistanê de êrîşên bi fuzeyan û dronan ên li ser îstasyonên ceyran û santralên enerjiyê dike û jiyana sivîlan dixe xeteriyê. Bi wan êrîşan ve gelek bajaran qutbûna av û pirsgirêka germbûnê derketi holê. Rûsya bi tevgerên xwe ve dixwaze berxwedana gelê Ukraynayê bi aliyê aborî û derûnî ve bişkîne. Gelê Ukraynayê di bin siya şer de ev çar sal e têdikoşe. Tê gotin ku Ukrayna jî di şerê berdewam dike de heya niha derdora 230 hezar û 45 hezar leşkerên Rûsyayê kuşt di navbera 600 hezar û 900 hezar leşker jî birîndar bûne.
Çareseriya siyasî bê encam xuya dike
Ji ber daxwazên şer û pevçûnên berdewam dikin, çareseriyê dîplomasiyê zêde nayên rojevê an jî bêencam dimînin. Ukrayna daxwaz dike ku hemû axa wê û Kirim jî ji aliyê Rûsyayê ve bê valakirin û temînata ewlehiyê yên navneteweyî bên dayîn. Rûsya jî daxwaz dike ku herêmên dagirkirî wekî axa Rûsyayê bên pejirandin û Ukrayna bêalîbûna xwe ragihîne. Ev helwestên dijber, dibin sedem ku maseya muzakereyan ava nabe û şer berdewam dike.
Şer bandoreke giran li aboriyê kir
Ev pevçûna ku nêzî çar sal in berdewam dike li ser welatên Rojhilata Navîn, Asya û Ewropayê bandor kir. Her ku şer dirêj dibe, pêşbaziya çekçêkirinê li seranserê cîhanê zêde bû û baweriya bi saziyên navneteweyî kêm bû. Her çend alî hewl bidin xeta eniyê li gorî xwe biguherînin jî, di vî şerê didome de herî zêde li ser sivîlên bombebaran hat meşandin û gel ji şer û pevçûnan bandor bûn. Bi mîlyonan mirov ji ber êrişên fuzeyan neçar man ku malên xwe bihêlin û bibin koçber. Bandora derûnî a şer li ser zarok û ciwanan birîneke kûr çêdike ku pêvajoya aramî, asayîbûna wê dê bi salan bikişîne. Û her wiha astengkirina Peravên Behra Reş û ambargoyên li ser bazirganiyê bûn sedem ku bihayê xwarinê li ser welatên birçî yên Afrîka û Rojhilata Navîn bi awayekî metirsîdar bilind bûn. Wekî din, qutbûna xeta gazê ya ber bi Ewropayê ve aboriya gelek welatên pêşketî bandor kir û polîtîkayên enerjiyê yên cîhanê dan guhartin.
Ev pevçûn bû sedema avakirina hêzên nû yên leşkerî
Metirsiya herî mezin a ku ev şer ji bo siberoja cîhanê çêdike, metirsiya bikaranîna çekên nukleerî ye. Rêveberiya Moskovayê di hin demên krîtîk de bal kişand li ser hêza xwe ya nukleerî, ku ev yek bû sedema fikarên mezin ên paytextên welatên rojavayî. Ev pevçûn bû sedem ku hêzên leşkerî û aborî yên welatên, Rojavayî li dor NATOyê bêtir bûn yek. Ev rewş nîşan dide ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê belavî sînorên herêmî û navneteweyî yê cîhanê ve diçe.













