Karkerên madenê ev 10 roj in ji bo destheqê xwe li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî di nav çalakiyê de ne. Karkeran anî ziman ku ew gelek mexdûr in û nikarin debara malbatên xwe bikin. Her wiha karkeran xwestin dewlet qeyim biavêje ser holdîngê jî.
Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yê Elezîzê dixebitin, ji bo destheqê xwe bigirin hatin Enqereyê. Karkarên ku hatin Enqereyê bi daxwaza hevdîtinê bi Wezerata Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re bikin, ev 10 roj in li ber wezaretê çalakî li dar dixin. Karker li bendê ne ku bi wezaretê re hevdîtin bikin û çareseriya dayîna destheqê karkeran Wezareta Enerjî û Çevkaniyên Xwezayî bike.
Karker ji îstasyona Pirtûkxaneya Mîllî heta ber wezatertê bi awayekê nîv tazî meşiyan. Karker li vir bi yek dengî dirûşmeyên ‘Alparslan Bayraktar derkeve pêşberî me’, ‘Em ji bo heqê xwe hatin’ û ‘Pişgiriyê nedin holdîngan heqê me nexwin’ berz kirin. Karkeran baretên xwe avêtin erdê û çalakiya dengderxistinê pêk anîn.
Karkeran li ber wezaretê daxwazên xwe carekê din anîn ziman.
‘Kurê min çûye leşkeriyê ez nikarim jê re pere bîşinim’

Karkerê madenê ye ku Etî Gumuş Madenê ya Xarpetê xebîtiye Mehmet Abîş anî ziman ku ew nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Em 10 roj in li vir in. Me tenê 2 caran serê xwe şûşt. Li pişt van zaliman hiqûmet û dewlet heye. Heqê me nadin. Kurê min va ye çûye leşkeriyê pere tune ez ji kûre xwe re bişînim. Min di wir de di vir de pere peyda kirin û ji kure xwe re şandin. Çavên zarokên me li me ye ku em biçin sûkê ji wan re tiştan bînin lê pere tune ye ku ji wan re bînin.”
‘Dewlet divê qeyim biavejê ser vê holdingê jî’
Murat Çelîk ku xebatkarê Şîrketa Etî Gumuş Madenê bû, derbarê neheqiyên li wan hatine kirin de van tiştan anî ziman: “Em beriya niha jî hatin Enqereyê. Em diçûn li parkan radiketin, polîsan diçûn ji peywirdaran re digotin fiskiyên parkê vêkin û em di bin sermayê de şil dibûn. Em niha jî di eywaneke werzîşê de radizin. Em ji bo heqê xwe li vir in lê kes guh nade me. Gelek destheqê hevalên me hêj nehatine dayîn. Ji bo em heqê xwe negerin qedexeya çalakiyan derxistine. Heqê me bidin em herin nav zarokên xwe. Wa ye dibistan vedibin. Divê em amadekariya zarokên xwe bikin. Dewlet neyê hesabê vê qeyima diavejê ser şaredariya, bila biavejê li ser vê holdîngê jî. Hûn çima vê holdîngê ewqas diparêzin.”













