• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rûniştina Fyê: Davût Mînaz ê ji sedî 90 astengdar berdin

Stenbol / AW 

15 TEBAX 2026 - 14:02
Kategorî: ROJANE
A A
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Stenbolê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hamdullah Aydemîr û diyar kir ku tevî rapora ji sedî 90 a astengdariyê jî Davut Mînaz nayê berdan û wiha got: “Beriya 5 rojan dîsa rakirin nexweşxaneyê û gurçikên wî îflas kir. Davût Mînaz nayê berdan û bi vî awayî diterikin mirinê.”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina Fyê” ya 751emîn a du hefteyan carekê tê pêkanîn, li pêşiya avahiya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn. Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Davût Mînaz ê ku hê jî di Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa Eyê tê ragirtin.

Endamê Tevgera Sosyalîst Demokrasiyê Mûsa Pîroglû daxuyaniyê xwend.

Mûsa Pîroglû diyar kir ku di hefteya 751an de rewşa Davût Mînaz a parve dikin û wiha got: “Davût Mînaz hê jî di Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa Eyê tê ragirtin. Nexweşiyên Davût Mînaz Atipik Hemolîtîk Uremîk Sendrom (HUS), Anemiya Akdenîz û gurçikê heye. Bi sedema van nexweşiyan gelek astengî dijî. Ji bo jiyana xwe berdewam bike divê bi ahengdar tedawiya xwe bibe. Davût Mînaz divê hefteyê 3 rojan bikeve diyalîzê. Lê tevahî rewşa nebaş a girtîgehê jî daxwaza taloqkirina înfazê nayê qebûlkirin. Li gorî agahiyan malbatê Davût Mînaz berî were girtin neqla gurçikê hatibû kirin. Dema ku tedawiya wî berdewam dikir cezaya Davût Mînaz di 3yê sala 2026an de hate erêkirin û ket Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa Eyê. Li vir 40 roj hate ragirtin, ji 40 rojan 20 rojan di nexweşxaneyê de hate tedawîkirin. Davût Mînaz bi kelemçê hate tedawîkirin. Piştî tedawî bi dawî bû Davût Mînaz birin Girtîgeha Marmarayê. Li vir jî rewşa wî giran bû wî rakirin nexweşxaneyê û mehekî hate tedawîkirin. Piştî tedawiya li vir wî dîsa birin Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa Eyê. Beriya 5 rojan dîsa rakirin nexweşxaneyê û gurçikên xwe îflas kir. Davût Mînaz nayê berdan û bi vî awayî diterikin mirinê.”

Bavê Davût Mînaz Îdrîs Mînaz anî ziman ku 2 meh cezaya kurê wî maye û wiha got: “Tiba Edlî dizanê ku kurê min tedawî bibe, lê belê biryara dikare di girtîgehê de bimîne daye. Kurê min îro naxwazê tedawî bibe. Ji ber ku rewşa girtîgehê nebaş e. Em dixwaxin kurê min demildest were berdan û tedawî bibe.”

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne