• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê rêzeçalakiyên li dijî hişbir û fihûşê didomin

Amed / AW

9 TEBAX 2026 - 21:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li gundê Kabê ya navçeya Sûrê di çarçoveya gava “Rabin” de civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de bal kişandin ser xerakirina ku tiryak û fihûşê ya ku di civakê de çêdike û rêyên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Ciwanên Kuçe Amedê ragihandin ku çalakiya wan a nobetê ya li dijî hişbirê ku li herêma Batikentê dabûn destpêkirin bi dawî kirine.

Di çarçoveya Pêngava Rabin ku ji aliyê Platforma Şiyar Be ve hatibû destpêkirin de, li gundê Kabê ya li ser navçeya Sûrê ya Amedê bi dirûşma “Li taxa xwe xwedî derkeve. Ji tiryakê re na” civîna gel hat li dar xistin. Hevberdevkên platformê Gulşen Demîr û Murat Kan, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan wek axavtvan tevlî civînê bûn û her wiha gelek welatiyên taxê tevli civînû bûn.

‘Jiyaneke komûn hebe, ew ê bi xwe re demokrasiyê bîne’

Adnan Orhan da zanîn ku di perspektîfa wan de jiyaneke demokratîk û komunal heye û ev tişt gotin. “Ev jiyana komunal pêwîst e ku her kes bi cîranê xwe re, bi hevalên xwe yên kar re an jî li taxa xwe, li kûçeya xwe komunekê ava bike. Gelek heval komûn, demê ku dibêjin, carna dibêjin ber milê aboriyê de jî imkan tune ku em komûnekê ava bikin. Komûn ne tenê ber milê aboriyê ye, komûn rêxistinbûyîn e, komûn hevgirtin e. Dema ku em yekitiya xwe em çêbikin, bawer bikin ku pirsgirêkeke me namîne. Ez bawer im di bîra hevalan de ye, beriya hilbijartinê me tiştek gotibû; partiya me dema ku were, ew ê şaredarî bibe şaredariya gel. Niha jî eynî li ser wî gotinê ne. Erê kemasiyên şaredariyê hene. Lê belê  rêxistinbûyîn gelek xurt e. Di vê derê de, dema rêxistinbûyîn hebe, hevgirtin hebe, jiyaneke komûn hebe, ew ê bi xwe re demokrasiyê bîne, ew ê bi xwe re wekheviyê bîne, ew ê jiyaneke azad bîne. Dema ku em tev bi hev re ev hişmendiyê di nav civakê de ava bikin, bawer bikin tu tiştekî ava ew ê nebe. Ji bo wî herî dawî, çi dikeve ser ustiyê me, ser milê me wek şaredariyê, heval jî wek Şiyar be platformê, em tev bi hev re divê rabin û hem ber vê karê xirab, pêşiya vê karê xirab bigrin, gelî hevalan.”

‘Em ê ji civaka xwe re bêjin rabin’

Gulşen Demîr Diyar kir ku hişbir, tiryak û fihûş, gelek tiştên qirêj di vî welatî diqewimin û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê, em wek partî û saziyên demokratîk, wek kesan, wek tevgerên jinên azad em hatin cem hevdu û me got divê em êdî dengê xwe bilind bikin. Derheqê vê meseleyê de, vê qirêjiyê de, em bi şaredariyên xwe re, em bi gelê xwe re, em bi hevalên xwe re werin cem hevdu û em çareseriyek ava bikin ji bo xwe. Rastî jî wek ku hûn jî dizanin, di sala 2025’an de, di nîsanê de me wek platform deklarasyona xwe aşkere kiribû. Ji wê rojê heta niha de em hewl didin li bajaran, li taxan, li gundan pêşî hişyariyek ava bikin. Me got gelê me bila hişyar bibe da ku em zarokên xwe û ciwanên xwe ji vê qirêjiyê xelas bikin. Em tenê li serê xwe nikarin tiştekî ava bikin hevalno. Eger gelê me, jin, ciwan pêşengtiya vê meseleyê nekin û destê hevdu negirin, mixabin em ser nakevin. Ji ber vê yekê jî êdî hinek berê jî me got em vê carê gavan, gavên xwe piçekî din bi xurttir bikin û em ji gelê xwe re, ji saziyên xwe re, ji partiya xwe re, ji şaredariya xwe re em bêjin rabin.”

‘Bêguman ev stratejiyeke polîtîk e’

Murat Kan anî ziman ku di serî de Amed, Elih, Mêrdîn, Wan, Şirnex û bajêrên din de van demên dawî de hişbir û li gel vê jî qumar û tiştên wiha bi rengekî cidî zêde dibin û ev tişt gotin. “Tiştên ku di rojeva gel de ne, mijarên di rojeva gel de ne. Ev ji bo me pir cihê hêviyê ye, pir bi wate ye. Gelê me di vê mijarê de pir hesas e. Bêguman hevalno, fêde heye ku em vê bibêjin, anku gelê Kurd bi salan e di nav şer de ye. Bi taybetî jî bi bangawaziya 27’ê Şibatê re, bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd re, hewldanên ku şer bi aştiyê bê tacîdarkirin zêde bûn. Lê belê em vê rastiyê jî ji bîr nekin: Di mercên Kurdistanê de ji bo têkbirina civakîbûna me, parçekirina yektiya civakî, dejenerekirina nirxên ku em wek gel pê ve girêdayî ne, ji bo astengkirina hewldanên me yên ku em çand, ziman û nasnameya xwe bidin jiyankirin, temsîl bikin û di aliyekî de jî bikin civakî, desthilatdar ev demeke dirêj e, bi taybetî di 5-10 salên dawî de, van tiştên ku mirov dikare wek rêbaza şerê taybet di nav civakê de pênase bike, dest bi belavkirinê kirin. Bêguman ev stratejiyeke politîk e, vê ji bîr nekin.”

‘Ev parastineke civakî ye’

Murat Kan bi lêv kir ku platforma Şiyar Be ev xebat wek parastineke civakî daye destpêkirin û ev tişt gotin: “Armanca me ev e ku ji bo dema heyî parastineke xweser ava bikin. Parastina xweser ku bi salan e hewl tê dayin bê berovajîkirin. Gava em dibêjin parastina xweser em ê çekê bigirin destê xwe û derkevin kolanan. Bêguman na. Gava ku wextê wê hat gelê Kurd ew jî kir. Lê tişta ku em jê re dibêjin parastina xweser hişmendiya civakî ye, feraseta civakî ye. Rêxistinkirina civakê ya li ser nirxên xwe ye, xwedîderketina li nasnameya xwe ye, xwedîderketina li zimanê xwe ye. Ev stratejiyeke avakirina civakeke exlaqî-polîtîk e ku li ser nirx, adet û tore yên xwe hatine avakirin. Vê ji bîr nekin. Dermanê hemû nexweşiyên ku hevalan berê jî anîn ziman an jî çareseriya van nexweşiyan di afirandina nirxên xwe de derbas dibe. Li cihê ku gel hatibe asteke ku dikare xwe bi xwe bibe rêveber, li cihê ku gel karibe civakîbûna xwe li ser nirxên xwe ava bike, li cihê ku gel karibe rêxistinbûna xwe ya xweser biafirîne, li wir ev nexweşî nabin an jî ev nexweşî dakevin asta herî kêm. Ev bangawaziyek e hevalno, em ji bîr nekin. Ev parastineke civakî ye û li her derê pêdiviya me bi piştgirî û pêşengiya gelê me heye. Dema em vê dikin divê gelê me gotina xwe jî bibêje, pêşniyarên xwe jî bike.”

Ciwanên Kuçe Amedê dawî li çalakiya Batikentê anî

Rêxistina Ciwanên Kuçe Amedê derbarê çalakiya xwe ya nobetê ku di 4ê Tebaxa 2026an de bi dirûşma “Li vir im nobedar im” li herêma Batikentê Rezan a Amedê li dijî bikaranîn û firotina hişbirê dabûn destpêkirin de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyeke nivîskî parvekirin. Spasiya ji bo saziyên piştgir dayin hate kirin û got:

‘Em bi hev re bihêz 8 , em ê bi hev re vî bajarî ji vê çiravê derxînîn.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çalakiya nobetê piştî 5 rojan bi dawî bûye û wiha hat gotin: “Rêveberiyên DBP û DEM Partî yê Amedê, Platforma Şiyar Be, Barikat Ciwan û hemû saziyên din ên ku di van 5 rojan de li cem me bûn û piştgirî dan me, em spasiya wan û gelê xwe yê welatparêz dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gava hewce bike li ser bingeha xweparastinê ew ê destw3rdana pêwîst bikin û wiha berdewam kir: “Em ê di pêvajoyên pêş de jî li qadan bin û heta ku em vê rojeva hişbirê ji bajar bi temamî hilînin ew ê dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

Ciwanên Kuçe Amedê bal kişandin ser helwesta hin saziyan jî rexne kir û wiha b8 dawî kir: “Koma Azadî, Koma Ultramed, Koma Dîrenîş, DTSO, DESOB, TMMOB, Baroya Amedê û Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê jî di nav de, saziyên ku li ser nirxên vê civakê propagandayê dikin lê di pratîkê de bêdeng man, piştgirî nedan çalakiya me. Em dixwazin di çalakiyên xwe yên qanûnî û rewa yên pêş de wan li rex xwe bibînin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne