Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” êdî di qonaxeke qanûnî de ye. Kurdên li Îzmîrê ku di salên 90î de neçarî koçberiyê bûne, destnîşan kirin ku tevî hemû zilm û zordariyên hatine li serê wan jî ew alîgirên aşitiyê ne.
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” didome. 5ê Tebaxê Qanûna Çarçoveyî ya bi navê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku ji 12 xalan pêk tê, bi 367 îmzeyên parlamenteran pêşkêşî Serokatiya Meclisê hat kirin. Ev qanûna çarçoveyî, piştî ku ji Serokatiya Meclisê re hat şandin di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat nîqaşkirin. Qanûna Çarçoveyî piştî di Komîsyona Edaletê de hat nîqaşkirin û erêkirin dê di serê hefteyê de were Desteya Giştî ya Meclisê bibe. Bi van geşedanan pêvajoya “Aşitî û Civaka Demokratîk” gihîşt merheleyeke nû ku ev yekem care pirsgirêkên Kurdan bi awayeke qanûnî têne nîqaşkirin.
Tam di van rojên dîrokî de me mîkrofona xwe dirêjî Kurdên li Îzmîrê kir ku ew jî di salên 90î de ji Kurdistanê koçî Îzmîrê kirine.
‘Kurê min ji girtiyên din ne çêtir e’

Mehdiye Adanir diyar kir ku kurê wê ev 33 sal in di girtîgehê de ye û ew dîsa jî dev ji doza aşitiyê bernade û got: “Divê berdana girtiyan evqasî ne dûvdirêj bûna, diviya heta niha hemû bihatana berdan. Kurê min tevî cezayê wî qediya û nexweş e jî çima nayê berdan? Kurê min niha li Afyonê ye û hê jî wî sirgûn dikin, ji ber çi? Lê kurê min ji wan girtiyên din ne çêtir e. Ew jî wekî hevalên xwe yên din… Eger em dev ji xwe berdin, yekîtiya xwe ava nekin û bi hev re nexebitin bi ti awayî em nagihîjin mirad û meqsedê xwe. Divê em ji bo mafên xwe li ber xwe bidin. Û divê her kes bizanibe me tişteke xerab nekiriye me doza mafê xwe kiriye û hew.”
‘Bila aştî bi dilê herdu aliyan be’
Şukran Sayin anî ziman ku ji roja ku qala aşitiyê tê kirin ew gelekî kêyfxweş e û ji wê rojê ve diayan dike ku ev pêvajo wisa biçe serî ku bi dilê gelê Kurd û Tirk be û got: “Bila aştî li dinyayê belav bibe û bila her kes bighije aramiyê. Divê her kes ji dêvla şer, li hev rûne û meseleyên xwe bi axaftinê çareser bike. Yekane daxwaziya me ev e.”
‘Eger dewlet ji dil be bila bes tiryakê bide ciwanên me’
Ramazan Albo bal kişand ser berdewamiya polîtikayên şerê taybet û diyar kir ku heke Tirkiye di mijara aşitiyê de cidî be divê rê li ber tiryak û hişbirê bigire û got: “ Me bi destê cerdevan û leşkeran gelek caran zilm û zordariya dewletê dît, gund û rezên me tev şewitandin, erdên me dewrî xezîneya dewletê kirin. Me ji neçarî berê xwe da metropolan. Lê dîsa jî bila bes xwîn birije, ji vê çêtir û xweştir tişteke din nîn e. Me dev ji mal û milkê xwe berda, eger dewlet ji dil be bila bes tiryakê bide ciwanên me. Ciwanên me bi tiryakê tev pûç û rizî bûn.”
‘Em dixwazin vegerin welatê xwe’
Tûran Salcan da zanîn ku yekitiya gelê Kurd çiqasî xurt be dê ewqasî aştî pêkan be û destnîşan kir ku divê dewlet hîn cidîtir be û got: “Mînak li gel ku ev salek zêdetir pêvajo didome Selahattîn Demîrtaş çima hîn nayê berdan? Bila aştî pêk were êdî, bila zilm û zordariya li ser me bi dawî bibe û em vegerin welatê xwe.”
‘Li aliyekî aştî li aliyekî jehr nabe’
Hediye Yel diyar kir ku ew tenê alîgirê aştî û wekheviyê ne û got: “Ji li hevhatinê çêtir tişteke din nîne lê ji bo li hevhatinê divê dewlet êdî di nav me de hişbir û tiryakê berbelav neke. Ji aliyekê em li hev rûnin û ji aliyê din ve em tev bi jehrê bikevin navê vê nabe aştî.”
‘Em ê samîmiyeta dewletê bibînin’
Mûsa Bakaç anî ziman niyeta dewletê bi aştiyê hebe, baş dizane ku girtî ji ber siyasete ku wan dimeşand, hatin girtin û ev girtî divê demildest bên berdan û got: “Ev pêşnûme bibe qanûn û bi cih were, ev tiştekî gelekî baş e. Lê eger nebe qanûn em ê bizanibin ku dewlet ne cidî ye û henekên xwe bi me dike.”
‘Pereyên şer bila li ji gel re be’
Levent Kaymaz destnîşan kir ku dewlet di şuna pereyan li şer xerc dike bila ji bo gel xerc bike, ev yek dê bike ku em bigihîjin rehetiyê û got: “Kurdan gelekî zext dîtin, gelek tişt hatin serê wan. Gelek tiştên nexweş anîn serê me jî lê em dîsa jî dibêjin bila neyê serê tu kesî. Em ji ber vê yekê aştiyê dixwazin, bila aştî pêk were û her kes bigihîje xweşiyê.”
‘Hîn jî Kurd xwe azad hîs nakin’
Semîre Kaymaz anî ziman ku gelê Kurd ji bo aştiyê tişta ji deste wan hatiye kiriye û bike jî lê divê dewlet hîn bêhtir bixebite û got: “Digel ku em îro qala pêvajoya aştiyê dikin jî Kurd ji ber ku gelek tişt hatine serê wan hîn jî bi awayeke azad tevnagerin. Ji bo çareserkirina vê rewşê divê dewlet bileztir tevbigere.”
‘Hat serê me bila neyê serê kesî’
Herî dawî Abdûldanî Aka axivî û diyar kir ku dewlet êdî ji yek kesî pêk tê, jê û pê ve tinne û got: “ Li ber çavê me îşkence li dê û bavê me kirin lê dîsa jî her çiqasî rewşa dewletê ya niha ne baş be jî, ji bo kes careke din rastî miameleyên wiha neyê, ji bo aşitiyê, tişta ji destê me bê em ê bikin.”












