• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
10 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

    ‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

    50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

    50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

    Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

    Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

    Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

    Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

    ‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

    50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

    50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

    Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

    Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

    Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

    Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li dijî madeyên hişbir û fihûşê civîna gel hate lidarxistin

Amed / AW

7 TEBAX 2026 - 22:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Amedê li dijî madeyên hişbirê civîna gel hate lidarxistin. Şêniyên taxê di civînê de anîn ziman ku ciwanên Amedê temenê piçûk de madeyên hişbirê bi kar tînin û gotin: “Li hemberî firotina madeyên hişbirê û fihûşê komûnên taxan werin avakirin.”

LiAmedê çalakiyên Platforma Şiyar Be ya li dijî madeyên hişbirê berdewam dike. Bi tevlîbûna hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk, Hevberdevkê Platforma Şiyar Bê Mûrat Kan û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojîn Altay li taxa Oglakliyê ya navçeya Rezanê li dijî hişbirê civîna gel hate lidarxistin. Şêniyên taxa Oglakliyê eleqeyek mezin nîşanî civînê dan. Di civînê de şêniyên taxê pirsgirêkên taxê anî ziman. Li hemberî madeyen hişbirê derbarê çareseriyê de axaftin hatin kirin.

‘Armanc ew e ku bi madeyan civakê parçe bikin’

Destpêkê Mûrat Kan axivî û diyar kir ku bi destpêka Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ve şerê çekdarî hate sekinandin lê belê niha jî gelê me ‘Polîtîkayên Şerê Taybet’ re rû bi rû dimîne û got:  “Armanc ew e ku yekitiya me ya civakî parçe bikin; ango civakê bi xwe parçe bikin. Rastiyeke civakî ku nikare bê ba hev, nikare bifikire, nikare li ser nirxên xwe bi rêxistin bibe, nikare xwedî li xwe û derdora xwe derkeve, tenê li xwe difikire û hemû hesabên xwe ji bo xwe dike, li vê erdnîgariyê tê xwestin ku were avakirin. Bi rastî pergaleke ku berevajî pîvanên me yên nirxan e, bi orf û adetên me re nagunce, bi vî aliyê xwe ve di serî de berê xwe dide ciwan û jinên me, xwe dispêre înkarkirina rastiya me ya civakî, çanda me tune dike û bi temamî bi çanda modernîteya kapîtalîst hatiye avakirin. Pergaleke wisa hatiye avakirin ku tê de yê ku keştiya xwe xilas dike wekî kaptan tê dîtin, yê ku keştiya xwe xilas dike wekî zana û zekî tê dîtin, lê di cewhera xwe de ferdperestî wekî nêzîkatiya bingehîn, wekî dirûşmeya bingehîn tê esas girtin. Em hemû bi awayekî ji vê bandor dibin lê yên ku herî zêde ji vê bandor dibin ciwan û jinên me ne.”

 ‘Rizgarkirina ciwanan rizgarkirina civakê ye’

Kan destnîşan kir ku wek Platforma Şiyar Be Pengava ‘ Rabin’ dane destpêkirin û wiha axivî: “ Wekî ku ji navê wê jî diyar e ev rabûnek e. Ev li dijî vê berêxwedana ku bi madeyên hişber, bi girêdayîbûna madeyan, bi fihûşê û bi qumarê em ji kesayeta me û ji nirxên me dûr xistine, wekî helwestek, wekî parastineke civakî teşe girt. Em jî di vê çarçoveyê de dema ku têdikoşin em çûn cem gelê xwe û me got em serî li vê têkoşînê, li vê stratejiyê dixin; em hatin vir da ku em bibêjin ‘ev di rastiyê de têkoşîna we bi xwe ye, em komek aktîvîst in lê xwediyên rasteqîn ên vê têkoşînê hûn in, loma yên ku dê li vir têbikoşin jî hûn in.’ Bi vî aliyê xwe ve, ev xebat û berêxwedan gelekî watedar, girîng e; heta em dikarin bibêjin gelekî jiyanî ye jî. Eger em ê pêşeroja xwe xilas bikin, ev yek dê bi têkoşîna ku em ê li dijî vê bidin, pêkan bibe. Di vê mijarê de serkeftin, bi rastî tê wateya ji nû ve avakirina erdnîgariya me. Tê wateya ji nû ve avakirina civakeke demokratîk. Rizgarkirina ciwanên me ye, rizgarkirina jinên me ye û rizgarkirina pêşeroja me bi xwe ye. Ango eger bêje di cih de be, serkeftina di vê mijarê de, xebatên ku dê di vê mijarê de bên kirin; ji bo ji nû ve avakirina pêşeroja me û avakirina civakeke demokratîk ez dibêjim ku dê gelekî jiyanî û girîng be.”

‘Polîtîkayên şerê taybet bi awayekî berfireh hatine meşandin’

Endama TJAyê Rojîn Altay di destpêkê de Şerê Polîtîkayên Taybet ên ku di sala 2015an vir de berdewam dikin bibîr xist û wiha pê de çû:”  Bêguman, wekî ku hûn jî pê dizanin, sedema bingehîn a kombûna me ya îro li vê derê û diyarkirina vê vînê, bandora polîtîkayên şerê taybet e. Ji sala 2015an û vir ve, li ser axa Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê bi taybetî li cihên ku welatparêzên me lê ne, li qadên ku xwedî rûmet, nirx, çand û huner in, polîtîkayên şerê taybet bi awayekî berfireh hatine meşandin. Wekî ku li ser vê axê jî tê dîtin, piştî sala 2015an sîstema heyî, polîtîkayên şerê taybet bi taybetî li bajaran wekî Amed, Wan û Şirnexê xiste meriyetê. Ev bajar ji ber ku li ser xeta sînor in û Amed jî wekî navenda Kurdistanê tê dîtin, bi zanebûn hatin hilbijartin.”

‘Divê em li ser van mijaran nîqaş bikin’

Rojda Altay destnîşan kir ku dewlet naxwze ciwanên Kurd bi çand, hunerê re mijûl bin, ciwana ji ciwakê dur dixe û wiha axivî: “Gava em li rewşa herêma xwe dinêrin, em dibînin ku tu qadên çand, huner an jî sînemayê nayên dîtin. Mirov bêtir ber bi bazirganî û kirîn-firotinê ve tên dehfdan. Pergal  naxwaze ku ciwanên me bi çand û hunerê re mijûl bibin di heman demê de rê li ber avakirina jiyaneke exlaqî digire û hewl dide wan bixe nava xefkên wekî tiryak û xirabiyan. Ev yeke bi zanabûn û bi destê çeteyan, li pêş çavên me tê kirin, lê tê xwestin ku em bêdeng bimînin û çavên xwe jê re bigirin. Ev şerê taybet herî zêde jinan dike armanc. Em dibînin ku hewl didin bi navê ‘namûsê’ zextê li jinan bikin, wan bitirsînin û di nava çar dîwaran de heps bikin. Divê em li ser van mijaran nîqaş bikin; gelo em wekî rûniştvanên vê navçeyê, li hemberî van polîtîkayan dikarin çi bikin?”

‘Bi hev re bajar û zarokên xwe biparêzin’

Siraç Çelik ban ji şêniyên taxê kir û wiha got: “Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan me gelek civîn û komxebat li dar xistin. Em daxwaz dikin ku zêdetir xizmetên endezyariyê û plansaziyê werin kirin. Herwiha, me pêngaveke paqijiyê da destpêkirin. Paqijî tenê wezîfeya şaredariyê nîne; divê gelê me jî xwedî li derdora xwe derkeve. Ez bi xwe derketim kolanan û tevlî xebatên paqijiyê bûm. Dema min derî lê xistin û xwest ez şekir an diyariyekê bidim, min xwest ez hişmendiya parastina jîngehê jî belav bikim. Divê em li hemberî qirêjiya hawîrdorê bi hişyarî tevbigerin. Di encamê de, armanca me hevgirtina neteweyî û yekbûna civakî ye. Em ê bi hev re, mil bi mil, bajarê xwe û zarokên xwe biparêzin

Şêniyên taxê di civînê de anîn ziman ku zarok û ciwanên Amedê di temenê piçûk de madeyên hişbirê êdî bi kar tînin. Li hemberî firotina madeyên hişbirê û fihûşê şêniyan diyar kirin ku komûn werin avakirin. Gelê taxê tenê neyên hiştin û xebatên heya niha hatine kirin berdewam bikin.

Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

10 COTMEH 2026
50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

10 COTMEH 2026
Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

10 COTMEH 2026
Bahçelî : Koordînatoriya siyasîbûnê mafê Îmraliyê ye

Bahçelî : Koordînatoriya siyasîbûnê mafê Îmraliyê ye

10 COTMEH 2026
Amedsporê lîderî di deqîqeya dawî de winda kir

Amedsporê lîderî di deqîqeya dawî de winda kir

10 COTMEH 2026
Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

10 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne