Platforma Şiyar Be rêzeçalakiyên xwe yê bi pengava Rabin berdewam dike. Rawestgeha iro ya platformê Parka Sanayiye ya taxa Kuçeyê ya navçeya Peyasê ya Amedê bû.
Platforma Şiyar Be ku li dijî tiryak û hişbirê têkoşînê dimeşîne, li Parka Sanayiyê ya taxa Kuçeya navçeya Peyasê bi hevkariya Gerok Mayê ji bo zarokan kargeh li dar xistin û bi zarokan re gelek listikên cuda lîstin bi amûran rîtîm hînî zarokan kirin bi hev re stran stirîn. Piştî bernameya zarokan civîna gel hat lidarxistin. Aktîsta TJAyê Ayla Akat Ata, hevşaredarên Peyasê, gelek nûner û saziyên sivîl û nişteciyên taxê tevli civînê bûn.
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar di civînê de axivî û got: “Hem têkoşîna me, hem vîna me kûr e. Li ser wê kûriyê niha platforma “Şiyar Be” vê pêngavê daye destpêkirin. Em dibêjin ku em ê pêşî cihên xirabiyê û tarî xerab bikin.”
Di civînê de gel qazincên xwe yê ji bo bikaranîna maddeyên hişbirê anîn ziman û gotin heta tendurê me jî kirine cihê bikaranîna tiryakê û xwestin ji bo çareseriyê demildest gav bên avêtin.
Ayla Akat Ata xwest gel li dijî hişbir û tiryakê hişyar bin û wiha got: “Em yek bi yek li malan geriyan anketan çêkirin. Sedema hatina me ew e ku em we guhdar bikin. Lê xuyaye pirsgirêka gelê me yê li vir a tiryakê nîne. Em naxwazin di nava taxên me bajarê me tiştên wiha qirêj derkevin holê. Em ji vir bang dikin heke xebatkarên ewlehiyê karê xwe bikin hewce nake em vê xebatê bikin. Bikaranîna tiryakê daketiye 9 saliyê. Ji ber vê yekê bila kes nebêje bêdeng bimînin. Em ê vê yekê qebûl nekin. Em amade ne ku dest bidin hev. Me got rabin divê em ji bo zarokan vê parkê bi ewle bikin. Ne parka tiryakkêşan e, ne ya kesên fihûşê dikine ev der cihê zarokan û ciwanan e. Li şaredariyan dê yekeyên têkoşîna li dijî hişbirê ava bikin. Ev park ev tax ev navçe ev bajar yên me ne.”

















